Mîrza RONÎ : Jiyan Çîrokeke Dirêje

 Jiyan herikbare, her û her li herkekî digere. Wekî çemê ku di nav daristanê de ber bi gola xwe, berbi deryaya xwe û berbi panava xwe diherike. Jiyan jî her û her ber bi çîroka xwe ve diherike û diherike… 

Car caran jiyan berbi çîrokên bi êş ve diherike, carnan jî berbi çîrokeke serhildêr û carnan jî berbi helbesta jiyanê ve diherike. Carna dibe evîn, carna dibe çûyîn, carna dibe hatin û carna jî dibe mirin. Lê ew her çîroke û her dibe jiyan…

Jiyan çîrokeke dirêje, bi helbeta helbestvan dibe çîrok û jiyan, bi awaza bilûra şivanekî dibe çîrok, bi nifira dayîkeke hêrs bûyî dibe penceşêr, bi maçên du evîndaran dibe şabûn û bi serhildana egîdekî dibe dîrok. 

Jiyan de bi deq dibe çîrok. Jiyan dilop dilop dibe çîrok û çîrok dibe şaristaniya jiyanê. 

Li destên dayîka teşîrês binêrin; destê dayîkê mû bi mû, ben dirêse û bi teşiyê benekî dirêj li dora teşiyê ba dide. Dayîk bi teşiyê, bi ben û bi hunandinê, tevneke ku dibe çîroka jiyanê diafirîne. Teşî dibe çîroka hunera jiyanê. Her kêliya dayîk teşiya xwe ba dide, bi badanê re jiyan jî çîroka xwe ba dide.

Hûn dizanin beriya jiyanê çîrok xwiliqîne û her dayîk zarok û çîrokan bi hev re diwelidîne. Jiyan bi çîrokan çavên xwe vedike…

Jiyan çîrokek dirêje, bi zimanê gerdunê bo orkestraya jiyanê dibe stran û bi pênûsa nivîskarekî teredîn dibe romaneke dirêj… 

Û jiyan tu yî û tu çîrokî.

Her kes nivîskarê çîroka xwe ye…

ji bo hemû çîrokên li rojava…

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *