MERWAN BEREKAT : TARÎ TERM E

Girê êşan li ser pişta min e. Pişta çiya xûz nabe,  ez ber bi armanca xwe gav dikim. Rawestandin destpêka têkçûnê ye.

Pêl e

Bahoz e

Dem xwe radikşîne taviliya gera xwe

Zûgotinokên min jê re dibin likumandin

Rê ne paldana gavên min in

Ez çavên bêdengiya sibeha ducanî me

Qeflek hêvî li pêş min in

Karwanek giyan ber bi royê de difire

Keziyên keçên Kurdan ronahî ne

Gur û gurik pir in

Ez pêle termê tariyê dikim

Bi baranê re dibim helbesta jiyanê

Şeşevokên kuştinê ne

Kundên qûçik û şikêrên herifî ne

Kurbayekî tûj e

Deng stûr in

Felek li girêka sor sêr dike 

Ez ne payîza dilzer im

Min şevereşk avêtine gora qedera wan

Bi bayê berî baranê re

Dibim awazên jiyanê.

Efrîn: 29. 12. 2023

 JÊDER :XELAT

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *