Mehmûd Ebdo : Bawişka mirinê

bêjin Ji baranê re      

Li ser keviya çavên te

Şikestine

Ayetên sersalê.

Sersala me

Birîndar e,

Û têr mije

Di ferhenga îsal de

Em bûn mesîh

(……….)

Tu şaş nabî.

Kevokên spî ji rengê xwe

Poşman in

Û asoyên te neynikên hêviyan hildilkin.

Dilopên sor

Mirin pêşkêşî bajarê min kir.

…..

Dara hinarê

 Bêhnteng e

  Êş jê re bû sîber

……

Pênûs

Dastana rojên mirinê ye

……

Pêxemberên

nhia

Mirin kedî kir ne.

…..

Dawiye salê sor e

Destpêk û

Naverok jî

Mixabin Soratî,

rengê  jiyana me ye

……

Mehmûd Ebdo

25/12/2023

#dêrik

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *