Dr Memo Abdî : Kurdî di navbera kurmacîaxêfan de tertûbela bûye

Kedeke Celadet Bedirxanî di warê ziman, rêziman û rastnivîsê de hebû, rûniştîbû û ji hêla rêjeyek bilind ji kurmancîaxêfan ve dihate pejirandin. Tiştê ku vî camêrî karîbû di warê peydakirina alfabeyeke guncaw, levhatî û heta radeyekê kêmgirêk de pêşkêş bike, di qonaxeke zor, hestîyar û kêmderfet de, bê zexelî da.
Jiyana xwe ya afrînerî terxankir di ber pêşxistina rastnivîseke giştîgir û hembêzker ji hemî herêmên kurmancînişîn de. Lê ta di hemî hewildanên xwe yên zimanî de, tiştek bi xwe nedikir û şêwra xwe bi hevçerxên xwe re dikir, mîna Osman Sebrî û kesên li derdora wî ku bayex bi pirsgirêkên zimên didan.
Di encamê de ṣêweyeke nivîsandina bi kurdî ku bi navê zimanê Hawarê derket ku pencemora xwe li ser wan dem û heyaman veda. Berî 91 sal berê û di rewşên dijwar û qedexekirinê de, sereray nebûna zemîneke bi rewa li gel kêmpeydabûna pispor û ṣehreazyên çand û zimên ev gava dîrokî û pêvajoya damezrêner destpêkir, bê ku guhbide behaneyine sexte û bêwate.
Piştî qonaxa Hawarê lihevkirinek rêjeyî li ser bêhtirîn xalên rêzimana Celadetî çêbû. Bi sedan rojname, kovar, weşan û pirtûk pê hatin weşandin, lê pirsgirêkên ku Celadet negiha wana şîrove yan rave bike dibûn nêçîra nifşên nûhatî li carna nîşan digirtin û carna diterpilîn. Kes nabêje Celadet pêxemberê zimên e, û nêrînên wî reha ne û xêzên sor in.
Pêwîste li ber ronahiya zimannasiya nûjen û dîtaneyên zanist hemî tişt were nirxandin û zimanekî standart bibe para kurmancan. Ev jî karekî hevbeş û saziyane ye, nek takekesane ye. Nabe û nayê pejirandin ku desthilat van nerînan bi zorê li ser xelkê bisepîne û alavên dûrî hiş û mejî bikarbîne. a herî giring kesê ku mafên wan heye destêwerdanê di gorepana ziman û rêziman de bike tenê zimannas e.
Lêvegera zimên pêwîste were destnîşankirin û helwesta xwe ya babetane û zanist li ser hemî dîmenên zimanî derbibire. Mebesta min berhema SZK’ê ye û stûbariya wê ya Pispor û dîrokî ye.