Ardilan Abdo : Zarokên şewatê

Ji Pirtûka (GAVA MIRÎ DIMIRIN)
14/11/2014 Finland
Zarokên şewatê
Zarokan ji xwe re digotin:
Pêwist nake em xatiran bixwazin
Yek seat, ne hêja ye
Pişt re emê li himêzên dayikên xwe vegerin)
Vê demjimêrê 53 sal dagirtin
Û hîn jî ev bêbav bi dawî nehat.
53 sal û hîn jî ev bajar dişewite
Agirê wê nehatiye vemirandin.
53 sal û dapîra min bi tenha xwe li ber deriyê malê
Li benda hatina lawikê xwe
Por spî kir
Ne lawê wê vegeriya malê,
Ne jî ev demjimêr dawiya wê hat,
Û ne jî min heyanî nuha apê xwe yê mezin dît.