Enwer Sofî : ZAROKÊ SÛRÎ

Guh bidine nalînan
Li qêrîna zarokan
Li lêlîna dayika
Rondikê bav û kaln
Dengê wan giha esman
Belav bû hemî cîhan
Rondikê wan dibaran
Li ser wan çav û lêva
Pir zehmet bûye jiyan
Nema ye hiş û sewdan
Wa Sûrî bûye meydan
Ya rovî û çeqelan
Şewtandin bax û bistan
Wêrandin mal û mewdan
Nema çiya û zozan
Ne mizgevt û ne dêran
Dîmoqrasiya gelan
Bûye kaniya xeman
Zarok mane li kolan
Ew firotin bi erzan
Bê dergeh û bê dîwan
Hemî bûne perîşan
Berê xwe dan e Elman
Can dan di nava deryan
Janê avête dilan
Ji rêka kul û xeman
Dijmin xwe dikin misilman
Çi Toranî çi Îran
Hin bûn feyleq Elrehman
Hin bûn feyleqê Sultan
Ji hev dû nabin cidan
Bûn çeteyê Erdoxan