Dr. Memo Abdî : Têbîrên Bijîjkekî koçber

Dibêjin ; eger welatek nikaribe şan û şerefa hemwelatiyên xwe biparêze. Ew nema dibe niştimana wî. rûmet û şanaziya mirovî di maf û erkên wî de ye, ne di xweşikbûna xweza û avasaziyan de ye. Çiqas kurdistan rût û zelût e, lê di dilê her kurdekî de mîna buhuşta rengîn e. Çima wisa ye gelo?. Bersiv bêguman li ba kesên ku çêja welatparêziyê diponijin û hestên kurdewariyê li ba wana berz û Bala ye. Girêdana bi xak û makê ve ji xwe de nayê, ew jî mîna çandinînê ye . Çiqas tu rewiştên rind û bedew biçênî, tu yê berhemên tamxweş û gihayaî werbigrî. Eger di malbateke kurdperwer û rêzgirtî de, tu tê xwedîkirin û mezin dibe. Hingî rasterê tu vî hestî werdigrî û têgihiştina te ya niştimanperwer xwe di asoyên berfireh de vedigevêze. Di vî biwarî de , tu bextewer û şadîman î. Tiştek dî û regezek giring dibe palpişt bo azarkêşandina di ber xaka kurdistanê de. Sereray van xalan, Kurd nebûne serwer li ser erdnîgariya xwe û tucarî serbest û azad nejiyane. Lê Timî tî û birçiyê ziman, çand û xweseriya xwe bûne. Xwe di ber van nirxan de kuştine û karwanên bêjimar ji gorbuhuşt û pakrewanan di ber de dane. Ev hemî beşek ji pirsgirêkê ye û tenha rûyek ji rastiyê ye. Di cenga bi DAIŞ ê re de, kurdan buhayên herî bi nirx di ber hebûn û çarenûsa xwe de pêşkêşkirin. Ji lewre waneyên nebihîstî û nedîtî bi serê wan hovan ve anîn. Ji niha û pê ve, erê me serxwebûna Kurdistanê nedîtiye, lê vebirane me qurbaniyên herî pîroz di ber de dane. Ev tenha bes e, ku welatê me xaka herî pîroz be, bi fermanê ku bi xwîna keç û xortên şervan bi rewa bûye. Erê hê welat nebûye par û bextê me, lê riya bidesxistina wî pir û pir nêzîk e. Em deyndarê xwîna pakrewana ne…..