Pêşeroj Cewherî : Xewnek Dilê min heye

Xewnak dilê min de heye

Ez newêrim wê pen bikim

Ger dilê min çend binale

Nikarim xwe reben bikim

Xewnek dilê min de heye

Kî dizane werger bike

Evê xewnê rave bike

Rojekê jê re ve bike

Ma ta kengî wê gem bikim

Xewnek dilê min de heye

Xewna min hêviyek tisî

Xeman bi min her birêsî

Bernadim bidestê kesî

Ger çi bigorî ken bikim

Xewnek dilê min de heye

Xewna min dîtina yara

Şewqê daye çar diyara

Kat vedaye van beyara

Gerden bigula ben bikim

Xewnak dilê min de heya

Xewna min çand û biwêje

Çîroka wê pir dirêje

Jiyaneke nû radibêje

Her tiştî serobin bikim

Xewnek dilê min de heye

Xewna min bo li vî warî

Gelek şerme evîndarî

Birîna dil bê noşdarî

Gazina bi kê hîn bikim

Xewnek dilê min de heye

Pêşeroj Cewherî

3 – 10 – 2023

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *