Serkêw Mestarî : Ziman ruhê welat e

derhênerê Fîlmê “Zimanê Dayikê”  Serkêw Mestarî dibêje: Bişaftina zimanê kurdî wekî li bakurê Kurdistanê, li rojhilatê Kurdistanê jî didome. Ji ber ku Rejîma Îranê zimanê kurdî qedexe dike, gelek mamoste li Rojhilat dixwazin bi awayekî veşarî dersên ziman bidin şagirtan. Lê rejîm ji van xebatên mamosteyan re dibin asteng. Fîlmê “Zimanê Dayikê” ku derhêneriya wê Serkêw Mesgarî kiriye, li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê hatibû temaşekirin. Masdarî, der barê astengiyên li ser zimanê kurdî nirxandin kirin .

Derhênerê Fîlma “Zimanê Dayîkê” Serkêw Mesgarî diyar kir ku  wan ev fîlm li ser girîngiya zimanê kurdî amade kirine û wiha got: “Li her çar perçeyên Kurdistanê zimanê kurdî di bin xetereya bişaftinê de ye. Her roja ku diçe kurd ji zimanê xwe dûr dikevin. Di melên xwe de bi zarokên xwe re bi zimanê biyanî diaxivin. Ev rewş gelekî me diêşîne. Niha li gelek deverên rojhilatê Kurdistanê hin mamoste hene bi awayekî vaşarî diçin gundan û dersên ziman didin zarokên kurd. Ji bo ku desthilat hêza xwe ji dest nede hewl dide zimanê xwe li pêş û bi ser bixe. Bi zor û zextan zimanê xwe li her derê belav dike û dide qebûlkirin. Qet naxwazin ku zimanê kurdî li kêleka zimanên din hebe. Em jî dixwazin ku zimanê kurdî berfireh bibe û li her derê mamoste bêhtir bi hêsanî dikaribin dersan bidin. Jixwe di nav fîlm de mamoste li ber xwe didin. Hewl didin pêşiya van qedexeyên ku li ser ziman hene bidin sekinandin û zimanê kurdî li pêş bixin.”

Pirsgirêkên zimanî

Mesgarî, da zanîn ku li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê bi tund hewl dide zimanê xwe bi kurdan bide qebûlkirin û wiha axivî: “Mixabin ew zext û zorî hê jî li ser ziman hene. Dewleta Îranê li dijî kesên bi dil û can ji bo ziman dixebitin gelek astengiyan derdixin. Di heman demê jî pergal hewl dide ku li wan binêre ka çavderiyê wan çi ne? Jixwe armanca pergala Îranê ew e ku her tim astengî derbixe û xebata bide sekinandin. Li dijî hovîtiyan wan berxwedanek mezin heye. Parêzgeha Sine li wir hîndekarî û çalakiyên ziman pêş dixe. Li parêzgehên din ev çalakî kêm in. Ji ber ku zext li wir serwer e. Pirsgirêkên zimanî li cihên din bêhtirin.”

Axaftina tirkî me diêşîne

Mesgarî got ku tişta li rojhilat tê kirin heman tişt li bakurê Kurdistanê tê kirin û rejim nahêlin kurd bi zimanê xwe ders bibînin û wiha berdewam kir: “Di heman demê de li bakur jî piraniya civakê û gelê kurd bi hev re bi tirkî diaxivin. Ev axaftina tirkî gelek me diêşîne û em pê dişkên. Jixwe berê jî me bihîstibû ku li bakur ev tişt derketiya asteke bilind. Em gelek caran bi hevre nîqaşa bişaftina ziman dikin. Bişaftina ziman tişteke nexweş e. Weke ku tu darê ji koka wê ve qut bikî. Dema ku dar ji koka xwe ve bê qutkirin êdî ew dar hişk dibe. Ger ku şîn bibe jî dê seqet bimînê û êdî ew fêkiyên berê nade. Rewşa ziman jî wisa ye. Roj bi roj me diêşîne.”

Hebûna zaravayan

Derhêner Mesgarî, bal kişand ser cudatiya di nava zaravayan de jî û wiha lê zêde kir: “Ev tişt hem me kefxweş dike, hem jî xemgîn dike. Ji ber ku em zêde ji hev fêmnakin: “Jixwe zimanê kurdî bi çend zaravayan e. Ew hebûna zaravayan gelek xweş e. Lê di heman demê de jî gelek astengî daye avakirin li dijî me. Kurd dereng ji hev fêm dikin. Ez hêvî dikim ew roj bê em ê bi awayekî hevpar bijîn û zarokên kurd ji hemû zaravayan fêmbikin. Ji bo ku têkilî qut nebe û ji herêmên din fêm bikin. Ev pirsgirêk li Rojhilat jî heye. Li herêmê tişta ku ketiye ser nexşe yê, li jor kurmanc hene li jêr kelhor hene ew bixwe jî de ji hev fêmnakin. Dema ku ew jî tên cem hev bi zehmetî ji hev fêmdikin. Alîkarî bi zimanê biyanî ji hev dixwazin.”

Abdûllah Esen-Mizgîn Sonuk

https://xwebun1.org

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *