Ebdussemed Mehmûd : Roja Evra

Roja Evra
Ev yekem car e
Hestên min têk diçin
Ne ken û girî
Ne rawest û liv e
Ne hêz û ne pûç
Ne dûr ne nêzîk dibe
Ne geryan û ne seyran
Ne hemêz dibe
Ji pîroziya rojê
Xêz û rêz û nêz dibe
Ev roj pîroz e
Evra û serdoz e
Hestên min
Li hêviya mizgîniyê
Mişt û zelal in
Dîrok nû tomar dibe
Roj xwenas û peyal in
Jiyan gulreng û rengîn dibe
Pîroziya pîroz e
Evara û serdoz e
Hestên li xurû
Her gav diçin û tên
Li dem û binên hûr e
Li jêr şewketa
Tacê hew dirazî
Vêketina findên
Hemî xetîrên dûr e
Cirîda salan
Perwîna silavê
Li bal îro nû dibe
Hestên min
Pê ve dirûtî ne
Kî dibîne dixwîne
di nav rûpelan de şîn dibe
Ev roj sersal e
Demsal e
În , yekşem û çarşem e
Rojbûna te pîroz e
Evra û serdoz e
Ez ê hin maçan bidizin
Ji çêja rojbûnê
Ji dêmên dema dem
Li ser aniya temen
Nigar dibim
Maç dibeşişin bi rojê re
Dêmên te şil dikin
Ez ê maçên pîroziyê
ji çêja Cejnê bidizim
Di şevçirayan de geş bikim
Mûman di dilê xwe de
Bi agirê evînê geş û ronak bikim
Evîn li dor aniya te soz e
Ev cejne roj
Cejin û pîroz e
Evra û serdoz e..