DIYAR BOHTÎ.. DÎSA GOVENDA (HRRK) ȇ XWEȘ DIKE

HRRK / Mustefa Ebdo
Sibe Sêşemê 05.09.2023 li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di bernameya hefteyî de ya bi navê (Êvara Nîşaniyê Botanê) bi nivîskar Diyar Bohtî re hevdîtina me tê berdewamkirin.
Vê care mjara ku wê nivîskarê me li ser bisekine eve:
CİZÎRÎ Û WELATPERWERÎ
Ey şehinşahê muezzem, Heq nigehdarê te bî
Sûreyê ‘Inna Fetehna’ dor û madarê te bî
Her kinarê pê ve wergêrî ‘inanê himmetê
Zuhre bî peykê te û Kîwan rikêbdarê te bî
Daima menzilgeha sûra te bit burca şeref
Tali’ê ferxunde û bextê seîd yarê te bî
Seb’eyê Seyyare û neh çerxê sergerdan, bi vê
Girdiş û dewrê ‘eceb der xizmet û karê te bî
Mahitaba dewletê yek pertewek şem’a te bit
Afitaba ref’etê berqek ji enwarê te bî
Lami’ê fetha ezel berqê ji ber tacê te dit
Kewkeba Se’da ebed necmek ji seyyarê te bî
Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Ger çi der iqlîmê rabi’ hate textê seltenet
Padişahê hefti iqlîman selamkarê te bî