HOŞENG BROKA : SERPÊHATIYA AXÊ

ji dostê axê re; Ehmedê Huseynî, berî Amûdê bi destekî

Ha girê axê û ha “girrê axê”!

Ax, hem gir hem jî girr e.

Wa “Girê Șermola”…

Em dê çi bikin bi hevqas girên axê hey malava?

Em dê çi bikin bi hevqas girrê ji axê, Ehmedocan?

Em dê çi bikin bi hevqas ax?

Ax ji ber girê Axê..

Ax ji ber girrê axê..

Ax ji ber kirrê axê..

Ax ji ber axê..

Ehmedocan..

Destên me ax in;

gavên me ax in;

hestên me ax in;

helbestên me ax in;

pirtûkên me ax in;

serpêhatiyên me ax in;

xaniyên me ax in;

hêviyên me ax in;

birînên me axin;

sînorên me ax in;

aliyên me ax in;

xwîna me ax e;

sebra me ax e;

qederra me ax e;

reva me ax e;

kesera me ax e;

soza me ax e;

çîroka me ax e;

dîroka me ax e;

dîloka me ax e;

baweriya me ax e;

Xwedayê me ax e;

keskê me ax e;

XERÎBO ax e..

Ehmedocan,

em serpêhatiya axê ne;

em tembȋka axê ne;

em bîra axê ne;

Ehmedocan,

em destên axê ne..

ha ji te re destên min.. ha va ne destên axê.. ka destên te,

were,

em destên xwe, bost bi bost, tilî bi tlî, li axê parve bikin

were;

em destên xwe bi destên axê haşt bikin.

Dest ax in ax;

ax dest in dest;

Ev der ax e,

rê ji vir diçe destan.

Ew der dest in,

rê ji wir diçe axê.

Hêêêê werin axê…

hêêêê werin destan..

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *