Helbestvan Enwer Sofî : TAVE HEYV

TAVE HEYV
Tave heyve wek roje
Stêrik rijya tîroje
Ser serê min kir mije
Bûm wekî ker û gêje
Rabû fecrê ber mêje
Min dî keçik dirêje
Min gotiyê de ka bêje
Wa delala pir hêja
Ronişt û da ber qîja
Çîroka min dirêje
Keçik rûnişt ranabê
Min gotiyê weha nabê
Divê ji xewê rabê
Herdem bi kar û bar bê
Wek zeriya mala bê
Vîna dilê xorta bê
Keç ciwane pir naze
Her wekî teyrê baze
Dîm xwedyê maf û soze
Ew qîzike neqaze
Ka rabe bike leze
Emê herin nav reza
Li hev bidin çend geza
Xweşe wek duhnê hîze
Şerm neke eve doze
Hemî behîv û goze