Demhat Dêrikî : Çi li vê serdemê û çi li serdema bê navekî girîng di dîroka gelê Kurd de Şêxê helbestê Ehmed ê Huseyinî

Di dîroka mirovayetiyê de kes hene derdikevin ser dika jiyanê, lê ew dibin tekane, careke din dubare nabin û binigeheke bi rêk û pêk ji paşerojê re dihêlin. Çi di warê wêjeyî de, siyasî de, civakî de yan jî hunerî de mohra xwe li dîrokê dixin. Ew dibin malê gel, di dilê xwe de cih digirin û digihin asta herî bilind. Weke Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahirê Uryan, Cegerxwîn, hwd. bi kesayetî û berhemên xwe navê wan di nava civaka gelê Kurd de bilind bûye. Şêxê helbestê Ehmed ê Huseyinî jî çi li vê serdemê û çi li serdema bê bi nav û berhemên xwe navekî girînge di dîroka gelê Kurd de. Li gor min berhemên Ehmed ê Huseyinî xwendîn, ji nêzîk ve naskirî û diyalogên di navbera me de, Ehmed ê Huseyînî dibistaneke taybete di warê helbest û pexşanê de, ew ferhenga Kurmanciyê ye. Şêxê helbestê Ehmed ê Huseyînî li serdemeke ku kêm kesan bi Kurdî dinvîsand, evîndarê zimanê dayîkê bû û ew evîna wî pê re mezin bû ta ku bi dehan berhemên hêja û kûr pêşkêşî civaka gelê Kurd kir. Dema ku ez di nava berhemên Ehmed de dibim rêwî, qet naxwazim ev rêwîtî bi dawî bibe. Di vê rêwîtiyê de bibim hevalê êşê, ji êşê ber bi azadiyê ve fir didim, carne dibim şoreşgerekî bê welat lê di hêviya xwe de bi biryar. Carne jî, di vê rêwîtiyê de dibim evîndarê welatekî bindest, birîndar li benda azadiyê.
Şêxê Helbestê Ehmed ê Huseyinî, kedkarê peyva Kurdî ye, kedkarê pêşketina peyva Kurdî ye. Wî jibo pêşketin û geşbûna civakê û wêjeya Kurdî gelek ked da û heta îro keda wî li bajarê evînê Qamişlo berdewame. Ev ked bi dehê salan li welatê Ewropa jî berdewam kir.
Ehmedê Huseyinî gelek berhemên hêja pêşkêşî miletê Kurd kir. Ger bi hurî li ser van berheman bê rawestandin, divê ev berhem bibin dersên sereke di zanîngehan de û ez bawerim dê rojek bê berhemên wî bibin rêpîvanên xwendinê di warê wêjeyî de. Jiber ku Ehmed ê Huseyinî li ser dema yên weke Yaşar Kemal ziman û ferhenga Tirkî geş dikir, dewlemend dikir, Selîm Berekat toz li ser ferhenga Erebî ra dikir, Şêxê Helbestê Ehmedê Huseyinî hemû hebûna xwe dabû zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî û welatê Kurmanciyê kiribû jibo xwe kiribû sereke û hemû hewldan û ked û afirandin jibo pêşxistina wêjeya Kurdî bû. Bê goman, ez Yaşar Kemal û Selîm Berekat biçûk nakim di warê berhem afirandinê de, lê ew jibo zimanê Tirkî û Erebî mezin bûn, jêhatîbûn ne jibo zimanê min yê dayîkê ku bi sedsalane Tirk, Ereb, Faris êrîş dikin da vî zimanî tine bikin. Di vir de di vê xala giring de Ehmed ê Huseyinî hebûn, afirandin, pêşvebirin, dewlemend kirin û parastina zimanê Kurdî ye bi zimanê helbest û pexşanê û cîhana wêjeya Kurdî ber bi asoyeke geşbîn ve biriye. Li ser ku Ehmed gelek cara êş û azar di jiyana xwe de kişandiye jî, lê dermankirina wan berdewamiya helbestê bû bi zimanê Kurdî.
Lewre jî, ez di wê baweriyê de me jiber giringî, naverok, peyama helbest û pexşanên Ehmed Huseyinî, dê li serdema bê de berhemên wî werin wergerandin bo gelek zimanên biyanî û bibin berhemên sereke di nava wêjeya cîhanî de. Bê goman ev yek bi rewşa Kurdistanê ve girêdayî ye û xwedî li derketina berhemên wî. Lewma jî:
1-Ehmedê Huseyinî Şêxê helbesta Kurdî ye, li ser ku ez nizanim kî ev nav lê kiriye, lê bi ked û xebata Kurmanciyê hêjayî vî navî ye.
2-Ehmedê Huseyinî wêjeya Kurdî di warê helbest û pexşanê de pêşxistiye, ber bi geşbûnê ve bilind kiriye.
3-Ehmedê Huseyinî ferhenga peyva Kurdî ye
4-Ehmedê Huseyinî û welatê wî yên helbest û pexşanê cudaye û bi serê xwe ye.
5-Berhemên Ehmedê Huseyinî jibo min dengvedane û dê li serdema bê dengvedan be û ne kêmî yên cîhanê ne.
6-Êşa Ehmed, birîna Ehmed, hêviyên Ehmed, xewnên Ehmed, tarî û ronahiya Ehmed, gor û goristanên Ehmed, şahî û cejnên Ehmed, evîn û hezkirinên di helbestên Ehmed de welatekî bindest e!
25..2.2023
Almaniya