Parsekê Qamişlo doh li Amûdê bû

Pêşeroj Cewherî

Di serî de anku di berahiyê de , ez gelekî spasiya Hrrk,ê dikim li ser ewê şanoya  ku bi navê ( Zivistan zû tê ) li doh li bajarê Amûdê 6 – 5- 2023 pêşkêş û nimayîş kir .

Dema ku em naveroka wê têxin bin lêkolînên sosyologî de bimebesta bidin nirxandin , di pêşî de pêwîste em çanda nivîskarê şanoya navborî afirandiye binasin ( Nihad Qelhecî ) .

Nivîskar bêguman biresenî û koka xwe kurde lê ew bixwe weke çanda şanonivîsê ne bihestê  kurdî nivîsandiye  belê li bajarê Şamê ew  jîn ú vejîn bûye û şanoya xwe  di çarçova çand û hişmendiya Erebî de nivîsiye  û ez bawerim çanda parsê di nav Ereban de heye lê ev  ne mijara gotina meye .

Tiştê di vê derbarê de ez dixwazim bijim ku di dîroka gelê kurd de parsekî bişêweyekî li kolana rûniştin  û pere ji xelkê standin bi rengekî rûşiştî ez bawernakim hebû belê berovajî evê yekë , gelê kurd di pêvajoya jiyana xwe ya dîrokî de bi şêweyekî xwezayî komînal bû anku yek ji dabûnêrîtê wan, xwedîderketina li hejar û xizanên civaka xwe bûn .

Li beramberî hemî rewşên zehmet ew bi tenê ne dihiştin , lewra bi vî rengê bêsinc û bê tora parsekî nebû.

Ji ber ku alîkarî pêşkêşî xizanên xwe dikirin .

Xiznanî di civaka kurdî resen de ticar bi vî awayî bi encam nedibû .lê mixabin ev çanda parsekî bê tore ji derdora me  têperî  nav civaka me bûye .

Yanî ev qelsî nebesiyên bêgane li ser civaka rewşek awarteye , ji bo berdivdsyînê  bikurt û kurmancî ev rêbaz ji çanda gelên derdorên me derbasî nav me bûye .

Weke rewşenbîr ji me çi tê xwestin ji bo parastina nirxan yên netewî yan weke erkê me  li pênava ji nû ve avakirin û vejandina kesayeta çanda me ya kurdî ye , ez di wê baweriyê de me ev  kar dê weke şoreşek rewşenbîrî were binav kirin û pêdiviye rewşenbîr cihê xwe tê de weke pêşeng bigire ku em rastiya xwe ya netewî ji bo gelê xwe û ji raya giştî ya cîhanê bidin ragihandin .

Li gor ez dizanim pêşketin ú hebúna miletan di sosyolaga civakan  re debas dibe .

Lê çawa û  ji ku em destpê bikin pirs eve .

Ez bi hêvî me Hevgirtina rewşenbîrên Rojavayên Kurdistanê Hrrk,ê li ser vê yekê baş rweste û di ber çavan re derbas bike û bide nirxandin li ser van mijarên civakî civînên  berfireh li dar bixe di bin sernavên  çima û çawa û ji bo  çareseriyê  kar çiye?

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *