CINDÊRIS

Malva Elî

Li Cindêrisê govend kirin sor

Dîlan kirin qîr

Nefes kirin xwîn

Doman bi ser xistin

Reșkirin kolan

Hêl pifîn lê jiyan

Cindêris

agir berdan xewnê azadiyê

Kawa bi darvekirin

Li ser laşê wî avêtin çope berazan

Cindêrisê lal kirin

Al lê qedexe kirin

Xewn lê pijaftin

Tovê kurd lê qelandin

Cindêris 

Zarê agir û roniyê

Koletî nehilbjartin

Efrîn ji daykê dûrxistin

Wawîk li ser lîstin

Paçê tirsê lê dirotin

Finda bextewariyê lê tefandin

Cindêris

li şûna welatekî gazî dike

Li şûna  dîrokekê bandike

Êş û dagirkerî ne çar dîtî

Textor tenê yekîtî

Derman mêrxasî

Xilasî yek destî

Cindêris

Bi zeytûnê xwe rabûye

Çiyayê korminc bang dike

Lawê kurd

Keça kurd

Li ber mirinê me

Tûrê parsê li min kirine

Bihin bi ser min xistine  

Di nav xewnê jibîr kirî Min nehêlin

Bi rext û fîşekan 

Qada cengê gerim bikin

Cindêris

Ji bo serferazî xwe didim kuştin

Ey kurdino ez Cindêrs im gazîdikim

Bi yekîtî min xilaskin

Neperoşkê lepê hovan birîn kirim

Şil û şeht mam

 Dinêrim ,nêçîrvan bê  zozan kirim

 Cindêris

Beriya nuq bibim di keșteya mirinê de

Genimê min zer dibe û dijmin didze

Zeyita min ji kûz diherike

Xêra min bar kirine

Hey kurdino, heydê Ewrên azadiyê li min vehewînin

Teyrê kelașan  ji azmanê min biqewrînin

Gelo ,ne hêjayî azadiyê me ??!!

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *