Ez Helebçe me

Malva Elî
bi zarokî ji dayîka xwe hatim qetandin
Helebçeya sêwî bi nav kirin
Bin dest kirin
bi bê bextiya zeman re, rû bi rû mam
pîlan li ser min kirin
deng û reng reş kirin
çav korkirin
lêv pûç kirin
Ez Helebçeme
ji rûpela jiyanê hatim derkirin
rojekê ji rojan
digotin Helebçe bedew
Avdar fermana min bû
bihna sêvê qatlê min bû
rû reşiya mirovahiyê qedra min bû
Ez Helebçe me
bav ,dayk ,zarokê min kuştin
nexşeya terorê
li ser laşê min xêz kirin
bê xemiya gur û gawer an
dilê min wêran kirin
felek bi min re xayin ket
di azmanê xwe de şewtandim
ne bi agir ,ne bi bît
bi jehra sêvê
Ez Helebçe me
piçûkê min fetsandin
girî di qerkê de asê kirin
ez wijdanê çilmêsî
çara nûsa min bi qeremûşkê xwe
kirin dojeh
tirafa şewtî li min rakirin
kîmyesal ez bê cankirim
Ez Helebçe me
16ê avdarê le’ane dikim
ne bêjin çima?!
periy ên min bi derda disotin
Efrîn jî , mîna min mirarkirin
ronahî jê dizîn
tarîtî lê kirin
hewarkirin ,gazî kirin
lê guh kerbûn
Ez Helebçe me
Efrîn di êşa Helebçe de kelebçe kirin
ez Helebçeya birîndar
xewnin min lal kirin
çîçekin min xwîn kirin
sal li min dizîvrin
hîna li dara şîna min
li ser pişta qedrê digerim
li xwe digerim
Ez Helebçe me
ji dîrokê bi hêvî bûm
ji xweda bawer bûm
ji dadê bawer bûm
lê çibikim li dora min girtin
sînor avakirin
ji bêdengiyê mat mayî mam
kes bi hewara min ne hat
Ez Helebçe me
ji kêfê bê par mam
bone li min heram kirin
kevir qelişand bore bora min
tenê mam
di bazaran de hatim firotin
mîna gogê li hev gerandin
mûma min bi jehrê pifkirin
Ez Helebçe me
wesîqeya min wiha dibêje
Nav: Helebçe
Navê daykê: Kurdistan
Navê bav: Başûrê kurdistan
Dîroka şehadetê: 16ê Adara 1988 an
Ez Helebçe me
Pêçeka min avêtin
Ciwan ,jin ,mêr ,zarok kefen kirin
Hatim oxir kirin li darê neyaran
Gelê min belav kirin
Ez Helebçe me
li ser gora min binvîsin:” li edaletê
digerim ,di dadgeha mirovahiyê de”
Ez Helebçe me