Diyala Elî- AXÎNA ELÎYÊ ÇILAXA

Ta Kengî?

Ta kengî ez ê bimîn im dîlê awatên efsanê….?
Ta kengî dê bimînim belavê nêrîna çavsoran…?
Ta kengî dê bimînim asoyek dorpêçkirî di lawaziya demê de …?
Ta kengî ezê bimînim xaleke şikestî di kavilên sawê de …?
Ma têrê nake bergerîna lavîn bi tarîtî …?
An hemû Qiralên kêmendam karwer in bi stranên ferîşteyan ên giran …?
An jî mijûl in bi pîvana zemîna sor û tilismên pêximberan …?
Çima çêja azadiyê tirş û tal dikin , û mewîjên batmanê û helîla Amedê talan dikin…. ?
Çima xewna Memo diguherînin bi Cego, û berê pêlên êrîşa kor didin eniyên aram û zavên pakiyê binpê dikin …?
Çi zilindar û talin , demsalên vê gersedê !!!!
Sirgoniya kewan bûye nîşana bedbîniyê û pêgeha xemê û dilreşiyê ,…..hey wax hey wax,
Kulbûn e gewriyên şlûl , bilbil û balindeyên reşwêle , ji dûmana jehrê û bîna xaza hilbask û genî .
Min ne bawer e tovê rizî tolê baş û pak bide, …… nehêniye!!! Dijminê badapîran bibe hevalbendê zarokan .
Erê kurdo ! Wisa çîrokên heyînê ji bîr nabin , ew radidin bi derxên viyanê di kûrahiya damarên jiyanê de.

Bi van ristan Elîyê Çilaxa axîna dilê xwe diwerêver, hevokan bi peyvên xwe yên mîna lerizîna berfa zivistanan dorpêç dike.Her ku helbestvan hostayê peyvê be, ewqasî dikare nalîna dilan bi rengekî cuda nola volkanan derxîne derve. Her çendî êş amûra helbestvan ji bo derbirînê ye, awat jî gulîstana peyvan şîn dike.
Çilaxa bi hestên xwe re kûr û dûr diçe, me li semaya helbesta kurdî a nûjen datîne û dibêje: ez jî heme, hozan û mamosteyên pexşaneya kurmanciyê jî hene û ber bi cîhanbûnê ve dibin.
Wekû tê zanîn û bi taybet di ristina helbestan de ku bi çi zimanî hatibin nivîsandin, peyv û nijinandina wan tenê ne serwer in ku wêne û asoyên berfireh pêşkêşî kesê xwendevan bikin. Divê di serî de gava ku mirov çi hûnandinekê bixwîne aşop û semaya dilî û hizirî pê geş bibe û ne tu helbestvan dikare van xalan di cih de bi kar bîne û çêja mirovî geş bike. Berovajî vê yekê, dema ku mirov vê helbesta helbestvanê kurd ku jidayîkbûyê herêma Çilaxayê ye dixwîne yekser têdigihêje ku hîn hestên bi bir tên peydakirin û mirovê kurd ne tenê pabendî gotina stirana ye, dikare di tûrikê rêwîtiya xwe de gelek dîmenên xweşik ragihîne û tekûz bike ku wêjeya nûjen, bi taybet helbesta kurdî a nûjen dikare bablîsokên xemgînî, evînî û matmayîbûnê di nava her xwênerekî de çêbike!
Nakokiya bi demê re, dîlbûna bedenê, xweziyên miçiqî, tarîtiya bext û nervînê ku êdî mêjû li ser re derbas bûye û tenê di destan de lava mane wisa hestên xwe di rêzikên helbesta bi xwîn de şîrove dike.Ev rewşa reşbîniyê ji her mirovekî kurd ne cuda ye nexasim gava ku wêrek û hestên xwe bi rêya pênûsê nîşan bide.
Koçberî, rêwîtî, hejarî û malwêrankirin timî para kurdan e, de ji min re bibêjin dê çawa helbestek bê heyf ji nav lepên wan derkeve?! Bêyî ku ji êşînê were guvaştin!?
Çawa nan û av tîmara bingehîn in ji bo jiyanê, mirov bêyî wan nikare bijî wisa halê kurda ye! Bêyî xemgîniyê nikarin biqedînin, qêrîna xurt dengê helbesta wan e, geh derdên xwe yên dûrbûna ji yarê vedibêjin geh jî nalenala wan ji boyî welatê wan e. Pir zehmet e ku tu bêyî welat bijî, kesek dengê te nabihîze û li te nabe xwedî her wisa kesek bi amana te jî napîve! Ji ber vê yekê em rewşên wiha dilbiêş di tewreya kurdî de dibînin.
Elîyê Çilaxa dibêje: “Erê kurdo! Wisa çîrokên heyînê ji bîr nabin!! Ew ra didin bi derxên viyanê di kûrahiya damarên jiyanê de.”
Ez jî dibêjim, erê helbestvano! Wisa navên zêrîn û giranbuha ji bîr nabin, her gav û dem mîna baranên payîzan mizgîniyê didin pepûkan û bi hêviyên bi raz bişirîna wan radikin. Dibe ku dûrbûn destên me ji hev bike, lê qet nikare sirûda doza te ji dil û hişê me derxe!
Ez axîna te ji dûr ve dibihîzim, ez dengê kurpekurpa dilê te ji nêz ve dikim û pistepista canê rewa qet hedan pê nakeve!!
Ger tu ne li vir bî, em li vir in û tu carî wê keserê em ji bîr nakin û nahêlin ku dijminê bapîran bibe hevalbendê zarokan!

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *