Diyala Elî- Hevjiyana Azad çareseriya Aloziyên Civakî Ye

Hevjiyan di zimanê kurdî de tê wateya bi hev re jiyîn her weha hemî têkiliyên civakî, çandî, siyasî û hestiyarî digire nava xwe.
Bi şêwazê girtina biriyar, hilbirandin, xebitîn û fikirînê derdikeve holê da ku nijada mirovan li ser rûyê gerdûnê berdewam bike. Bi wateyeke din, hevjiyan sedema watebûyîna jiyanê ye bê hevjiyan tu reng û şêwazê hebûnê tune ye.
Wekû tê zanîn her malbatek ji dê, bav û birayan pêk tê xwedî têkilî û danûsitandin e, ev têkiliya han di encama bîr, raman, çand û reftarên ku mirov ji derdorê girtine de derdikeve holê û bi vî awayî em kesayet û hişmendiya mirovî nas dikin. Bingeh û stûna her civakeke mirovî çanda wê ye bi şêwazek demoqratîk û azad an jî bi reng û terzekî desthilatdarî û hovane, bi wateya ku malbat li gorî têgihiştin û nêrîna xwe bandorê li civakê dike.
Têkiliyên me yên bi malbat, civak, derdor û xwezayê re dikevin di bin sîwana hevjiyanê de bi mebesta domandin û têrkirinê, lê gelo rojekê me pirsiye ku jiyana me çawa didome, em jê razî ne yan na û esasê pevfêmkirin û stratîjiyên rajêrkirî di navbêna me de çi ne?
Gelo ev pêwendî heya çi rêjeyê rast in bêyî ku zerer bigihêje endamên din yên civak û di nav de xweza û bi taybet pêwendiyên jin û mêr?
Di demên berê de hevjiyan bi terzekî rewa û hêsan didomî. Jin û mêr, zarok û kal tevî hemî endamên civakê erkê xweparastina xwe û di heman demê de erkê xweparastina civakê hildigirtin li ser milê xwe. Rêgezên mîna wekhevî, hezkirin, parvekirin, qebûlkirin û pev re domandin di nav têkiliyên xwe ên civakî de digirtin dest di encamê de jiyanek rast û aram dijiyan.
Lê di roja me ya îroyîn de ev mijar hinekî hatiye paşguhkirin ango bandora desthilatdarî, hişmendiyên baviksalarî, kevineşopiyên bav û kalan her wekî din kapîtelîzim bandoreke dijwar û neyînî li beşekî mezin li jiyana me a civakî kiriye. Mirov kirine qalibekî teng û yekalî de, her tişt ji bo berjewendiyên xwe yên kesane û desthilatê tê meşandin. çanda rewa a ku ji bo xweşbûna jiyanê û aramiya wê nema ye, di nav malbatê de wekî adetê mêr ê serwer e cihê biriyar û birêvebirina malbat û civakê ye, jin bûye destek ango cihê xwe di beşeke biçûk di jiyanê de digire bê biryar û helwest e di dema ku pêwîstiyeke neçar bi hebûn û mayîna wê di hemî qadan de heye.
Tevî vê yekê, dûrxistina jinê ji qada siyasî, aborî û qadên navdewletî dihêle ku hevjiyan bi rengekî sist û xav were nîşandan.
Di malbata ku hişmendiya baviksalariyê tê de serwext e û ji ber ku birêvebirin di destê bav de ye hêz li derdora mêr xwe kom dike û endamên din yên malbatê di bin venêrîna mêr de ne, tu giranî ji ked û karên jinê re nîne ev yek dibe sedema pirbûna anîna zarokan û şikandina helwest û biryara jinê. Arîşeyên mîna pirbûn û bêmafiya zewacê û modêla serdestî û bindestiyê dibe pîvan ji bo civakê û pîrozdîtina mêran wekû bûyerek asayî derdikeve kolanê.
Bi van kiryaran mêr di malbat û civakê bi tevahî de dibin alîkarên herî mezin di mayendekirina desthilatdarî û sîstema dewletê de ango rê li ber hevjiyanê bi hemî terzan digire.
Di heman demê de êdî serdestiya bira, heval, birêveber û hezkirî jî li ser jinê bi vî hawayî temam dibe. Pêwendiyên hezkirin û hevaltiyê ji berdêla ku bibin cihê avakirin, xweşkirin û hêminiya jiyanê êdî wekû zindan û tengkirinekê li dora jinê tên pêçan dike û nake nikare xwe jê rizgar bike.
Li gorî vê sîstema malbatî zarok tê perwerdekirin, çewsandina kesayeta wî hêdî hêdî bi demê re derdikeve û desthilata xwe li ser kesên ji xwe kêmtir dimeşîne. Em dikarin bibêjin ku êdî ne tenê mirov zererê dibîne xwezaya derdora wî jî mîna lawir û şînkahiyan bandor li wan dibe di encama têkiliya mirovî a şaş bi xwe û derdorê re, tu dibêjî qey ji bîr kiriye ku jiyan hemî zindiyan dihewîne û têra her kesî tê de heye her weha mafê her heyînekê yê jiyanê jî heye.
Her wisa tundî jî yek ji kêşeyên rêlibergirtina hevjiyanê ye, tundî bi hemî celebên xwe dibe destek ku heremiyet û qelisbûna civakê were xuyakirin, tu nikarî bi şêwazek şaristanî xwesteka xwe diyar bike tu neçar dimînî ku bi lêdan, axaftin û tevgera xwe mirovên li rik xwe aciz bike û zererê bigihînî wan û jiyanek wisa ne hevseng jiyan bikî di dawîne têkilîne şaş de.
Tevliheviyên ku hevjiyanê asteng dikin pir in, nayên jimartin û dawîlêanîna wan jî di lûtkeyê de di destê mirovî de ye.
Heya ku ev hişmendî ji holê bê rakirin divê rê li gelek pirsgirêkan were girtin mîna zayendperestî û dagikirina bi darê zorê û bi taybet li gel jinê ev yek jî bi rêya şêwazên demoqratîk û mirovî ku tê de mirov rewaniya xwe ya resen nas bike, armanc û daxwazên jînbûnê têbigihêje her weha zayend û sincên civakî fêm bike.
Heke em bixwazin jiyanek azad û bi hev re jiyan bikin girîng e em vîneke serbixwe û helwestek azad û xweberiyê li gel endamên civakê ava bikin, ji ber civaka ku dagirkirin û desthilatî tê hebe ew koma mirovî tu carî jiyan tê de nadome her kes jê direve û hebûnek taybet li ser hesabê mirovên din ava dike.
Beriya her tiştî divê rê li ber tundiyê bi hemî cureyên xwe were girtin û bi taybet tundiya zayendî a ku li ser endamên herî lawaz di civakê de tê meşandin mîna tundiya bedenî a li ser jinê..hwd.
Divê her yek ji jin û mêr erkê xwe bizanibe û bi guherînê re bidome her wisa hemî sazî û ramanên civakî, şêwazên jiyîn û hestên ku li ser serweriya mêr û koletiya jinê hatine avakirin jî bên guhertin.
Hevaltî, dostanî û bi hev re karkirin ji bo pêşxistina çand û hunerê her weha avakirina têkiliyên nû di navbera jin û mêran de li gel hezkirin, zewac û malbatê ev hemî dikevin di bin sîwana hevjiyanek azad û normal.
Saziyên civakî û perwedeyî rola xwe di vê yekê de dilîzin bi rêya sîstemên perwerdeyî yên herî guncaw û rewa her wekî din bandora tiknolojiyayê a balkêş li ser mirovan mîna temaşekirina fîlm û stranên ku zayendperestî û hizirên dûrî mirovahiyê li gel xwe dihewîne divê rê li vê yekê jî bê girtin bi rêya pevguhertina van madeyan bi hineke ku sûdeke bi rastî bigihînin civakê. Di heman wextê de divê her mirov mafê xwe yê jiyînê di asa û zagonên navdewletî de nas bike wekû nimûne mafê jinê di xwendin û pêşketinê de, mafê zarokê di derbirîn û xuyanîkirina nêrînan de…hwd.
Jiyan careke em dijîn ji ber wisa jî eger em bixwazin welatek ango civakek demoqratîk û xweşik bidin avakirin pêwîst e di bingehê her bûyereke jiyanî de em têkiliyek civakî bira û azad ku mafê her kesî tê de heye ava bikin û dev ji çanda xerabkirina xwezayê berdin ku cewherê hevjiyanê diteyisîne.