Kemal Necim: Danên bi çêja peyva destpêkê

Danê Helbestê

Pelika spî di bêrîka min de xav bûye..

Serê çend mehan e, li peyva destpêkê digerim…

………..

Nizanim kîjan çaxê rojê peyv dimeyên..

Li benda danê helbestê, pelika spî di bêrîka min de xav bûye..

……….

Danê Evînê

Cara pêşî ku min bîra te bir,

Ne danekî rojê bû

Nejî şev bû

Danek heye,

baran mîna meqamê nehawendê, nerm dibare

û li ser keviya pencereyê stranên germ şîn tên..

Cara pêşî ku min bîra te bir,

danê evînê bû..!!

Danê koçberiyê

Pişta min bêvirî ye.. mîna bejahiyake ji sermayê şikestî…

Pişta min vekirî ye, mîna dergehên keleheke têkçûyî..

Her ku dibe danê koçberiyê

dixwazim dîwarekeî li xwe bikim

dîwarekî germ,

mîna hilma qelûna kalikê min…!!

Danê bêrîkirinê

wê rojê, piştî te got bi xatirê te…

şev li min geriya.. ji nişkave min dît ku danê bêrîkirinê ye..

pêre negiham bîstikekê razêm

negiham xewnekê jî biçinim û bidim ber tavê..

a dinî rojê jî

piştî te got bi xatirê te..

pêre negiham bîstikekê te ji bîr bikim,

min hew dît ku danê bêrîkirinê ye..

Danê tenahiyê..

Rojekê rêyeke dirêj dê li pêşiya yekî ji me be

Rojekê ezê bi tenha bimînin

Rojekê dê bibe danê tenahiyê..!!

KOVARA ROJAVA. Hejmara(3)an. Havîna 2020an

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *