EHMEDÊ HUSEYNÎ: PIRTÛKA XWEDAWENDA. ROJAVA. BO ANAHÎTA ŞÊXÊ.

1
Destên te yên ku tembînameyên şehîdan radestî gorepanên dilê min dikirin, yên ku li pey darbesta min dibeziyan, yên ku gora min dinijinandin û navê demsalan li ser kêla min dinivîsandin; ew dest, aniha, wekî nermebaranê bi ser hinarkên evînê de dibarin…
Min di tûrê dastanan de, di paxila afsaneyan de û di bin axa çîrokên xweşmêr û lehengan de veşêre, siwaran hînî berbangê bike, helkehelka pêlên bêrîkirinê bihejmêre, xwe li pêşberî kêrên ronahiyê ragire û bi germahiya destên xwe kirasê bîranînan zuha bike!
Destên te ji semageriya tozê vedigeriyan, her ku nêzî asîtankên sirûdê dibûn, her ku ji şaneşînên dilê min dûr diketin, her ku navê şehîdekî ji xwe dikirin, navê karwanekî gizingê li bejna xwe dikirin û li keviyên dilên xwe dialandin.
2
Destên te di ferhenga gulan de sorguleke xemgîn bû,
Destên te di bersivên jiyanê de diderizîn, destên te di navbera ewran û çiyayan de vedilerizîn, gulberoyên lêvên te hişk dibûn, keskesora çavê te di xweliyê de dima, dengbêjan dengên xwe dikuştin, ez jî wek ava bêrîkirinê bi ser dilê te de dirijiyam..
Destên te ji dûr ve, dema ku ber bi sîberan ve dihatin, mîna seravê diçurisin. Destên te di pirtûkan de dişewitin, di keziyan de xelmaş dibin û di mirina bajarê min de ber bi lavij û xweşxanan ve sernişîv dibin.
Destên te, di navbera Qamişloyê û Amûdê de, kuştiyên sînoran, serpêhatiyên çolistanê, bilûrên bi tenê mayî, şervanên serê çiyê, dîwarên bilind û genimê tolhildanê diçandin
Destên te, şerê bagerê dikirin, di rûyê şevistanê de radiperiyan, ahengên mirinê amade dikirin û xwe bi jiyanê ve diteqandin.
Destên te radiperîn, dengê te berz dibû, stiranên te gur dibûn, gewriya te birîn dibû, matmayî bi ser xwînê de dibariya, Arînê serê xwe datanî ser çoga te, Barînê çavên xwe di berbanga stiranê de vedikirin, guman bi ser kêra wateyê ve diket, êşa min û te bi ser pirtûkên xatirxwestinê ve, diherikî.
Min dergehê dilê xwe vedikir, da ku ewrên şehîdan derbasî esmanê evîna min bibib!
Min pencereya giyanê xwe vedikir, da ku Serhed û Lewend derbasî şaneyên xwîna min bibin!!
Min devê xwe vedikir da ku Viyanê, Avestayê, Bêrîtanê, Jîndayê, Sirxwînê, Avşîn û Zavînê derbasî hinaseya min bibin!!!
Min helbesta xwe vedikir da ku Dilîşan û xerîb, Deniz û rizgar derbasî tawanbariya bahoza nasnameya min bibin..
3
Destên te kirasên nehwirînan li xwe dikirin û neynikên tirsê li pey xwe di mijê de dihiştin.
Di berbiyaniyan de gulwazên ronahiyê dirêsan û di ronahiyê de li şînîgiriya lêvên Rojavayê temaşa dikirin.
Destên te bi destên min digirtin da ku sînorên goristanan wenda nekim,
Da ku di navbera nermebaran û rondikên te de şaş nebim,
Da ku di himbêza welatekî evînkuj de haş nebim,
Da ku di navbera serbir û rêbir û şagirdên tembînameya şehîdan de
xelmaş nebim..
Da ku di navera berhevkirina pelên temenê xwe û vedîtina şûnşopa tiliyên te li ser sînga Qamişloyê de bêzar nebim..
Da ku di navbera zemîn û asoyan de
Di navbera alal û hîroyan de
Di navbera westan û mîroyan de diljar nebim..
Da ku li ser devê durêyên xwînê dabeş nebim
Di buhuşta girnijîna te de rûreş nebim
Di bînvedana reşebayan de serxweş nebim.
4
Destên te; gerdena xewnê, eniya ahengên şervanan, perwazên tavsorkê û xetîreya destê lehengan bi stêrkên rijiyayî û bi Xwedawendên çurisînê dixemilandin..
Destên te serdemên dirinde di himbêza Kobaniyê de perwerde dikirin, rêçên kesk di xuşîna sîberên Efrînê de vedikirin, sorgulên aşiqan li ser hinarkên zeytûnê belav dikirin, goristan bi goristan, çîrok bi çîrok, çeper bi çeper digeriyan û gulava Rojavayê bi ser lûleyên tivingên xweşmêran de dirijandin.
Destên te kelehên ji sîberan dirûxandin, Xwedawendên aziryayî li newqa Kela Semanê dialandin û li ber dengê goyînan, li bin sawa kavilan, di wêranê de, di talanê de, di gulebaranê de, di qîrîn û halanê de û di dengvedana Avestayê de; ferhengên nalîn û keservedanê li ber lingên te diçemandin…
Destên te yên ku ne dest bûn
Destên te yên ku ne hest bûn
Destên te yên ku serhişkî û helwest bûn
Destên te yên ku al û slogan û darbest bûn
Destên te yên ku nîgaş û hêma û helbest bûn
Destên te yên ku velerzîn û guman û şevpest bûn
Destên te yên ku tenha û sergerdan û pir mest bûn
Destên te yên ku ne dest bûn
Di xatirxwstinê de
Dilovan û nermtirîn dest bûn…
Di hevdîtinê de
Kevok û germtirîn dest bûn..
Di tûrebûna rêwiyan de
Di xwelibakirina keziyan de
Û li pêşberî nalîna dayikên şehîdan,
şermtirîn dest bûn..
5
Li wir,
Li ber deriyê Mizgefta Qasimo,
Li bin siya dara stiranên Mem Ararat
Li paş rewrewka bîranînan
Li xilwetxaneya zaroktiya beravêtî
Di rûyê kamîreyên qedera Rojavayê de
Û di rûyê te de
Wekû barana serê payîzê
Bi ser porê te de dibariyam…
Di gewriya zeytûnan de diqîriyam…
Destên te stûnên azadiyê bûn û bajarên min ji hilweşandinê diparastin,
Destên te rûpelên spî bûn, xewnên min ji keysperest û welatfiroşan direvandin,
De destê min di nav destê xwe de bihelîne!
De destê min bi ava pirsan binimîne!
De destê min bi şewata peyvan bigirîne!
De destê min bigire!
De dergehê goristana Amûdê li pey min bigire,
da ku dengê dayika xwe û dengê şehîdên êgir nebihîzim!!
Li vir,
Mîrên cengê,
generalên nexweş,
bazirganên mirinê,
rewanbêjên siyasetê
û bilindgoyên oxirê, heft sal û heft talanan bi ser me de bariyan.
Min dixwest tirsa te sivik bikim
Min dixwest barana destên te bim û dilê te hênik bikim
Min dixwest li naveroka êşa xwe guhdarî bikim
Min dixwest ewran ji te re bikim gerdenî
Min dixwest bageran di himbêza te de razînim
Min dixwest miriyên ku min bêriya wan kiriye hişyar bikim
Min dixwest çîroka dastanê tu bî
Min dixwest xuşîna gulgeniman tu bî
Min dixwest dûmana daristanan tu bî
Min dixwest sertaca welatê min tu bî
Min dixwest dilopa ava tênahiya min tu bî..
6
Li vir,
Hemû rêçên me ber bi govenda Rojavayê ve diçin,
Hemû balindeyên me ji esmanê Rojavayê hildiweşin,
Hemû mirinên me di pirtûka Rojavayê de dikolin
Hemû rêberên jiyanê di şopa Rojavayê de dixeniqin
û hemû serkêşên dîlanê di helkehelka Rojavayê de diperitin.
Yê ku lehengan dipesinîne ez im
Yê ku reşgirêdanê direqisîne ez im
Yê ku tirsa sînoran diçewisîne ez im
Yê ku ji êşa xwe danakeve ez im
Yê ku ji çermê xwe dernakeve ez im
Û yê ku li ber serê Rojavaya te rakeve ez im..
Yê ku ji ser dara memikên te danakeve ez im
De destên xwe li ber baranê veke!
Ma ne em di navbera Serêkaniyê û Kobaniyê de
Pêrgî reşeewrên Xwedê dibin
Ma ne em li ser sînga MişteNûrê
Pêrgî rûbar û rûpelên xwînê dibin…
Xwe ji bayê sibehê yê tijî barûd vedidizim,
Bi dizî li zeytûnên çavên te yên xemgîn dinêrim Efrîna min,
Deşta Sirûcê di zerebayan de dixwînim
Dîsa Şêxê Senanê li kavilên Eyndarayê dibînim.
Tembînameya aşiqan, pê re, ji Derwêşê Evdî re dişînim.
7
Li ser çogên te; çogên ji xunavê zuhatir, çogên ji xunavê xwekujtir;
Şermolayê, mîna serbirekî afsanewî,
Mîna xwedawendekî şkestî,
Mîna ku çavdêriya ezelê bike, rûdine…
Êdî ji kîjan navên mirinê dest bi ferhenga lorîkên te û dest bi sazbendên nehwirîna xwe û dest bi xatirxwestina şehîdên xewna te bikim?
Tu neviyê êlên xwînê û pêlên helkehelkê û neviyê kêlên westanê yî..
Tu dara miradan û dara bêmiradan î..
Tu navnîşana welatên şkestinê yî..
Tu ref û revend û rêving û rewrewk û raperîn û bendergeha axînkêşanê yî..
Ez jî govayê serjêkirina gulberoyên kenê te me lolo!!
Ez jî di bendewariya hilatina bişirîna te de;
Di her kêlîkekê de, bi sedan kêlîkan dihejmêrim û mîna gulgeniman dimirim lolo!
Tu rêbirrê hemî durêyên xewn û xeyalan î..
Ez jî di qîrîna navên te de wek reşeewrekî dilerizim..
Li ber çavên te wek neynikekê diderizim…
Û di çolistana êşa te de wek tawanbarekî digevizim…
Tu bi şûrên firişteyên dîrokên xwe; xwe diparêzî..
Ez jî xwe bi dûmana çîrokên te dinixumînim..
Tu li van parzemînên singoyan; bi tenê yî..
Ez jî di tenhatiya evîna te de pirtir dibim lolo!!
Gulavên xwe yên jibîrbûyî amade dikim, lêvên te yên ji endekoyan
li ber devê sînoran dipesinînim, ji pey sirûdên te yên ji gazî û hawaran venagerim..
Zivistanan, Girê Mozan, berfa Zagrosan, kuştiyên bîra xwe, di bêrîka xwe de ji te re tînim,
Berbejnan, bazbendan, çavşînkan, hemî bend û ayetên Xwedê bi eniya te ve vedikim
û dergehên kenê te yên ji tozê, kenê te yê ji elindê, navika te ya ji mermerê di rûyê tolazan de digirim..
Ew çi ye mina mizgîniyekê ji dilê te diherike?
Ew çi bagereke rûreş e bi newqa te ve hildiperike?
Ew çi pêximberekî tirsonek e ku li ber lingên te dirikrike?
Ew çi stêrk in li ser milên te diçurisin?
Ew çi konên reş in, di kolanên hinasa te de dimelisin?
Ew çi zemawend in, di gorepanên temenê te de poşman dibin?
Ew çi halan û govend in, di gurmegurma kêfxweşiya te de gumanbar dibin?
Ew çi tembîname ne di hibra çavên te de talan dibin?
KOVARA ROJAVA. Hejmara(3)an. Havîna 2020an