YANÎS RÎTSOS: BELKÎ SIBÊ EW Ê ME BIKUJIN..

9 helbestên bijare yên Yannîs Rîtsos
Werger û amadekirin: Azad Ekkaş
Yannîs Rîtsos, jînenîgarî:
Yannîs Rîtsos li Bajaroka Menemvasiya di yeka Gulana 1909an de hat dinyayê. Hema piştî ku ew ketibû Dibistana Qanûnê li Zanîngehe Atînayê, ew bi jana zirav ket û çend salên li dûyê di sanatoryûmên curbicur li Atînayê û girava Krîtê borandin. Wî weke tîpkar, edîtor, lîstikvan û semaker xebitî. Di sala 1933yan de, ew tevlî rêxistina çepgir a çandê Pêşeng û hingî ve ew ji tevgera çepgiriyê re alîgirekî dilsoz û piştevanekî çalak ma. Ji be vê, ew ji aliya hukmetên rastgir bi saalan ve li kampên girtîgehan û ên sirgûnkirinê hat tepeserkirin, him di salên şerê navxweyî û him jî di salên dîktatoriyetê de. Ji ber çepgiriya wî, pirtûkên wî gelek caran li Yewnanê hatin qedexekirin. Di tebaxa 1936an de dîktatoriyeta rastgir pirtûka Yannîs Epitaphios, a ku çepgiran ji xwe re weke sirûd pejirandibû, li ber pêgehên Akropolîsa Atînayê hat şewitandin.
Rîtsos di temenekî pir biçûk de dest bi nivîsandina helbestê kir. Helbestên wî yên pêşîn di kovarên wêjeyê yên salên 1927-28 de û dîwana wî ya yekê “Terektor” sala 1934an belav bûn. Jê û pê ve wî bêhtirî sed dîwanên helbestê, pirtûkên gotaran, ên şanoyî û yên wergerê hatine weşandin. Gelek ji pirtûkên wî hatin wergerandin bo 48 zimanan û navdariyeke li ser asta navneteweyî bi dest xist.
Îro roj, Rîtsos yekî ji helbestvanên Yewnanê yên herî mezin di sedsala bîstan de. Helbestvanê frensî Liwîs Aragon carek gotibû ku Rîtsos “helbsetvanê herî mezin ê serdema me” bû. Ew heft caran bo wergirtina xelata nobelê bû namzet bêyî ku xelatê bistîne. Lêbelê gelek xelatên din wergirt li ser asta neteweyî, herêmî û navnetweyî.
Belkî siba ew ê me bikujin
Em hundirkî digirnijin.
Girnija han, êdî em vedişêrin.
Girnijeke derqanûn e,
Çawa taveroj bûye derqanûn,
Rastî jî wanî bûye derqanûn.
Em girnija xwe vedişêrin, eyn çawa di berîkên xwe de,
Em wêneya yarê vedişêrin,
Eyn çawa em ramana azadiyê,
Di nava du pelin dilên xwe de vedişêrin.
Li vir ba her kesekî ezmanek heye û heman girnij.
Belkî siba ê me bikujin.
Belkî siba ê me bikujin.
Girnija han û ezmana han, ew nikarin ji me bistînin.
Girnija han,
Girnija han,
Girnija han, û ezmana han, ew nikarin ji me bistînin.
Jin
Jin pir dûr in.
Bêhna şevxweşiyê ji çerşefên wan tê.
Nan bi xwe datînin li ser masê daku em bala xwe nedin ku ew
ne li vir in.
Dûr e em tê digihin, qey me şaşîtiyek kiribû.
Ji ser kursiyê em radibin û dibêjin:
“ Îro tu têra xwe westiya bû, ha!” an jî “Vaye ez hatim qendîlê pêxînim.”
Ku em çixatê pê dixînin, ew bi nermî xwe dizivirîne,
berê xwe dide mitbexê bi wê dilsoziya neravebar.
Pişta wê çiyayekî xemgîn e, barê sed miriyan lê ye.
Miriyên malbatê, yên wê û yên te .
Tu dengê pêgavên wê dibihîsî li ser textikên kevin dikine zîqzîq
Tu dengê firaxan dibihîsî, li ser refikên xwe digirîn
Dûre dengê trênê tê, leşkeran dibe eniyên şer.
Prose (pêvajo)
Roj bi roj ew xwe ji çek dixist.
pêşî wî xwe ji cil xistin
paşê ji bincilan, paşê ji çermê xwe,
paşê goşt û hestî,
hetanî ku talî
ew cewhera sade ya germ a pak li wir ma
Bi dizîka, bêdest
jê cerikên biçûk, helbestin û mirovin çê dike
belkî ew bi xwe yek ji nav wan de bûbe.
Avakar
Ma te ew dîtine, avakarên ku bi xûya xwe avakar in
û ew ên din ên bi riya hînbûnê
û cureya sisiyan ên ava dikin daku tola xwe ji mirinê hildin
û yên bi zanebûn û bi rijdî weha dikin?
Niha ew hemî radiwestin û dûre,
Destên tije gêç bi pantelonên xwe ve vedimalin,
xwêdanê û giriyana xwe vedimalin.
Çavên xwe, ew venamalin.
Dîsa jî wilo cebale xweşiktir cihê xwe digirie.
Ji daxwazên wan wêdetir xwe xweşik digire.
Loma, bi şev, avaker hemî
bi wê “wêdetir”a nenas û nemisoger xewn dikin
û her sibeh “virde”yeke baştir ava dikin.
Pêşbînê
Porê wê di tevliheviyeke domdar de ye,
qey sibehek e û xwe berdaye bi ser laşin nedîbar de
an jî bi ser laşê xwe de,
“Behreya pêxemberiyê, diyariyeke bed e.”
wê digot, û tora tarî
di serşokê de li ber çavên wê hêl dibe
weke porê wê bi xwe – ne toreyeke
ji mirinê lê, hîn xerabtir, toreyeke ji xefktêwerbûnê ye,
toreyeke zikreşî yan jî bêhaviltiyê. Û aniha dîsa
ew demjimêrên dilhebîn û tenik ên beharê
nêzîk dibin- zarokek lingên xwe dixe
ew hewza serşokê ya kûr, bi sabonê dilîze…
Bi serê nenûkên xwe Pêşbînê
li du cihan porê xwe jev dike, mîna ku
li lîrekê bide; paşê awiran vedide derve li dûriyên,
texmînina di cih de her û her dike, û digirinije.
Keçikin zirav
Keçikin zirav li peravê xwêyê kom dikin
bi haqas keder, ew qas xwedaqûlkirî- li deryayê nanêrin.
Li wira, baberikek, baberikeke sipî,
ji nava şînrengiyê gazî wan dike
hingî keçik lê nanêrin,
ji keserê ew dibe reş.
Daxurîn
Kûr di valahiya hûndrîn de, bêyî tu darûber,
Dîsa jî ew darên ku dibin kursî,
rûniştek, mase, sendûq dinimîne.
Jina bêdeng li ser wî qurmê darê rûdine; bi ser lingên xwe ve girtiye
Ew li maşotê dinêre hingî ew li ser erdê dixuşe_
Maşoteke kesk a têrduhn ketiye ser riya şaş,
Heman maşot yê ku text xwaribûn û aniha
hatiye xênî bixwe,
wêneyên li ser dîwêr û werîsa bi binbên ve daliqandî jî bixwe.
Veguherîn
Min bi dêlehirçê ra nazik nazik da û stand-wî got- min ew kedî kir.
Pêşî min nanê xwe jê re avêt, paşê seriyê xwe.
Niha dêlehirç bûye ez û neynik.
Niha ez li ser kursiyê rûdinim, nenûkên xwe li mevred dixim,
boyaxa sor an jî zer li wan dikim .
Ez li wan dihêlim.
Li wan dinêrim, min diecibînin.
Ez nikarim dest li tiştekî bidim.
Ez ji mirinê ditirsim.
Ji zincîra li dora stûyê xwe ez tacekê çê dikim,
li ser eniya xwe li xwe dikim. Niha, ka ez ê çi bikim?
Divê ez hertim li ser piyan bisekinim serî rakim, û bi jor de binêrim.
Dîsa jî di nîvê şevê de,
di bêxewiya xwe ya nû de, çendî bimeşim jî,
Ez pêgavên xwe dibihîsim deng vedidin di bin deriyê xefkeqefesê re,
cihê ku zincîrên din bi dîwêr ve daliqandî ne.
Tenêtiyin biçûk
Li kuncika hewşê, nava aravan
Hin gul di bin barê bêhna xwe de piştxwar dibin.
Tu kes tu carî bêhna van gulan nekiriye.
Tenêtîya ku biçûk be nîne.
Çavkanî
Antonis Liakos, “Hellenism and the Making of Modern Greece” di: ´Hellenisms: Culture, Identity, and Ethnicity from Antiquity to Modernity´ de, weşanxane: Ashgate Publishing, Ltd., 2008, rû. 216.
KOVARA ROJAVA. Hejmara(2)an. Buhara 2019an