XALID OMER: BISTIRÊ

Ey şiva destê jiyanê
bêje dara sindiyanê
xeyidîne ji buharan
elesên bayê beyanê
ka şevîn û kanî bade
ka meya merzonî sade
heye dîsa bicivin em
ji zebad der bê zebade
Wey li min kolanê vala
nayê dengê ti hevala
dûr û dûr çûn mase ya min
şevnişînên wan peyala
Cewşen û ceng û cirîd e
roj di dêrana girî de
Kes nema digrî bi min re
koç û kerwan çûne kwîde
ax û sed axîn welato
çib me hat û çib te hato
hestiyê mêran didêre
bê hedan û bê tebato
Felekê ber ay û aye
xweh birîn e êş bira ye
Terqiyan çûk û kewê me
Dav li pêşya çi veda ye
ka siwarên ku peya bûn
tev di deryan de nimabûn
em ne nokal kevira ket
lê pelên badîhewabûn
Ey dilo vêxe şemalê
rê bide xewn û xeyalê
Da bibînim her kesê ku
Dûr ji mal ketye li malê
bistirê ber çem û ava
heyv sitêr tev çûne ava
moriyên hêvyên me weşyan
Navbera deryaw delava
Kovara Rojava: Hejmara 1ê, zivistana sala 2019ê