Girê Mozan

Marîlyn Kelly-Buccellatî û Gîorgîo Buccellatî

Wergêr: Zagrosê Haco

Cih

Vekolîna li Girê Mozan ji sala 1984an ve di bin çavdêrîya Marîlyn Kelly-Buccellatî û Gîorgîo Buccellatî de bi rê ve diçe. Nexşe piranîya cihê vekolînê dide dîyarkirin. Girê bilind nêzîkî 600 metrî dirêj e û bilindayîya wî jî ji erdê 28 metr e. Bajar tev li derdora xwe nêzîkî 1500 metrî ne. Li gorî vê yekê, êdî ev cih di dema boşîya xwe de, Berî Zayînê bi sê hezar salan dibe yek ji mezintirîn cihan li tevayîya Sûrîyeyê. Ji bilî mezinbûnê rastîyeke din a balkêş a Girê Mozan heye, ew jî homojenîya radeya niştecihbûna wê ye; ji ber ku wek ku ji belgeyên berçav ên niştecihbûnê yên vî cihî dîyar dibe, ji serê gir bigire heta binê wî û heta bi derdorên derve yên bajêr jî, dîroka wan vedigere Berî Zayînê bi sê hezar salan.

Herêm

Deşta Xabûr li Rojhilatê Sûrîyeyê roleke sereke di pêşveçûna avakirina bajarvanîya kevn de lehîstiye. Dibe ku di hin radeyan de li deşta Heryane li Başûr, bûbe hemberî bajarvanîya bilind a Sûmeran. Çandinî yek ji faktorên vê pêşveçûnê ye. Herêm wek îro, ji berê de jî bi xêr û bêr bû. Çandinîya bi ava baranê her û her têrê dikir û pêwîst nedikir ku cotkar zevîyên xwe av bidin. Bi saya vê axa bibereket, bajarên nû peyda bûn û hê di destpêka dîroka şaristanîyê de ev bajar mezin bûn. Bajarên mezin ên wek Chuera, Birak, Mozan û Leylên, şahidên dîyar ên vê yekê ne.

Mirov kare bi xweşî bibêje ku sedema sereke ya mezinbûna hêza bajarekî wek bajarê Girê Mozan, cihê wî bi xwe bû. Ew cih kilîta bazirganîya di nav Çîyayên Anatolyayê de, çîyayên ku bi madenê sifir (û dibe ku bi pîlê jî) zengîn û di nav bajarvanîya mezin de ya li Başûr bû. Di vî warî de, Çîyayê Mêrdînê yê di dîmenê Mozan de pir berçave, ji xwe hejmara mezin a tiştên bronzî di vekolînên me de, dibe ku delîlên girîngîya Mozanê yên kevnare bin, çawa ku dergehê bazirganîyê di dîroka Sûrîyeya kevn de maden bû.

Dîrok

Wek hîpoteza kar, em guman dikin ku Mozan digihêje bajarê kevnar Orkêş, ê ku li vê herêmê diket û ji mêj ve tê gumankirin ku li cihê vî girî bajarê Amûdê be. Ji dema ku me karîbû em xwe bisipêrin rastîya ku girêdana Orkêş bi girê Amûdê ve şaş e, em dibînin ku hemû argumentên ji bo Amûdê û Orkêş hatibûn bikaranîn li ser Mozan -ku girê nêzîkî Amûdê yê herî mezin e û dîroka wî vedigere sê hezar salî BZ- û Orkêş pêk tên. Tevî ku armanca vekolînên bi dû de ew bû ku bidin dîyarkirin ku Mozan ne Orkêşa kevnar e, lê dîsa jî ev cih û profîlê navenda Hûrîyên kevnare li hev tên: Eşkere ye ku Mozan BZ bi sê hezar salan gihaştibû radeya xwe ya bilind û Berî Zayînê bi du hezar salan melûl bûbû û dawîyê tev de di nîvê du hezarsalîya BZ de wêran bûbû.

Berî Zayînê bi sê hezar salan heyama Ebla li Rojava ye û heyama Marî û Sûmeran li Başûr e. Dibe ku rengekî taybet ji çanda wê ya materyalî (arkîtektûr û nemaze sîramîk) bi destpêka bajarvanîya Hûrîyan ve girêdayî be, çaxa ku Oerkêş wek navenda sîyasî û olî ya sereke dihat naskirin. Di hebûna bajarvanîya Hûrîyan a sê hezar salan BZ de hinek dîtinên cuda hene. Lê belê, dawîya dawî heke mirovên heyamên berê yên li Mozan dijîyan li çi vegerin jî, dîsa rastî ew e ku li vir bermayîyên bajarvanîya Sûrîyeyê ya kevnar liberçav in.

5000 sal BZ            Til Halaf

4000 sal BZ            Destpêka Birak û Leylên

                             bandora Sûmeran

3000 sal BZ            Destpêka Mozan û Chuera

2500 sal BZ            Sûrha bajêr a hundir, li Mozan

                             serê Girê Mozan

                             Pûtxana BA li Mozan

2300 sal BZ            Akadan Birak bin dest kirin

1800 sal BZ            Heyama Xabûr: Herêma C1 li Mozan

                             serê Girê Marî û Leylên

1500 sal BZ            Heyama Nûzî: Herêma BH li Mozan

                             wêranbûna Mozan

Sûrha Bajêr

Di bingeha jêrîn de, girê bilind bi sûrheke mezin hatibû rapêçan. Me li du cihên gir ên cuda herêma K û S1 vekolabû. Lê mixabin ku ew li tu deran bi mezinayîya xwe ya ku bê guman di wexta xwe de çavên serdanvanan dadigirt, nayê dîtin. Dîwarên sûrhê gelekî sitûr bûn, ew ji kelpîçan hatibûn avakirin û dibe ku bingeha wê gihaştibû latê jî (hîn jî divê bi vekolanê were derxistin) û bircên zêrevanîyê jî li hawîrdor di sûrhê de hatibûn avakirin. Kaşekî bilind ê lihevhatî ji nava bajarê nizim radibû û digihaşt binê sûrhê (çawa ku mirov bi rengekî ferehtir di kelehên heyama navîn de wek ku li keleha bi nav û deng a Helebê dibîne.) Dibe ku li dora vî girî sengerekî fereh ê tijî av jî hebû, lê heger wilo be jî, em di vekolînên xwe de hê jî negihaştinê. Dereng, di dawîya sê hezar salên BZ de, xuya dike ku bajar tev dikeve bin rûdana jibîrkirinê, ji wê jî hew erkê parastina gir dimîne û senger bi ax û kevirên ji avayîyên bajêr ên hêrivtî tê dagirtin. Di parçê ku me kolaye de me kavilê embarekê dît, ew ji cihekî ji hundirê bajêr hatibû dagirtin û bi xitmeke giring hatibû mohrkirin. Dibe ku xitma li ser derî be, dema wê jî ji nîvê sê hezar salên BZ ve ye (Destpêka Xanedanîya III).

Ji ber berdewamîya ferehbûna demografî, gerek bihata xuyakirin ku sûrheke din di wê demê de li derdora bajêr hatibû avakirin. Di vî warî de, lêkolîn ne bi misogerî hatine piştrastkirin jî, lê ferehbûneke ku dora bajêr tev dorpêç dike, tê dîtin. Di her radeyê de bêşik e, ji lêkolînên me û ji lêgerînên li herêma derveyî bajêr ku ew jî parçekî avakirî bû ji bajêr û ku ew jî tevayîya girê bilind ji heyama sê hezar salên BZ ve ye. Li herêmeke derveyî bajêr goristaneke hemdem hat dîtin û tê de jî komeke giranbuha ya firaxên ji sîramîk û bronzê hatine dîtin.

Peykertiraşîya Berî Zayînê bi Sê Hezar Salan

 

Di cihekî şewitî de -hema hinekî li pişt mihraba pûtxaneyê- me peykerê şêrekî dît. Peyker kevn bû û li gorî delîlên stratîgrafî ew ji nîvê Berî Zayîn bi sê hezar salan ve ye.

Peykerên şêran ên ku adetên wan ên hunerî ji heyama şêrên me ne lê stîlê wan ji hev cuda ye, di embarên peykerên Sûmeran de tên dîtin. Sûmeran şêr bi riheke berçav dineqişandin. Ew rih bêhtir wek berstika cilên heyama navîn bû û kêm wek pirça bersînga şêran bû. Gelek stîl didane çavên şêran, wek ku yên hunermend tu caran şêr nedîtibin. Dibe ku şêrê me yê Mozan ne wek ê hevrikê xwe yê Başûr şahîk be, lê ew ji wan bêhtir

 

wek şêrekî rastî ye. Neqişên pirça sînga şêrê Mozan -tevî ku hinekî gijol e jî- lê ew wek pirça rastî xuya dike û lep bi xwe jî hatine neqişandin. Bi giştî, mirov yekser di şêrê Mozan de têkilîyê di nav sipehîtîya hesan û jîndarîyê de dibîne ku ew têkilî li derên din di wî heyamî de kêm bû. Dibe ku bi tenê du şêrên ji Orkêşê yên nuha li Motropolitan û Louvreyê ne, karin bibin hempayê şêrê Mozan. Ev şêrên bronzî bi awayekî reyalîtir hatine neqişandin û bi destên peykertiraşên jêhatîtir hatine çêkirin, lê mirov şengî û jîyandarîyê di wan de wek a di şêrê Mozan dibîne.

Li herêma pûtxaneyê ferşekî kevirî hat dîtin, ew ji her du alîyan ve neqişandî bû. Li alîyekî vî abîdeyê bi serê xwe, neqişandineke neadetî hebû; ew komeke lawiran bû, hemû jî di haleta lebatê de bûn. Ev jî cudabûneke tûj di nava mijara lawirên xaçkirî yên ji alîyê hunermendên Sûmerî ve li Başûr dihatin neqişandin. Li cem wan, lawir ji ber teşeyê xwe giring dihatin dîtin, ji ber vê yekê jî wan ew bi awayekî sîmetrî û gelekî bêliv bi cih dikirin. Di ferşikê me de neqiş ne bibang, lê bêhtir bi awayekî xwezayî hatine çêkirin, ew jî dihêle ku mirov bihese ku ev komek ji garana lawiran e.

Bi mijara xwe, alîyê din ji ferşik hê balkêştir e. Yekî cotkar, haletê wî li pey dewarên cot di dest de ye û kûçikek di ser re hatiye danîn. Cotkar di dawîya dîmenekî de hatiye danîn û li pişt wî cihekî fereh ê vala hatiye hiştin. Ev herêma fereh a vala, xêzên qurçikî yên ber bi jêr de bel dike.

Tiştê din jî yê ku dihêle ku ew bêhtir dramatîkî be, lingê cotkarî – wek ku ji qurçikê hatibe- ji erdê tê hildan e.  Ev ber bi pêş ve çûn, bi ling, laş û serê cotkar ber bi pêş ve hê xurtir dibe û lebt di lingên dewêr de jî xuya dike. Dîmenê ji ferşikê Mozan bi levanîna xwe gelekî ji hunera hevrikê xwe li Başûr pêşketîtir e, ên ku li ber xwe nedida, lebatê bi awayekî wisa dramatîkî bineqişînin.

Sîramîk

 

Dema sîramîkê ya pêşî heta ya dawîyê ku li Mozan hatine dîtin bi tenê dirêjayîya hezar û pênc sed salî dikişîne. Sîramîkên herî kevn (destpêka sê hezar salên BZ) firaxên xweşik bi rengê porteqlî bûn û ew ji hudir ve neqişandî bûn (wek ku li jor tê dîtin). Ji ber ku cara pêşî Sir Mallowan ew litaqê kûr, ê pêncan li Nînewa dabûn naskirin, êdî navê Nînevîte V li wan hatibû kirin. Teşeyên pêşî yên firaxên ku hatibûn çêkirin, cêr û pîyaleyên piçûk bûn ku dibe ji boyî vexwarinê dihatin bikaranîn. Piştre cêrên mezintir dihatin çêkirin, lê belê êdî ew nema ji wê kîla baş bûn.

Di dema dawîya Nînevîte V de, berhemeke nû ji sîramîkên gelekî rind dihat çêkirin. Ew bi firaxên madenî bi nav dibûn; ji ber ku bi şewtandina kîlê rengê alavên madenî bi wan diket. Firaxên madenî li vê herêma Xabûr hatine afirandin û pê bazirganî bi Bakur û Başûr re dihat kirin. Firaxên bi vî rengî li herêmeke fereh tên dîtin. Texlîteke din ji sîramîk li herêmê bi ferehî tê dîtin ku êdî navê Firaxên xabûrî lê bûye. Ew texlît digihêhe destpêka du hezar salên BZ û ji ber kemberên ferehî ji rengê qaweyî û sorê tarî li dora firaxan, ew bi hêsanî tên naskirin.

Di nav sîramîkên herî dawî de (ji nêzîkî sala 1500 BZ) pîyalên risimandî yên bi navê Firaxên nûzî hatine naskirin hene û ew gelekî, çi li qesr û qûnaxan û çi jî li avayîyên cemawerî be, her li bareş û her li baxerbê Mozan jî peyda dibin. Ji ber ku ev heyama dawî ya niştevanîya Mozan e, êdî ew nema li herêmê tên dîtin, lê teşeyên wan nazik û motîvên wan xweser in (li jor xuya ne).

Pûtxaneya Şêr

(Pûtxaneya BA)

Avayîya sereke di gir de hat vekolan: Em ê bi nefermî navê “Pûtxaneya Şêr” (nîşana fermî “Pûtxaneya BA” ye) li gorî peykerekî piçûk ê şêr ku li cihekî bel di hundirê avayîyê de hatibû dîtin, lê bikin. Fazên destpêkî yên avakirinê (Faza A1a), ku hema bibêje bi tevayî di vekolînan de hatiye vekirin, mirov kare bigehîne nîvê sê hezar salên BZ (Destpêka Xanedanîya III di mijara Mezopotamyayê de). Ew struktûreke mezin e (15 x 24.5 m), mirov ji Başûr di ser rampeke bêdûzan re derbasî wê dibe. Serdanvanên ku derbasî eywanê dibûn divîyabû di rêyeke gelekî kûr re herin, hingê bala wan ber bi rexê rastê ve diçû, li wir li cihekî hinekî navendî, latekî mezin ê (gişt 1 x 1.5 m) stûnî hatibû danîn. Xwelî di kortikeke di serê wê de hat dîtin û cokek jê diherikî nav cêrekî ku di erda xênî de hatibû çandin. Tê gumankirin ku ew maseya pêşkêşkirina gorîyan ji Xwedê re bû.

 

Guhartina modela berê bû sedema avakirina du dîwaran li pey hev û ber bi dawîya vê eywanê ve. Dîwarê pêşî zirav û ji kevir bû, ew yekser li pişt maseya gorîyan bû û yê mezin ji kelpîçan û nêzîkî dîwarê paş bû. Ev dîwar di şûna perdeya pişt şanoyê de bûn (faza A1b, li plan binere.) Peykerê şêr nêzîkî banî di nav kavilê dîwêr de hat vedîtin û dibe ku ew di pûtxaneyê de di nav koma peykerên ku nûnerîya payebilindîya Xwedê dikir be. Her du dîwarên dirêj ên pûtxaneyê nêzîkî 1.6 metrî sitûr in û her duyên kin du caran ji wilo sitûrtir in. Dîwar ji kelpîçan hatine avakirin û bingeha wan gihaştiye latî. Berazên li ber dîwaran paldayî û bircên anîşkan hêzek dida avayîyê û ev hemû didine xuyakirin ku divê di asoyê heyama kevnare de ew be cihê desthilatdarîya bingehîn li herêmê. Nêzîkî 100 parçên bronzî li herêma pûtxaneyê hatine dîtin.

 

Erê ne bi gewdeyê xwe, lê Mozan “Pûtxaneya Şêr” li Sûrîyeyê di wî heyamî de ji yên herî mezin e, ferehîya wê tev de wek avayîya Pûtxaneya D li Ebla û Aussenbau û Steinau I li Chuera ye (dibe ku ew jî wek pûtxaneyên tîpên atîs bên hejmartin). Lê di wexta ku pûtxaneya Ebla li gorî sitûrbûna dîwarên xwe ji hundir ve gelekî zirav bû, avayîyên Mozan (dibe ku Chuera jî) ji hundir ve gelekî fereh bûn (gişt 9m fereh). Ev kêşeya avakirina banê xênî derdixe meydanê. Ji nû ve avakirina avayîyê li gorî lêkolînên kûr ên endazyarî, dipejirînin ku dibe formeke destpêkî ya banên sêçikî hatibe bikaranîn (çawa li jor tê dîtin).

Sê fazên din ên avakirnê hatine naskirin, a dawî ji heyamê Xabûr ve ye (nêzîkî 1800 BZ). Vê yekê kir ku danîna avayîyan bi awayekî radîkal were guhartin, dibe ku bi rastî ev be sedema ku êdî ew hê ji dawîya sê hezar salên BZ ve hew wek pûtxaneyê hatibe bikaranîn.

Di vekolînên bisînor de, çend struktûrên piçûk li herêma Bakur û Rojhilatê pûtxaneyê hatine dîtin. Dibe ku ew bi erkê xwe bi pûtxaneyê ve girêdayî bin û dibe ku ne wilo be jî. Li cihekî ji wan, ew ferşikê bi dîmenê cot û cotkar neqişandî û yê garana dilivî hatine dîtin.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *