ŞÊRO DALÎNÎ: EFRÎN

Tu girîyekî girs î
Di ser ê min de
Û bi min de dirijî
Di sînga min de navek heye
Ji çavên min tê xwendin
Xew nakim ta ku bê dîtin
Nefffret li cîhanê be
Kurdê çeleng bê dar û pişt e
Jîyan di bablîsokê de
Kurd li jîyanê
Ji rastîyê wêdetir ew e;
Kurd di xwîna xwe de
Xwîn di dijmin de
Newêre nêzî xewna wî bibe.
Efrîn zeytûn e û zeytûn ya min e
Zeytûn Efrîn e û Efrîn ya min e
Efrînê..!
tiff bike rûyê gerdûnê û navê xwe di enîya Xwedê de binivîse
Barîn,
Evesta,
Amed,
Çekdar,
Şiyar,
Bagok
û Ararat
û hemîyan di zikê asîman de biçîne
û di gel sirûda nemiran
bixwîne.
KOVARA ROJAVA. HEJMAR(0). SALA 2018ê