SEMED BEHRENGÎ: MASIYÊ REŞ Ê PIÇÛK

SEMED BEHRENGÎ: MASIYÊ REŞ Ê PIÇÛK
WÊNE: MATS ABELSON
WERGERANDINA XALIDÊ EZÎZ
“Hebû tunebû. Masîyekî reş ê piçûk hebû. Ev reşemasî bi dêya xwe re, di çiqilçemekî de dijîyan, çiqilçem ji binê çîya derdiket û di nav gelîyekî pir mezin re diherikî.
Mala Masîyê reş û dêya wî, di binê kevirekî reş de bû. Ser wê bi gîyayê binê avê hatibû girtin. Şev, di binê gîyê de radizan. Dilê Masîyê reş ê piçûk dixwest ku hema carekê ronahîya heyvê xwe berde nav mala wan a tarî.
Ji serê sibê heta êvarî, dê û masîyê reş, carinan bi tenê, carinan jî bi masîyên din re, di nav wê ava hindik de avjenî dikir. Masîyê reş ê piçûk, tekê dêya xwe bû, bi tenê bû. Ji ber ku ji deh hezar birayan ew bi tenê ji dêya xwe re mabû. Piştî çend rojan Masîyê reş bê hiş bûbû, bi kesekî re nedipeyivî. Ji xwe re digerîya û dihizirî. Nedigihaşt dêya xwe, li pey dima. Masîya dê fam kiribû ku tiştek heye. Digot, dibe ku nexweş be, ê êzîk baş bibe, lê derdê Masîyê reş tiştekî din bû.
Rojekê hê ro nehilabû, Masîyê reş dêya xwe ji xewê şiyar kir:
Dayê! Ez dixwazim bi te re bipeyivim.
Masîya dê, hîn bêhişa xewê bû. Weha got:
– Lawo, ma pêwîst e ku nuha tu bi min re bipeyivî? Dema me pir e, were em hinekî ji xwe re bigerin.
– Na dayê, ez êdî naxwazim bigerim. Divê ez ji van deveran herim.
Masîya dê:
– Tu dixwazî ji vê derê herî!?
Masîyê reş:
– Erê dayê, divê ez herim.
Masîya dê:
-Di vê tarîya şevê de, tê bi ku derê ve herî?
Masîyê reş:
– Ez dixwazim dawîya vî çiqilçemî bibînim. Ji mêj ve ye li ser dihizirim. Dawîya vî çiqilçemî diçe ku derê? Min çi bersiv jî ji wê re nedît. Ji doh şev ve xew neketiye çavên min. Her difikirim. Di dawîyê de min biryar da, ku gerek ez herim bibînim. Ez dixwazim ku bizanibim û bibînim ka li cihên din çi heye, çi nîne?.
Masîya dê bi dilekî şewitî, kenîya û got:
Ez jî di zaroktîya xwe de wekî te difikirîm. Lawo, ser û binê vî çiqilçemî tuneye. Çi hebe li vê derê ye. Ev aveke wisa ye ku her dem diherike, diçe û nagihêje tu cihî.
Masîyê reş:
– Dayê, dawîya her tiştî heye, roj diqede, şev diqede, hefte, meh, sal…
Masîya dê gotina wî birî û jê re got:
-Kurê min, hewqas serhişk nebe. Rabe ka em hinekî ji xwe re bigerin. Nuha dema gerê ye, ne ya peyivînê ye.
Masîyê reş;
– Na dayê, ez êdî ji çûn û hatinê westîyam, Ez dixwazim ku herim cihên din, hinek tiştên din bibînim. Dawîya vî çiqilçemî bibînim. Bawer neke ku hinekan ez xapandime, ji mêj ve, ez li ser vî tiştî dihizirim. Lê ez ji masîyên din jî fêrî gelek titşan bûme. Wek; gelek masîyên pîr ji jîyana xwe ya vê derê ne dilxweş in. Ew her dem heyfa xwe li ciwanîya xwe tînin û digirîn. Ez dixwazim ku bizanibim, ka bi rastî jîyan bi tenê di vî çiqilçemî de çûn û hatin û pîrbûneke tewş e, an bûnewer dikare li vê cîhanê bi awayekî din jî bijî,
Masîyê reş demekê rawestîya.
Dêya wî:
– Kurê min, delalê ber dilê min, ma qey tu nexweş î hetanî ku tu wisa dipeyivî? Cîhan…Cîhan… Cihê ku em lê dijîn cîhan e û jîyan jî ev e ya ku li cem me heye.
Masîyên din jî bi dengê wan hisîyan û hatin cem wan. Dema bihîstin, ku Masîyê reş ê piçûk çi dibêje, tev bi ser de rabûn û got, çi tiştekî ne xweş e ku ev masîyê piçûk tê vê derê û dixwaze masîyên mezin hînî wê yekê bike ka jîyan li ku derê ye.
Masîyê reş gotin dirêj nekir û xwe ber bi dawîya çiqilçem ve berda, da ser rêya xwe ya dirêj.
Masîyê reş rastî beqan hat, wan digot qey cîhan tenê ew sukra ku tê de dijîn û tu kes jî ji wan xweşiktir nîne. Piştre rastî kêvjalekî hat, Kêvjal xwest ku wî bixwe, lê ew ji ber revîya. Tiştên ku bi serê Masîyê reş dihatin, roj bi roj, cîhan çêtir pê dida naskirin. Piştî hefteyekê rastî marmarokekê hat:
Masîyê reş:
Marmarokê, ez masîyekî reş ê piçûk im, ez dixwazim ku herim hetanî dawîya vî çiqilçemî. Ez bawer dikim, ku tu lawireke jîr î, lewre dixwazim ku tiştekî ji te bipirsim.
Marmarok:
– Fermo, tu çi dixwazî dikarî ji min bipirsî.
Masîyê reş:
Li ser rêya min gelekan ji min re got, ku haya te ji pelîkan, ji şûrmasî û ji reşreşikan hebe. Heger tu tiştekî li ser wan zanibî, ji min re bibêjî.
Marmarok:
-Li van deran şûrmasî û reşreşik nînin. Bi taybetî şûrmasî, ew di nav ava deryayê de dijîn. Li van deveran pelîkan hene. Ha ji xwe hebe, ku tu nekevî nav tûrên wan yê xwarinê.
Masîyê reş mit û mat ma û pirsî:
– Tûr çi?
Marmarok:
-Tûrek di bin nikulê pelîkan de heye ku dikare gelek avê têxe devê xwe. Ew devê xwe di nav avê de vekirî dihêle û hinek masî bi nezanî dikevin devê wî û rasterast diçin nava zikê wî, heger ku pelîkan ne birçî be, wan masîyan ji bo ku piştre bixwe di nav tûrê xwe de girtî dihêle.
Masîyê reş:
– Masîyê ku bikeve nav tûr, ma qet rêya rizgarbûnê jê re nîne?
Marmarok:
-Ji bilî çirandina tûrik tu rêyeke rizgarbûnê nîne. Ez dê xencerekê bidim te. Heger ku tu bikevî nav tûrikê pelîkanê, tu yê bikaribî tûrik biçirinî, xwe ji wê derê rizgar bikî.
Marmarok di nav qelşeke kevir de hunda bû. Dema paşve hat, xencerek di destê wê de bû,
Masîyê reş xencer jê stend û got:
– Tu çiqas baş î. Ez nizanim ka ez dê çawan sipasîya te bikim!
Marmarok:
– Ne pêwîst e ku tu sipasîya min bikî, gelek ji van xenceran li cem min hene, di demên xwe yên vala de, rûdinêm û ji sitirîyên gulan xenceran çêdikim û dîyarî masîyên jîr ên wek te dikim.
Masîyê reş ê piçûk:
– Ma berî min jî masî di vê derê re derbas bûne?
Marmarok:
– Gelek, gelek masî derbas bûne. Nuha êdî komeke masîyan ji xwe re çêkiriye, ev kom, masîvanan dixe rewşeke pir dijwar.
Masîyê reş:
– Bibuhure marmarokê, min pir tişt ji te pirsîn, lê gotin gotinê dikişîne. Ez dixwazim ku pirseke din ji te bipirsim, gelo masîyan çi bi serê masîvanan anîye?
Marmarok:
Wan fam kiriye, ku yekîtî hêzê çêdike, îca dema ku masîvan tora xwe diavêjin binê avê, ew bi hev re dikevin tora masîvanan û wê dikişînin binê avê û didirînin.
Marmarokê guhê xwe da qelşoka kevir, guhdarî kir, piştre weha got:
– Masîyê min ê reş ê piçûk, bibuhure, divê ku nuha ez herim, zarokên min şiyar bûn. Piştre çû di nav qelşoka kevir de hunda bû,
Masîyê reş dixwest ku hinekî din jî li wir bimîne, lê piştî ku marmarok çû, dîsa da ser rêya xwe. Pir tişt di serê wî de tevlîhev bûn, gelo dê ev çiqilçem bigihêje deryayê da ku pelîkan min bixwe! Çima reşreşik jî dijminatîya me dikin! Gelo dê ji dilê şûrmasî were ku masîyekî din bixwe?
Masîyê reş bi rê de dihizirî û diçû. Di her demekê de tiştek didît û hînî tiştekî din dibû. Wî dît ku xezalek li qeraxa çiqilçemî avê vedixwe, silav lê kir û nêzî wê bû.
Masîyê reş:
– Xezala xweşik, bo çi tu wisan dilezînî?
Xezal:
-Nêçîrvan li pey min em û ez bi guleyekê birîndar kirime, ha ji vir.
Masîyê reş şûna guleyê nedît, lê dema xezal dûr ket û çû, ji kulandina wê fam kir ku wê rast gotibû, li qeraxeke din, reqan xwe li ber tavê dirêj kiribû, qebe-qeba kewan gelî dihejand, bêhna gul û çîçekên çîyê li hewayê belav dibû û tev li avê dibû.
Piştî nîvro ew hat cîhekî, av êdî firehtir û bi hêztir bûbû, di nav zilan de diherikî. Dilê Masîyê reş şa bû, piştî qasekî din, rastî komeke masîyan hat, ji xwe ji wê dema ku Masîyê reş ji dêya xwe û ji hevalên xwe veqetîyabû, pêrgî masîyekî jî nehatibû, ew masî yên pêşîn bûn ku ew rastî wan dihat, çend masî hatin cem wî û jê pirsî:
– Tu xerîb î, ne wisa?
Masîyê reş ê piçûk;
– Erê, ez xerîb im. Ez ji cîhekî gelekî dûr têm.
Masîyên piçûk:
-Baş e, ma tu dixwazî herî ku derê?
Masîyê reş ê piçûk;
-Ez diçim da ku dawîya vî çiqilçemî bibînim.
Masîyên piçûk:
– Kîjan çiqilçemî?
Masîyê reş ê piçûk:
– Çiqilçemê ku hûn tê de avjenîyê dikin.
Masîyên piçûk:
-Lê em ji vê re dibêjin çem. Û… ma tu nizanî ku pelîkan li devê rê li benda te ye?
Masîyê reş ê piçûk:
-Belê, dizanim.
Masîyekî din:
Baş e, ma tu dizanî ku tûrekî mezin ê pelîkan heye?
Masîyê reş ê piçûk;
-Erê, ez wê jî dizanim.
Masîyê piçûk;
Û dîsa jî tu dixwazî herî?
Masîyê reş ê piçûk:
– Belê, çi dibe bila bibe, ez dê dîsa jî herim.
Xeber zû di nav masîyan de belav bû, ku masîyekî reş ji cîhekî pir dûr hatiye û dixwaze ku here dawîya çem bibîne û ji pelîkan jî natirse. Hinek masîyên piçûk dixwest ku bi wî re herin, lê ji mezinên xwe newêribûn. Wan dengê xwe dernexist. Çend kesan ji wan weha got:
– Axx, eger pelîkan tunebûna, em jî dê bikarîbûna bi te re bihatina. Lê ew tûrê wî me ditirsîne.
Li kêleka çem gundek hebû. Keç û jinên gund kinc û firaxên xwe di vî çemî de dişûşt. Masîyê reş ê piçûk hinekî li wan guhdarî kir. Li şûştina zarokan mêze kir. Piştre dîsa ket rê. Çû û hey çû. Hetanî ku bû şev her diçû. Dawî di bin kevirekî de ket xewê. Carekê şiyar bû û dît, ku ronahîya heyvê xwe berdaye ser rûyê avê, her der ronî kiriye.
Masîyê reş ê piçûk gelekî ji heyvê hez dikir. Dema ku ronahîya heyvê diket ser rûyê avê, ew ji bin gîyayan derdiket û dixwest ku hinekî bi heyvê re bipeyive. Lê her gav dêya wî şiyar dibû û ew dikişand binê gîyayan û dîsa ew diket xewê.
Masîyê reş li rûyê heyvê nihêrt û got:
– Silav, heyva xweşik.
Heyv:
Silav, Masîyê reş ê piçûk. Tu ji ku derê hatiyî, li çi digerî ?
Masîyê reş ê piçûk:
– Ez derketime da ku li cîhanê bigerim.
Heyv:
– Cîhan pir mezin e. Tu nikarî li her derê bigerî.
Masîyê reş ê piçûk:
– Tişt nabe, hetanî ku ez bikaribim ez dê bigerim.
Heyv:
– Dilê min dixwaze ku hetanî serê sibê bi te re bimînim. Lê ewrekî reş û mezin wa ye bi lez tê û dixwaze ku li ber min bigire.
Masîyê reş ê piçûk:
– Mîrza heyv, xwezka tu bizanibî çendîn ji te hez dikim. Ez qet naxwazim ku tîrêjên ronahîya te ji ser min kêm bibin.
Heyv:
– Masîyê min, rastî bibêjim, ronahîya min jî tuneye. Ez ronahîya xwe ji rojê disitînim û dîsa dişînim, te qet tiştekî weha bihîstibû? Piştî çend salan dê mirov werin xwe li ser min bi cih bikin û em dê bi hev re bijîn.
Masîyê reş ê piçûk:
– Ma tiştekî wisa gengaz e?
Heyv;
Bi rastî, a zorbûnê zor e. Lê piştî ku mirov xwest, tiştê ku nikaribe tuneye…
Hîn heyvê gotina xwe neqedandibû, ewrê reş li ber wê girt. Her der dîsa reş bû. Masîyê reş mat ma û li tarîyê nihêrt. Piştre çû ket binê kevirekî û raza.
Serê sibê zû şiyar bû û bihîst ku çend masî bi dengekî nizim bi hevdû re dipeyivin. Dema ku wan dît ku Masîyê reş şiyar bû, tevan bi hev re got: Roj baş! Masîyê reş ew nas kirin.
Masîyê reş got:
– Roj baş, ma hûn jî gihaştin min? Masîyekî piçûk;
– Belê, lê hê jî em ditirsin.
Masîyekî din:
-Tirsa ji pelîkên, me rehet nahêle.
Masîyê reş ê piçûk:
– Hûn jî pir dişêwirin. Tenê bi şêwirandinê dema xwe derbas nekin. Ka em bi rê kevin, em ê vê tirsê ji ser xwe biavêjin.
Dan ser rê, piştî demekê ava dora wan bilind bû. Bû şevereş, nikarîbûn tu cîhekî bibînin. Masîyê reş fam kir ku ew ketine tûrê pelîkan. Ji hevalên xwe re weha got:
– Hevalno, em ketin nav dafika pelîkên. Lê dîsa jî rêya rizgarbûnê nehatiye girtin.
Masîyên piçûk dest bi girî kir, yekî ji wan weha got:
– Êdî em nikarin rizgar bibin. Tev ji rûyê te ev tişt hat serê me. Te em xapandin, te serê me kir gêjayîyê.
Yekî din:
– Em êdî mirî ne. Ew dê nuha me tevan bixwe.
Kenekî pir bideng av lerizand. Ev ken, kenê pelîkan bû. Dikenîya û dipeyivî;
– Min gelek masîyên piçûk girtin, ha ha ha. Heyfa min bi we tê ku ez we bixwim, ha ha ha.
Masîyên piçûk dest bi hêvîyan kir:
– Pelîkana pak û dilovan, em mezinatîya te her dem dibihîzin. nikulê xwe yê xweşik veke, da ku em bikaribin derkevin der. Hetanî ku em li darê jîyanê bin em ê ji te re xweşîyê bixwazin.
Pelîkan:
– Nuha ez naxwazim ku we bixwim. Li binê tûr binhêrin. Hûn dê gelek masîyên berhevkirî bibînin…!
Di binê tûr de gelek masîyên piçûk û mezin berhevkirî bûn.
Masîyên piçûk:
– Pelîkana dilovan, ka me çi bi te kiriye? Çi gunehê me heye? Vî Masîyê reş, em tev xapandin.
Masîyê reş bi qîjeqîj got:
– Tirsonekno, çima hûn ji vê çivîka dekbaz hêvîyan dikin. Hûn çawa dikarin hêvî bikin? Ma hûn ji xwe fedî nakin?
Masîyên piçûk:
– Ma te hay ji gotina xwe heye, ma tu dizanî tu çi dibêjî? Tu yê nuha bibînî, dê pelîkan me azad bike û dê tenê te bixwe.
Pelîkan weha got:
– Erê, ez dê we azad bikim, lê mercekî min heye.
Masîyên piçûk:
– Fermo, fermo mercê xwe bibêje, seroka me.
Pelîkan:
– Ku hûn bixwazin rizgar bibin, wî masîyê zimandirêj bifetisînin.
Masîyê reş xwe kişand quncikekê û got:
– Tirsonekno! Ev çivîka dekbaz me bera hevdu dide. Ka bisekinin, tiştek hat bîra min…
Lê, masîyên piçûk ketibûn heyrana canên xwe. Qet li tiştekî guhdarî nedikir û êrîşî Masîyê reş kir. Ew bi paş ve vedikişîya û bi dengekî nizim weha digot:
– Tirsonekno! Çawa be hûn jî hatine girtin, rêya we ya rizgarbûnê jî tuneye, û hûn nikarin bi min.
Masîyên piçûk;
– Divê ku em te bifetisînin, ji bo ku em rizgar bibin, divê em te bifetisînin! Masîyê reş:
-Hûn dîn bûne. Bi wê bawer nekin, lê bizanibin, ku hûn min bikujin jî, hûn nikarin xwe ji vê derê derxînin.
Masîyê piçûk:
-Ji boyî ku xwe rizgar bikî tu wisa dibêjî, ne ku dilê te li ser me ye. Masîyê reş:
– Baş e, wê demê hinekî li min guhdarî bikin, ez dê rêyekê nîşanî we bidim. Ez dê di binê tûr de wek mirîyan xwe di nav masîyên din de dirêj bikim. Ka binihêrin, ew ê pelîkan we berde yan na, heger ku hûn vê pêşnîyaza min nepejirînin, ez dê we tevan bi xencera xwe bikujim, tûrikê wê biçirînim û birevim. Hûn ji,..
Masîyekî piçûk gotina wî birî û girîya:
– Êdî Bes e, ez nikarim li ber xwe bidim, Hû, hû, hû…
Dema ku Masîyê reş ê piçûk, masîyê ku digirîya dît; bi qîjeqîj got:
– We çima ev zarokê dêya xwe, bi xwe re anîye!
Piştre xencera xwe kişand û ber bi alîyê masîyan ve hejand. Wan ji tirsan, pêşnîyaza Masîyê reş ê piçûk pejirand, bi henekî, di nav xwe de dest bi pevçûnekê kir. Masîyê reş wek termekî, xwe berda binê tûrik, masîyên din derketin jor:
– Mîrza pelîkan, me Masîyê reş ê zimandirêj fetisand.
Pelîkan kenîya:
– We gelekî baş kir. Ji ber vê yekê, ez ê we bi saxî bixwim, da ku hûn ji xwe re bikaribin di nav zikê min de bigerin.
Berî ku masî fam bikin ka çi bû, hatin daqurtandin, bi lez di nav qirika pelîkan re derbas bûn û jîyana wan qedîya.
Masîyê reş ê piçûk, xencera xwe kişand û tûrê Pelîkan çirand û derket derve. Ji êşa qîjînî bi Pelîkan ket, serê xwe li avê xist, lê nikarîbû Masîyê reş ê piçûk bigire, Masîyê reş ê piçûk hetanî nîvro çû.
Nuha êdî çîya û gelî li paş wî dimînin, çem di nav deşteke rast de diherikî. Ji her du alîyên çem, çiqilçem digihaştinê û av zêde dibû, Masîyê reş di nav hewqas avê de gelekî dilxweş bû, carekê bi xwe hesîya, ku binê avê xuya nake. Bi alîyê rast û çepê ve çû, lê li tu cîhekî neket, av pir bû, Masîyê reş xwe wenda kiribû. Li vî alî-wî alî diçû û dihat.
Carekê nihêrt, ku wa ye tiştekî mezin, bi şûr, wek tîrekê bi ser wî ve tê, devê wî wek birekê bû. Masîyê reş fam kir ku ew çi ye. Şûrmasî dê ew bixwara. Hişê xwe anî serê xwe. Zû xwe vegerand, derket ser rûyê avê, û xwe ji şûrmasî xelas kir. Qasekî din, ji bo binê deryayê bibîne, xwe berda binî, di binê deryayê de rastî masîyan hat, sed hezar masî hebûn. Nêzî yekî ji wan bû û pirsî:
Heval, ez xerîb im. Ji rêyeke dûr têm. Ev der ku der e?
Masî gazî hevalên xwe yên din kir:
– Va ye yekî din jî.
Paşê li Masîyê reş vegerîya û got:
– Tu bi xêr hatî deryayê. Hemî çem û çiqleçem tên vê derê, ku tu bixwazî, tu dikarî bigihêjî koma me.
Masîyê reş ê piçûk pir kêfxweş bûbû, ji ber ku ku gihaştibû deryayê, weha got:
– Pêşîyê ez bi dilê xwe li deryayê bigerim, bibînim û piştre bigihêjim we, ew ê weha hîn çêtir be. Careke din ku we tora masîvan kişand binê deryayê, ez jî dixwazim ku bi we re bim.
Masîyekî:
– Tu dê di nêzîk de bigihêjî daxwazîya xwe. Nuha ji xwe re bigere. Lê dema ku tu derkevî ser rûyê avê, haya te ji reşreşik hebe. Her rojê hetanî ku çar-pêncekan ji me nexwe, dev ji me bernade, nahêle ku em ji xwe re rehet bijîn.
Masîyê reş ê piçûk ji komê veqetîya, ji xwe re dest bi gera xwe kir. Piştî demekê derket ser rûyê avê. Taveke germ hebû. Tavê germîya xwe dida pişta Masîyê reş û ew jî bi wê germîyê dilxweş dibû. Bi kêf û bê deng ji xwe re digerîya û di dilê xwe de ji xwe re weha digot:
– “Nuha mirin dikare zû were serê min. Lê hetanî ez zindî bim, divê ez nekevim nav lepên mirinê. Rojekê ku rastî wê werim û ez ê werim jî, lê ew ne tiştekî girîng e. Tiştê girîng ev e, ku zindîbûna min, an mirina min dê li ser ên din çi bandorê bihêle.”
Masîyê reş negihaşt ku li ser van tiştan baş bihizire, reşreşikê ew girt û firîya. Masîyê reş di nav nikulê reşreşikê de xwe bir vî alî-wî alî, lê nikarîbû xwe ji nav nikulê wê rizgar bikira. Reşreşikê ew di nav nikulê xwe de pir şidandibû, ku ew hema hema dikir bimire. Masîyek, bê av çiqasî dikare bijî? Wê dixwest ku reşreşik wê bixwe, qe nebe ew dikare qasekî di nav zikê wê yê şil de bijî. Ji lewre ji reşreşikê re got:
– Çima tu dixwazî min bixwî? Ez masîyekî wisa me, ku dema ez bimrim, tev canê min dibe jehr.
Reşreşikê tu tişt negot. Lê di dilê xwe de ji xwe re weha digot: “Hii dekbaz, nuha çi xerabazîyan dişêwire. Dixwaze ku ez pê re bipeyivim, devê xwe vekim, ew jî bireve!”
Erd ji dûr ve xuya dikir û hin bi hin nêz dibû. Masîyê reş ê piçûk ji xwe re dihizirî “Ku em bigihêjin erdê, mirina min e”. Ji bo vê yekê ji reşreşikê re weha got:
– Ez dizanim, tu dixwazî min bidî çêlîkên xwe, lê hetanî em bigihêjin wê derê, ez dê bimirim û bibim jehr. Ma gunehê te bi çêlîkên te nayê?
Reşreşik difikirî. “Dibe ku ev masî dixwaze min bixapîne. Na, ew nikare tiştekî bike”. Dema ku Reşreşik ji xwe re weha difikirî; dît ku canê Masîyê reş sist bû û xilxilî. Ji xwe re got; “Gelo ew mir? Nuha ez jî êdî nikarim wî bixwim. Min çiqasî bêrîya xwarina masîyekî weha xweşik û teze kiriye”. Bi van şêwran, gazî Masîyê reş kir:
– Hevalê piçûk, ma hema piçek rih di te de nemaye ku ez bikaribim te bixwim?
Gotina xwe hîn neqedandibû. Dema ku ji bo bi Masîyê reş re bipeyive, devê xwe vekir, masî ji devê wê ket. Reşreşikê fam kir ku ew hat xapandin. Da pey Masîyê reş. Masîyê reş wek birûskê dihat jêr. Devê xwe yê ziwa ber bi bayê ku ji deryayê dihat vekir. Ew gihaşt avê, lê hîn bêhna xwe nedabû, reşreşik gihaştê û ew daqurtand.
Masîyê reş fam nekir, ka çi hat serê wî. Piştî demekê dît ku dora wî tarî û şil e. Rêya revê tune bû. Dengê girînekê dihat, dema ku çavên wî hînî reşayîyê bûn, masîyekî piçûk ku xwe xistibû quncikekê de dît, masî gazî dêya xwe dikir.
Masîyê reş nêzî wî bû û got:
– Ka rabe. Ka tu yê çi bi ser xînî ku tu wisa gazî dêya xwe dikî?
Masîyê piçûk:
-Tu..k..yî? Ma, tu.. na.. bînî, va ez dimirim! Hû, hû, hû dayê. Ez êdî nikarim tora masîvan bi te re bikişînim binê avê û biqetînim, hû, hû, hû dayê!
Masîyê reş ji vê girîn û nalîna wî pir tûre bû, bi ser de rabû û got:
– Bes e, êdî negirî. Nuha baş li min guhdarî bike. Ez dixwazim reşreşikê bikujim, da ku tev masî jê xelas bibin. Lê ji bo ku nalîna te nebihîzim, pêşîyê ez ê te ji vir derxim der.
Masîyê piçûk:
– Ji xwe va ye tu nêzî mirinê yî. Tu dê çawa reşreşikê bikujî?
Masîyê reş xencera xwe derxist.
– Bi vê xencerê, ez ê ji hundir ve zikê reşreşikê biçirînim. Nuha baş li min guhdarî bike; ez ê herim û werim, reşreşikê bixwurînim. Dema ku ew devê xwe veke û bikene, tu birevî.
Masîyê piçûk:
– Lê, tu yê çi bikî?
– Tu derdê min nekişînî. Hetanî ez vî hûtî nekujim, dernakevim der.
Masîyê reş di nav zikê reşreşikê de çû-hat, çû-hat. Masîyê piçûk li ber devê dilê çivîkê, ji bo derkeve der, rawestîyabû. Dema ku reşreşik kenîya û nikulê xwe ji hev vekir, masîyê piçûk xwe avêt nav deryayê, nav serbixwebûnê. Li benda Masîyê reş ma.
Qîjînî bi reşreşikê ket, çend caran li dora xwe çû-hat û piştre ket nav avê. Li ser rûyê avê jî hinekî perpitî, derman tê de nema, di cîhê xwe de ma.
Ji Masîyê reş tu deng derneket, û hetanî nuha jî ne kesî ew dîtiye û ne jî tiştek jê bihîstiye.”
Masîya pîr çîroka xwe qedand û ji diwazde hezar zarok û nevîyên xwe re got:
-Êdî dema razanê ye. De herin razin.
Zarok û nevî tev bi hev re:
– Pîrê, te ji me re qala masîyê piçûk nekir, ka çi bi wî hat?
Masîya pîr:
-Ew jî bila ji sibê re bimîne. Nuha dema razanê ye. Şev baş!
Û yazdehezar û nehsed û not û neh masîyan got ‘şev baş’ û ketin xewê. Masîya pîr jî raza. Lê masîyekî sor, nikaribû rakeve. Ew hetanî berbangê li ser deryayê de dihizirî.
Samed Behrengî di sala1939 an de li Tebrizê hatiye dinê. Zarokê malbateke xizan bû. Jîyana xwe di nav gundîyan de derbas kir. Her dem li dijî zilmê şer dikir. Ji bo zarokan gelek pirtûk nivîsandine. Di sala 1968 an de bi destê nokerên şahên Îranê hat kuştin.
KOVARA ROJAVA. HEJMAR(0). SALA 2019ê