HENDRÊN: ÇAND Û PIRSÊN BÎR Û NASNAMEYÊ

(Pêwistîya me bi rêbazekê heye; rêbazeke ku bikaribe astengên me ji me re eşkere û ronî bike, cihêwazîyên me biafirîne û demê jî berhemdar bike.)
Têgihaştina nivîsandinê wek çemk û têgeh(concept), têgihaştina afirandina pirsan e û di astên avakirin û dagirtina valahîyên bîr û yadwerî û dîrokê de; têgihaştina bikaranînê ye.
Ev têgihaştin û ev bikaranîn jî şêweyek ji şêweyên geşbûn û pêşveçûna hebûna kultûrî û xwenasînê ne û beşdarbûna seqa û cîhanên pirsên hemdem in; pirsên ku li çarenûsa mirovatîyê digerin.
Dema ku em hewl bidin ku vê têgihaştinê, wek erkekî serekî di jîyana xwe û di hemî warên cihêreng ên civaka xwe de bi kar bînin, bê guman, bi wê hewldanê em ê hişmendî, hişyarî û agahîyeke mêjûyî biafirînin.
Prensîpa bingehîn a vê hişyarîya mêjûyî: Bîr û bîrewerî, nasname û kultûr e û di meydana çanda navneteweyî de xweçesipandin e.
Arezû û xwestekên ku agahdarîyê (consciousness) û vê avahîya hişmendîyane ya agahdar dadimezirînin peywendî ne; peywendîyên laşê cih û demê ne: Reng, bîn, hiş û bîra bizavker û zindî ya ku em pê hatine bişaftin û buhujîn.
Prensîp wisa dibin sembol û di dawîyê de di têgihaştina agahîya me de bi
cih dibin.
Nîşan jî (cih, dem, reng, bîn, hiş û bîra zindî) wek xeyaleke taybetmend me dehf didin ku careke din em li wan bigerin da ku nemir bibin. Ji xwe ev hest bi xwe -wek dudilî û saw û velerzîn- me amade dike da ku em bibin xwedanên bûnewerîyeke çandeyî.
Sitûna bingehîn a vê bûnewerîyê li gorî Haydger ziman e (ziman dilê bûnewerîyê ye.)
Li vir, pirsa çandî hewldana di gel dîrokê ye; anku dilê bûnewerîyê ye, damezirandin û çêkirina peywendîyê ye; ne ku jêdûrketin û dabirîn e, ji ber ku dûrî dîrokê dikevin û dabirrîna peywendîyan derçûna ji bûnewerîyê ye; bi kurtî xwekuştin e.
Serencama vê prosesê jî -dûrketina ji dîrokê û jê cihêbûn- windabûna bîranînê ye anku nema bibîrhatin e, bi bêrûmetî li xwe temaşekirin e û xwe riswakirin e.
Bi vî awayî hişmendî winda dibe, windabûna hişmendîyê jî windabûna bîra dîroka mirovatîya me ye.
Hestkirina bi hebûna vê hişmendîyê yanî hebûna projeyeke ramanî ye; raman bi xwe jî verijandina tiştan e.
Erkê nivîskar jî bêrîkirin e; bêrîkirina xwenêzîkahîya ber bi dîroka bîrê ve ye û parastin û perestîya wan nîşanan e; nîşanên ku hem di kûrahiya laşê wî de dihêwirin û hem jî laşê wî pêk tînin.
Hewldana me axaftina bi afirandina vê bûnewerîyê re ye, ji nû ve vejandina wê ye, bi şêweyekî din, da ku bi serbilindahî henasê (nefesê) bikêşe.
Lê dîyar e ku koçberîya xewnên me; xewna bi civatê, bi cemawer, bi kurdewarî û bi gelê Kurd, li ser durêyan û rêçên partîyên me, rêçên xwe winda kirine.
Ev windabûn wisa li me dike ku em dîroka hiş û bîra xwe serjêkirî dibînin.
Reng e ku hişmendîya me bi xwe hişê xwe winda kiribe yan jî bi dawî hatibe.
Ku xewn nemîne şer dest pê dike.
Şerê îro jî berî her tiştî laşê me dikuje.
Kuştina lêş jî kuştina xewnê ye.
Beşdarîya nivîsandinê di gurkirina şer û kuştina lêş de, me li hemberî pirseke tirsnak datîne. Pirsa ku hema hema wextî têramandina aqilê me rawestîne.
Ne xwe bêrîkirina ku em li ser peyivîn, me ji bîr kiriye(!).
Di hundirê gergerînek û labîrênta şer û pevçûnê de em dergehên rizgarîyê winda dikin.
Lewra projeya jixwedexisîn û riqlixwebûnê dest pê kiriye.
Di vê bareyê de û di vê rewşê de jî, em erdnîgarîya wan nîşanên ku hebûna me ne, ber bi nava erdnîgarên rengên şerên partîyên hişkuj û xewnkuj ve vediguhêzin.
Di vê pêvajoya kujdar de, nivîskar xewnan dikuje û di heman demê de nivîsandinê jî dikuje.
Bêdesthilatkirina nivîsandinê bêdesthilatkirina nivîskar bi xwe ye jî ji ber ku di vê rewşa malkambax de, nivîsandin ne dibe û ne jî dikare bibe alava berhemdayîna hişmendîya berhemdar, anku aqilê ku ramanê diafirîne.
Ev dîyarde, li hemberî partîyên me yên xewnkuj û di çarçoveya alîgirî û dabeşbûna li ser sînorên vê hêzê û wê hêzê, dîyardeya nivîskarê Kurd e.
Pirsa ku bîr û hiş û bûnewerîya vî hişî bixwe, pirsa nîşan û hêma û nasnameyê, pirsa bîn û reng û kesatîyê, di berhemdayînê de, ji bîrbûyî ne.
Jibîrkirî n e.
JI KOVARA ROJAVA HEJMAR (0) SALA 2018