YEKEMÎN PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN

Bi alîkarî û siponseriya (KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ LI INGILISTANÊ), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê dest bi (Yekemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan) dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên Kurd ên ku dixwazin beşdar bibin radighîne:
1- Pêşbirk ji bo jin û mêran e û tenê bi zimanê Kurdî ye.
2- Kesê ku beşdarî pêşbirkê bibe pêwist e li Rojava yan jî li Sûryayê be.
3- Pêwist e temenê kesê beşdar ji 18`an ne kêmtir û ne jî ji 30`an zêdetir be.
4- Pêwist e helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li tu deveran nehatibe belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûbe.
5- Pêwist e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe ji DEH (10) malikan ne kêmtir û ji PÊNCÎ (50) malikan ne zêdetir be.
6- Pêwist e helbesta beşdar berî 1ê Avdara 2021ê bigihêje destê HRRKê.
7- Ji mafê HRRKê ye ku helbestên xelatgirtî di malper û kovarên xwe de biweşîne.
8- Di 29ê Avdara 2021ê de(ROJA JIDAYIKBÛNA JANÊ XELEF), dê HRRKê, navên xelatwergiran li navenda xwe ragihîne û
KESÊ KU DI BEŞDARBÛNÊ DE MERCÊN JORÎN PÊK NEYINE, BERHEMA WÎ/WÊ DI CIH DE PAŞGUH DIBE Û BEŞDARÎ PÊŞBIRKÊ NABE..
PÊVEKÊN PÊWÎST:
– kurtejiyan. Navnîşan. Jimarên telefonan. WhatsApp û Ê.mail.
– Pêwist e yê/ya helbestvan kaxezekê binivîsîne û tê de eşkere bike ku helbesta şandiye pêşbirkê ya wî/wê ye û li tu deveran nehatiye belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûye..
– Pêwist e yê/ya beşdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re bişîne.
NIRXÊN XELATAN
1- Xelata Yekem: 500 Dolar
2- Xelata duyem: 300 Dolar
3- Xelata Sêyem: 200 Dolar
HELBESTÊN XWE, KURTEJIYAN Û PÊVEKÊN PÊWIST BIŞÎNIN VÊ NAVNÎŞANÊ:
YAN JÎ RADESTÎ NAVENDA HRRKê YA QAMIŞLOYÊ BIKIN.
NAVNÎŞAN: QAMIŞLO. TAXA SIYAHÎ. DIBISTANA MIHEMED SELÎM XELEF. AVAHIYA EHNEFÊ GEMO.
TELEFONA ERDÊ: (052) 425 134
MOBILE Û WHATSAPP: +963 (0) 954 770 104
FACEBOOK: https://www.facebook.com/hrrk.rojava.3
E.mail: helbest1@rojava.net
MALPER: www.rojava.net
KOMÎTEYA ÇALAKIYAN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ(HRRK)
Qamişlo: 01.01.2021