Demhat Dêrik: Wê Makqanûnê Nas Nakim

Ger ew peyv û hevokên bi navê
xala yekê û duyê…
ne kulilik bin li ser hinarkên zarokan
û ne şahî barîn bin ji çavê wan
ez wê makqanûnê nas nakim
ez serhildêrim
dilraperînim
hest şerkerim li dijî wê
wê nas nakim.
Ger ew peyv û hevokên te yê bi navê
makqanûnê ne strana zeviyên genimê welatê min be
ne awaza çem û rûbarên welatê min be
ne aramiya hinavê xaka min be
ez serhildêrim
dilraperînim
hest şerkerim
li dijî wê
wê nas nakim.
Ger ew peyv û hevokên bi navê makqanûnê
li şûna şînê ne gul be li ser rûyê dayê
ger ne dengê şehîd be
ger ne rengê jinê be
ger ne mafê xuhdana însan be
û ne xweşiya demsalên welatê min be
û ew ne çirayên dilê civaka min bin
ez serhildêrim
dilraperînim
hest şerkeim
li dijî wê
wê nas nakim.
Demhat Dêrik
31. 5. 2020