MEZHER GUNBAT : Dilnameya 20 Salên Li Xerîbiyê

MEZHER GUNBAT : Dilnameya 20 Salên Li Xerîbiyê
Ez kî me? Ez ew kes im ku hez dike, ez evîndar im, xwedî dilê bêhevsar im, mehkûmê hezkirinê me ez; hez nekim nabe, divê hez bikim; mirov bêhezkirin ne mirov e, ji bo bibim mirov naçar im hez bikim, ji ber vê yekê zincîrên dilê xwe ji hev dixim û wî ber didim nav lehiya evînên bêserûber ên bêwar û har de; ez her roj hez dikim, her roj û ne ji eynî kesî/ê, ne ji heman tiştî û ne jî ji heman halî… her roj cuda, cihêreng û li cihekî din; ev jî aliyê min ê belkî jî heywanî be, kî zane belkî jî însanî…
Ez her roj ji kesekî/e cuda, û ji tiştekî cihêreng û ji rewşeke nipînû hez dikim, ji bo karibim hertim hez bikim, her roj dil ber didim kesekî/e cuda, tiştekî cihêreng, rewşeke din. Ji bo ez her evîndar bimînim û ji hezkirinê nekerixim, her roj cuda, cihêreng û li cihekî din hez dikim, ji bo ku ez tiyê hezkirinê, ez birçiyê hezkirinê û lêgerê hezkirinê bim her tim ; evîndar im ez, divê hez bikim ; ji te ji wê ji wî, ji me, ji we, ji wan ; ji her kesî/ê cuda, cihêreng û bê war. Ez hez dikim, ji bo xwe hez dikim, ji bo netengijim, ji bo venemira cewherê hêviya gera min li te, li min û li… ji bo pê bihisim ku hê jî dijîm hez dikim, û ji te dûr bi hesreta te, her roj dilê xwe diajom nav pirêzeyên bêserûber.
Ez her roj evîndarekî cuda me, dilkoçer im ez, ji ber ku ez koçer im, koçer heta ku koçer bin nikarin û nabe tenê ji tiştekî û ji kesekî/ê û ji rewşekê tenê hez bikin. Divê ew her û hertim hez bikin, lê ji ber rewşa koçerî, hezkirina wan jî mîna jiyana wan e… ew zanin ku divê ew hez bikin.. ta ew evîna xwe ya ji dil bibînin divê qeraxa dilê xwe vala û ziwa nehêlin. Ji bo di rewşa geryanê de dilê wan zingarê negire, ji bo hêşîn û jîndar bihêle dilê ji rahên xwe qutbûyî, ji bo ew dil kal nebe, ji bo hêviyên xwe venemirîne, ji bo ronahiya heyvê jî li ya rojê zêde bike. Ew her roj tîreke dilê xwe diavêjim kesekî/e cuda, dengekî cihêreng û rewşeke din a nû û ji xwe di vê rewşa koçeriyê de nabe ku dilê min jî ne koçer be.
Û ev koça dilê min ê hertim wisa bidome, heta ku dawî li koçeriya min were, heta ku ez xwe bibînim, heta ku ez te bibînim, heta ku ez… Niha ne cihê min diyar e, ne ez ez im, ne jî min xwe gihandiye te.
Kengê dawî li koçeriya min were û tu himbêza xwe ji nû ve ji min re vekî … kengê tu ji bin dest û potînên hov û zorê derkevî, û kengê ez hemû hezkiriyên xwe û bîranînên wan bînim bispêrim himbêza te, bi awayekî azad têra xwe di himbêza te de li xwe bigerim, ezê hingê hemû hezkirinên xwe yên cuda û cihêreng veguherînim hezkirina xwe ya ji te û ezê hingê bibêjim xaka min hemû hezkirinên min ên cuda cihêreng û cihêdeng û her roj guhêrbar ji ber nebûna te bûn û hingê tê têbigihî ku di hemû hezkirinan de heta tu nebûyî, ya ez lê digeriyam, tu bûyî.
Lê bêguman piştî xwegihandina te, ezê li xwe mikur werim ku tiştek heye, na na du tişt, ku bi qasî ji te hez dikim, ji wan jî hez bikim: yek jê mixabin dîsa jiyana koçerî ya bê hevsar, ya din nivîsandina azad a ez her tim lê digerim… ji ber ku ez koçer im…