ENCAMNAMEYA SÊYEMÎN KONFERANSA AWARTE YA HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HRRK – ŞAXÊ EWRUPAYÊ

ENCAMNAMEYA SÊYEMÎN KONFERANSA AWARTE YA HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HRRK – ŞAXÊ EWRUPAYÊ

Ji bo xwenûkirin û berdewamiyê

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, di 06.04.2019 de, di bin sernavê “ji bo xwenûkirin û berdewamiyê” de, hejmarek ji kedkarên çanda kurdî ku li welatên Ewrupayê dijîn, di çarçoveya  konferansa awarte  ya rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK de, li hev civiyan.

Ev civîn wekî sêyemîn konferanse ji encamên kongireya pêncan ya HRRK bû, ku ji bo yekem car li ser axa welat li bajarê Qamişlo di 23.12.2016 de, lidarketibû.

Konferansê bi kêliyeke bêdengî ya ji bo giyanên şehîdan destpêkir. Piştî wê endamên komîta kargêr ya berê dest bi nirxandina qonaxên derbasbûyî kirin. Hem li ser sedemên girêdana konferansa awarte û hem jî li ser pêdiviya xwenûkirinê axivîn.

Konferansê bi danûstendina li ser rojevê û bi axavtin û danûstendinên li ser rewşa rêxistinî ya şaxê Ewrupayê berdewam kir. Pê re jî danûstendinên li ser mijarên girêdayî karê di warê çandê de hatin holê, ku yekser têkiliya wan bi aliyê aborî re heye.

Xala sereke ya ku bi berfirehî di rojeva konferansê de cih girt, komelebûn bû.  Wekî ku tê zanîn destpêka avakirina HRRK vedigere sala 2004ê piştî serhildana 12ê adarê û ji wan salan ve wekî komeleyeke fermî li Swêdê hatibû tomarkirin. Biryara konferansê ew bû ku bi temamî ev karê fermî li Swêdê bê bidawîkirin û li şûna wê li Elmanyayê li bajarê Wuppertal di bin navê “Platforma Rojava ya çandî” de karûbarê HRRK wekî komeleyeke fermî li vî bajarî bê tomarkirin. Herwisa cihbicihkirina vê biryarê wê weku erkê sereke yê birêveberiya nû bê dîtin.

Ji ber vê hin şert û mercên nû yên endametiya komeleyê di bin çavan re hatin derbaskirin, ku wê HRRK şaxê Ewrupayê mîna platformeke çanda kurdî kar bike û her kesê xwe girêdayî pêşdebirina vê qadê dibîne dikare di komelê de cihê xwe bibîne. Herweha li şûna navê serok û cîgirê serok navên birêveber û cihgirê birêveber bêne bikaranîn.

Herwisa bi berfirehî behsa derfetên aborî yên bi sînor û çawatiya rakirina astengiyên di vî warî de derdikevin, hate kirin.

Di dawiya konferansê de komîteya birêveber ku ji van 7 endaman pêk tê hat hilbijartin: ”  ”. Navên endamên komîtê ev in: Rêber Hebûn – Şadya Xello – Amîtis Krad – Seydo Reşîd – Zerdeştê Kal – Cano Şakir û Helîm Yûsiv.

Herweha wê komîte di yekemîn civîna xwe ya asayî de komîteyên ragihandinê, aboriyê, rêxistiniyê û ya çalakiyan bide destnîşankirin.

Komîta birêveber ya Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê – şaxê Ewrupayê

Wuppertal – 03.04.2019

Show More