Daxuyaniya dawî ya Karwanê Zeytûnê

Li jêr diruşma (Efrîn, Em Ji Nû Ve Gul Vedidin), kampanya (Karwanê Zeytûnê) saet 10ê sibeha roja 5/2/2019 ji meydana ş.Arîn Mîrkan berê xwe da şehîdgehê û gurzeke gul li ser kêla bîranînê danî, di pey re dest bi çandina darên zeytûnê li meydan û dibistanê Kobanî kir, her wiha dar li malan belav kirin. Karwan rê berdewam kir ber bi Girêspî û 366 dar li gor jimara gundên Efrînê çandin.

Roja 7/2/2019, karwan ji meydana şehîdan a Serêkaniyê da rê ber bi dibistan û daristan û meydanên giştî li bajêr û gundewarên wî, di pey re çû şehîdgeha ş.Rustem Cûdî û bajarokên Dirbêsiyê û Til temir û bajarê Hesekê, her wiha dar li xelk û niştecîyên wan deveran belav kirin.

Li Amûdê roja 10/2/2019, ji meydana “Jina Azad” karwan berê xwe da şehîdgehê û gurzeke gul lê danî û her wiha serdana baxçeyê şewata Amûdê û baxçeyê jinê û hin dibistan û mal û meydanan kir û dar li wan belav kirin. Di vegerê de, karwan gihaşte zanîngeha Rojava, kilîseya Febronya pîroz, hin malên Hîmo û Hilêliyê û dar li wir jî belav kirin.

11/2/2019, karwan berî da Eyndîwar li qiraxa çemê Dicleyê û darên zeytûnê lê çandin, û li Dêrikê rêya xwe bi navenda çand û huner, saziya malbatên şehîdan, baxê giştî û hin dibistan û daristanan xist. Li rêya vegerê, darên xwe li Girkêlegê, Rimêlan, çilaxa û Tirbespyê jî belav kirin.

Saet 11ê sibeha 12/2/2109, karwan serdana Baxçeyê Xwendinê kir. Di pey re, gurzeke gul li şehîdgeha taxa Meyselûn danî û jimareke darên zeytûnê li xelkên taxê û yên hawirdora goristana ş. Delîl Seroxan belav kir. Wisa, karwanê Zeytûnê karê xwe bi çandina 732 daran (366 li Kobanî, 366 li Cezîrê) bi serî kir.

Geşta kampanya Karwanê Zeytûnê heft rojan berdewam kir, di nav re rêya xwe bi pirraniya bajar, bajarok û gundên di navbera her du çeman Ferat û Dicleyê de.
Ev kampanya di ber her dilopeke xwîn ku ji bo Efrînê hatiye rijandin, di ber her libeke zeytûnê ku bi destê neyaran hatiye dizîn.

Karwanê Zeytûnê rahişte nasnameya Efrînê û ew li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê bi xwe re gerand û di axê de çand. Ev kampanya cureyeke berxwedanê dijî dagirkeriyê û dijî guhertina demografîk e û gaveke ber bi çandina axgirtin û dilsoziya welat e.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan (HRRK)
Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê
Yekitiya Nivîskarên Kurd – Sûrya
Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanî

Qamişlo 13/2/2019

Show More