‘Li Dijî Odîb’: Dergehê jiyaneke bê Faşîzim e

Michel foucault

‘Li Dijî Odîb’:

Dergehê jiyaneke bêyî Faşîzimê ye

Michel foucault

Li Ewrupayê, di navbera salên (1945- 1965) an  de,  rêçeke tendûristane bo ramandinê, şêweyekî destnîşankirî bo gotara(xîtaba) siyasî, û sincine (exlaqine) destnîşankirî bo yê rewşenbîr, hatibûn peydakirin. Gerek, bivê nevê, mirov peywendiyeke gur û germ li gel Marks girêbida, û gerek nehişta ku ramanên wî mişext bibin  û  ji Froyid (S.freud) bi dûr bikevin, gerek rêxistinên delîlan bi rêzgirtineke pir bilind derman bikira.Ev hersê merc di warê mijûlbûna mirovan de, mijûlbûna bi nivîsandinê û bi gotina beşekî ji rastiyê, çi li ser xwe û çi li ser serdema xwe be, dihatin pejirandin.

Pişt re pênc salên bi lez, xwîn germ, pênc salên ji kêfxweşî û mamikan, bi ser de hatin. Li ser dergehên vê cîhana me, bê guman,  Vêtinam  wek yekemîn kulma ku li bin guhê desthilatdariya damezirênkar diket, radiwestiya. Lê li vir, di nav paşila me de û li ber çavên me, çi çêdibû? Tevliheviyek ji siyaseta şoreşgêrî  ya li dijî gemkirinê? Ceng jî li ser du eniyan dadayîye: Xwînmijiya komelayane û gemkirina psîkolojane? Hilperikîn û hilkişandina Lîbîdo (             ) ya ku ji alî pevçûna di nabera çînan de hatibû dirustkirin û amadekirin? Renge wisa be.

Ku çawan be jî, ev şirovekirina naskirî û dualî bûbû bahaneya ku bi alîkariya wê bûyerên wan salan rondibûn.

Xewna ku, di navbera şerê cîhanê yê yekemîn û derçûna Faşîzmê de, bi çelengiya xwe qatên otobî li Ewrupayê- li Elmanyaya Vîlham Rayş û li firansaya suryalîzman, sermest kiribû, ew xewn vegeriya da ku ji nû ve pizota wê rastiyê bi xwe, gur bike:

Marks û Froyid  bi heman (bi eynî) gurbûnê hatibûn ronîkirin.

Lê ma bi rastî tişta ku çê bûbû ev bû? Ma bi rastî jî pirs bi vejandina projeya otobî ya salên sihî ve, û vê carê di sewiyeta bikaranîna dîrokî de, girêdayîbû? Yan jî bizavekê, berê xwe da berevajiya vê rewşê,

berê xwe da nakokî û pevçûnên siyasî yên ku qet nema li gel nimûnedariya(nimûzec) ku rewişta Makisî biryar li ser dabû, digunciyan? Yan jî berê xwe dan alî ezmûneya xwezayê û teknîkên wê yên ku nema bi Froyid ve girêdayîbûn? Bê guman çend alên kevnar bilind bûbûn, lêbelê şer ji meydana xwe hat guheztin û di çend herêmên nû de bi cih bû.

(Li dijî Odîb) yekemîn tişt, û berya her tiştî, berfirehiya meydana nixumandî, eşkere dike. Lê ji vêya bêtir û ji vêya gelektir, pêktîne.  Devavêtina pûtên pîrbûyî ,  tinazi û lîska  bi Froyid re jî ,  vê berhemê tar û mar nakin. Di bingeha xwe de, nav di me dide, me dehf dide ku em berê xwe bidin kûrahiyên dûr, pir dûr.

Xwendina (li dijî Odîb) wek ku çavkaniyeke teorî yî nû be, çewtî ye(ji xwe hûn wê teoriya bi navûdeng a ku hergav li ser dipeyivin û wê radighînin me , dinasin: teoriya pir alî ya ku dê bi awakî reha, gelemper û sozdar be û bersiva her tiştî bide, dibêjin ku (dê pir hewcedarî vê teoriyê be) bi taybetî di vê serdema ji hevketî de, serdema  psporiyê, serdema ku bê (hêvî) maye).

Gerek di nav vê xirecira  tirsnak a ramanên nû û bîrûbaweriyên – têkperane de:  gerek em li (felsefeyê) negerin çinkî (LI dijî Odîb)   ne  peykelekî çirusonkî ye. Di baweriya min de çêtirîn xwendin bo (Li dijî Odîb) ewe ku mirov bixwîne û wek (hunerekê)li hember raweste, mebesta min bi hunerê ew hunera  -wek nimûne- ku di çeşnê (hunera Irosî) de ye.  çunkî analîzkirina peywendiya arezûyê  bi realîtê re û bi (alava) kapîtalîzmê re, bersiva pirsên berhest pêşkêş dike, pirsên ku guh didin çawatiya tiştan bêtir ku guh bidin jiboçiyetiya (sedemên) wan. çawan arezû di gotarê(xîtabê) û di kirinê de, li tevlî ramanê(fikrê) dibe? çawan arezû dikare û çawan dikare, bivê nevê, di hundirê çarçewa siyasetê de xebatê bike, û di hundirê berdewamiya guhertina sistêma heyî(hunera Irosî- hunera teoriyê- hunera siyasetê) de, çawan dikare bi hêztir bibe?

Li vir, hersê dijminên ku (li dijî Odîb) dixwaze li hemberî wan raweste, derdiçin.

Sê dijminên ku di hêzdariya xwe de ne wek hev in, di metirsiya xwe de ji hevûdû cihê ne, pirtûk jî bi alavine cihêreng şerê wan dike.

  • Sofiyên siyasî, şoreşgêrên bêzar, terorîstên teoriyê, û ew kesên ku dixwazin sistêma zelal a siyasetê û gotara siyasî biparêzin, û bîrokratiyên şoreşê û karmendên rastiyê.
  •  
  • Teknîkzanên arezûya belengaz- psîkoloj û sîmyotîkzan- ên ku dixwazin hemî rûdan û nîşnanan binivîsînin û dixwazin sistêma arezûyê ya piralî di qanûna strûktûrê de û di psporiya dualî de, kurt bikin.
  •  

3- Dawî jî dijminê stratejî ye. Dijminê herî mezin e, ango Faşîzim e. Ne hema tenê Faşîzima dîrokî ye: Faşîzima Hitler û Mosolînî ye- ya ku xweşik dizanîbû dê çawan arezûya xelk û cemawerên xwe qezenc bike- Lê belê Faşîzma ku di hundirê me de, ku di hundirê me tevan de bi cih bûye, û desthilatdariya xwe li ser aqil û dan û stendina me ya rojane dike. Faşîzma ku ji bo bi destxistina desthilatê, me sermest dike.

Pirtûka (Li dijî Odîb) pirtûka  zanistiya exlaqî ye (bila herdû nivîskarên wê li min negirin,). Yekemîn pirtûk e ku li Fransayê di vî warî de hatiye nivîsandin  û ji mêj ve  me tiştekî wilo nadîtiye.(renge ji bo vê yekê jî, serkeftina wê di nav xwendevanên taybetmend de, bi sînor nebû: Eger mirov li dijî Odîb be, tîpek ji tîpên jiyanê ye, tîpek ji tîpên têramandin û jiyanê ye).

çawan gerek em karbikin da ku em nebin faşî, hetanî wexta (bi taybetî hetanî wexta) ku em  ji xwe bawer dikin ku, em xebatkarine şoreşgêr in? çawan em dikarin aqil û hişê xwe, kirinên xwe, dilên xwe, û xweşiyên xwe ji Faşîzmê rizgar bikin?

Nivîskarên sincî(exlaqî) yên Fileh (moralistes) di nav qermîçekên giyan de li şopa laş digeriyan. lê Doloz û Gotarî pirê caran kêmtirîn şopên Faşîzmê di laş de destnîşan dikin.

Em dikarin bibêjin (piştî ku em silavên xwe, silavên pîrozbahiyeke biçûk, pêşkêşî San Franswa Dosal bikin) ku pirtûka li dijî Odîb dergehê jiyaneke bê Faşîzm e.

Ev huner: Hunera jiyana berevajî hemî formên Faşîzmê, faşîzma bi cî bûyî û ya ku xwe amade dike da ku bi cî bibe, li gel çend prensîbên bingehîn  ên ku ez dê li jêr wan eşkere bikim, vê pirtûka giranbuha û bê mînak dikin rêber û alava jiyana rojane:

_  Xebata siyasî ji hemî formên yekalî û piralî yên paranoyayê  rizgar bikin.

_ Kirinê, ramanê, arezûyan bi,  ji dayikbûyîn û bi linikhevdanîn û bi jihevjihêkirinê, bi hêztir bikin.

_  Ji têrmên kevnar ên dîlîtiyê, yên nêgetîv (qanûn, sînor, xesandin, psporî û valahî) yên ku her û her di ramana rojava de, wek formên desthilatê û wek şêweyên têgihiştina realîtê  bi pîrozmendî dihatin parastin, rizgar bibin. Pirhejmariyê û nakokiyê û pozîtîviyê biparêzin , li dijî wekhevî û yekfikirînê rawestin.

_  Bila tu carî neyê bîra we ku, mirov, tişta ku ji bo wê şer dike çiqasî bêkêr û kirêt be jî, gerek  bêzar  be  ta bibe şoreşgêr. Peywendiya arezûyê bi realîtê re bi xwe, xwedana hêzeke  şoreşgêriyane ye (ne ku rev û bazdana ber bi wekhevbûyînê de).

_ Tu carî ramanê (Fikrê)   nexebitînin da ku hûn nirxê rastiyê bidin xebat û karên xwe yên siyasî. Herwiha çalakiya siyasî bi kar neynin da ku hûn ramanekê ji ramanan qels û lawaz bikin mîna ku bazar be. Xebata siyasî ji bo çesipandin û rehdaçikandin û kûrkirina ramanê bi kar bînin.

_ Tu carî  avakirina (mafê) takekesan (ferdan) wek ku felsefeyê destnîşankiriye ji siyasetê nexwazin. Takekes (ferd) berhemê desthilatdariyê ye. Pêdivî (wacib)jî (tunekirina forma takekesî ye). Gerek ne hema tenê komele peywendiya jîndar a yekbûna takekesan be, lê belê gerek bibe xebatkara herdemîn a tunekirina forma takekesî.

_ Bi evîna deshiladariyê sermest nebin.

Em dikarin ji wilo dûrtir herin û bibêjin ku Doloz û Gotarî pir kêm ji desthilatdariyê hez dikin, hewl dane ku kirinên desthilatdariyê yên ku bi gotara wan î taybetmend ve girêdayîye, bê alîgirî nîşan bidin. Pişt re rola  lîsk û xapandinên  berfireh ên ku di hemî rûpelên pirtûkê de bi cî bûne, têt.  Lewra wergerandina pirtûkê ezmûneyeke (tecrûbeyeke) aloz e, pêdivîyî hêzdariyê ye. Lê pirs ne hema bi wan xefk û dafên vedayî ve girêdayîye: Xefkên rewanbêjiyê (belaxetê), û xapandinên ku cilê ji bin lingê xwendevanan dikişîne da ku agahdarî lîskan nebin. Da ku di dawî de wan wek pişgirên doza dahêneran,qezenc bike:

Xapandinên Li dijî Odîb xapandinên tinaziyê ne: Bangên radestbûn û qewirandinê çiqasî pir in, bangên ji dest avêtina pirtûkê piştî bi dû xwe de girtin û asêkirina derî çiqasî pir in, gelek caran pirtûk me dehf dide gumana ku tenê ji bo lîsk û pêkenînê ye, hetanî di wan mijarên bingehîn de jî wisa dixuye: wek , bi peyketin û qewirandina hemî formên Faşîzmê, formên hêzdar ên ku me dorpêç dikin û me dipelçiqînin hetanî formên  bêkêr ên  zordariya tal a jiyanên me yên rojane.

* Ev deq cara pêşîn di kovara (Gencîneyên wêjeyî) de, di  hejmara pêncan a sala 1988an de,  hetiye belavkirin.

Wergêr  Ehmedê  Huseynî

Show More