Mehmûd Badilî- Wêneyin ji paxila Efrînê yan efsaneya zeytûnan

1
Li ser rêya rêwîtîyê
di navbera germa
havîn û xulmaşîyê de
bêxewîyê matmayî
liyana dilê min dirêsa.
2
Li ser kevîya bêhrîyê
jovanîya min
hestê gunehiyê sema dikir.
3
Bêhna zevîyên zeytûnan
xwe li rewanê min radipêça
li ber dergehê Efrînê
serxweşî hildiperikî
gewdê peyvên min.
4
Di kezeba rê de…
di rûçikê ruwê min de
şaxên zeytûnan
şemal vêdixistin.
5
Têhna tîrmehê
û çiyayên Efrînê
di kûrbûna serxweşîya min de
wenda dibûn.
6
Darên zeytûnan
di pêşwazîya min de
xwe radixistin
wek zarokekî şîrvekirî
min xwe diavêt himêza wan.
7
Dara merxê
di pêşwazîya min de
serî ditewand
bi çarpêya
diçûm destê wê.
8
Giriya…
dara hejîrê
dema min silav lêkir.
û çax di mista wê de
derbeder bû.
9
Li bandeva gundê Ayros
min bêhna qeymaxê sibehê dikir
û bêhna pêçîyên jinên Hûrîyan
li nîgaşê min dihêwirî.
10
Dengvedana mijûlbûnê
di kerîneka axê de dest hildida
Li wir..
cih di hizirê min de belawela dibû
û aso di hindirê min de
serhildana valahîyê lidardixist.
11
Li ber bişkorîna sipîdeyê
pencereyên dil sermest diman
û min guh nedida
westiyana rojê.
12
Li bandeva Kefersefrê
min mey ji dîmenên gelîyan werdigirt
û bi ser temenê perîşanîyê de
min dirijand.
13
Nizanim çima
rojekê nedigindirîm
paxila toza zeytûnê.
14
Ez û toza meydana Qêziqlê
di hev de vedigevizîn
min jibîrkir
ku çixareyekê li wir vexum.
15
Li bandeva gundê Kora
sêwîtî ji min dixeyidî
û tenahîya mêwê
taweşîya min dadiqurtand.
16
Li ber neynika çiyayê gewr
min porê wêneyên xwe şehkir
ez û mişextîya hejîrê
di hev de dihiliyan.
17
Ez û razên êvarên Efrînê
li ser litêma xewnan hildiweşiyan
rewrewkê
di hişyarîya min de za
û perîşanîyê
keşengîya xwe kawêj dikir.
18
Di wê şeva tîrmehî de
nizanim çima
di malzaroka zeytûnê de
hinekî min xwe dirêj nedikir.
19
Li pesara çiyayê Efrînê
neyîn û gerdûn
di hev de digeriyan
û destê min nediqerimî
li ber ruwê min.
20
Berî xatirxwestinê
çîvçîva serçeyekî jar
û xuşîna pelên daran
xirecira cih lidardixistin.
21
Di aramîya bêhna axê de
bêdengîya min
girîkî bêdeng dijenand.
22
Qurmê dara zeytûnê
dîroka kevin û nuh
li ber lingên min diherbiland.
23
Dema min xatir xwest
buxçeya rêwîtîya min ponijî
û sirûşa serdanê
bi canê min ve hildikişiya.
24
Dema ku meşiyam
hemû alî
di çavê min de
dibûn Efrîn.
25
Dibe ku ez sîya te bim Efrînê
û xemgînîya keleha Nebî Hûrî
bilorînim.