Banga Kurdan ji Swêdê re: Bila Radyoya Kurdî neyê girtin

Roja 28 Çileyê 2024 biryar hat dayin ku beşa Kurdî di Radyoya Swêd ê de bê girtin.

Li gor biryarê, dê roja 1 nîsanê roja dawî be di jiyana beşê Kurdî de, ku ji sala 2002 an ve dest bi weşana xwe kiribû.

Ev biryara ji nişka ve, hem karmendên radyoyê û hem jî revenda Kurd li Swêdê nîgeran û xemgînkir.

Piştî vê biryarê gelek pirs di serê xelkê Kurd de çêbûn ku ev biryar bi fişaereke derekî bûbe.

Lê cîgira serokê Radyo yê xanim Cajsa Lindberg got ku ev biryar ji ber sedemên kêmkirina xercên radyo derketiye, lê ne ji ber fişarên derekî, yan jî fişarên girûp yan jî partiyeke siyasî  yî navxweyî Swêd e.

Lorîn Berzencî ku derhêner a beşê Kurdî ye li Radoya  Swêdî, ji aliyê xwe ve diyarkir ku, girtina beşa Kurdî, xisarteke mezin e ji bo rojnamegereyiya Kurdî.

Nûçeya girtina beşa Kurdî reaksiyoneke mezin di nav ronakbîr û rêxistinên Kurdî de li Swêd çêkir. Ew ketine liv û tevgerê ji bo rawestandina vê biryarê.

Niha bangewazî û debat tên li darxistin di rojnamegeriya Siwêdî de û ronakbîrên Kurd di vê derbarê de weha nerîna xwe didin: Redaksîyona weşanên kurdî ya Radyoya Dewletê ya Swêdê ji bo entegrasyona grûpên kurdîaxêv ku nû hatine Swêdê, xwedîyê maneyek mezin û girîng bûye û ev tişt îroj jî wisa ye.

Ango, dikare bê gotin ku taleb û daxwaza nûçeyên bi zimanê kurdî bi rêya Radyoya Swêdê hîn jî zêde û mezin e û tu caran ne dereng e ku mirov ji biryarên xwe yê xelet vegere.

BANG!

Banga Rewşenbîr û kesayetên Kurd ji Swêdê re: Bila Radyoya Kurdî neyê girtin

Em bi xemgînîyek kûr û xeyalşikestinek agahdar bûne ku Radyoya Swêdê (SR) bi biryara xwe ya şermezarî dê redaksîyona weşanên kurdî ya radyoyê bigre. Ev weşana kurdî ya li Radyoya Swêdê, take weşana li cîhanê ye ku bi awayê xizmeta civakî  tê amadekirin.

Nêzîkî çarek sedsale ku redaksîyona weşanên kurdî, bi berdewamî û bi serûber, nûçeyên swêdî ji grûpa Kurd ya li Swêdê re, ku herdem nikare bi temamî zimanê swêdî fahm bikin, bi kurdî amade kirîye û ragihandîye. Lê her weha redaksîyona weşanên kurdî, nûçeyên li ser pirsên ku bi kurdan û grupên din yên bîyanîyan re têkildarin, bi swêdî ragihandîye civaka û raya giştî ya Swêdê.

Bi xebatên karmendên di redaksîyona weşanên kurdî li Radyoya Swêdê, gelek valahîyên di cîhana nûçeyan ya li Swêdê, bi awayê raporên bi bingeh û pêbawer hatine dagirtin, bo nimûne; pirsên ”şiddeta bi navê namûsê”, kampanyaya LVU (kampanyaya li dijî Swêdê ku li gora qanûna LVU-Lênêrîna Zarokan û Ciwanan, zarokên misilman ji malbata wan tên revandin), serîlêdana Swêdê ji bo endametîya NATOyê, şewitandina Quranê, protestoyên li Îranê û rewşa bakûrê Surîyeyê li gel endamên DAÎŞê ku vegerîyane Swêdê.

Redaksîyona weşanên kurdî ya Radyoya Swêdê ji bo entegrasyona grûpên kurdîaxêv ku nû hatine Swêdê, xwedîyê maneyek mezin û girîng bûye û ev tişt îroj jî wisa ye. Her çendî hatina penaber û koçberan ber bi Swêdê bi giştî kêmtir bûbe jî, li gora îstatîstîkên Saziya Biyanîyan ya Dewletê (Migrationsverket) ya sala 2023yan, ji wan çar welatên ku herî zêde jê penaber tên Swêdê, hîn jî Kurd tên Swêdê.

Mixabin, rewşa Rojhilata Navîn wisa xuya nake ku ev hewcedarî û pêwîstî dê kêm bibe. Bi berovajîyê wê, her ku diçe, li herêma Rojhilata Navîn nakokî û alozî zêde dibin û ev yek jî dikare bibe sedema hatina hejmarek zêdetir ya penaberên Kurd.

Ango, dikare bê gotin ku baldarî û daxwaza nûçeyên bi zimanê Kurdî bi rêya Radyoya Swêdê hîn jî zêde û mezin e û tu caran ne dereng e ku mirov ji biryarên xwe yê xelet vegere. Loma jî em hêvîdar in ku rêvebirîya Radyoya Dewletê ya Swêdê, vê biryara xwe carek din di ber çav re derbas bike û li çareserîyên alternatîf  bigere,  da ku bikarin bi awayekî sengîn û bi stratejîya pêşerojê ve lihevkirî bin.

Ji kerema xwe re bihêlin  redaksîyona weşanên kurdî ya Radyoya Swêdê karê xwe bidomîne da ku deng û perspektîvên cuda ji alîyê civata me ve bên bihîstin û fahmkirin.

Kurdo Baksi:Nivîskar

Selma Brodrej:Rojnamevan

Seyran Duran: Seroka (YJK-S) Yekîtîya Jinên Kurdistanê li Swêdê

Ahmad Eskandari: Ronakbîrê Swêdî-Kurd

Kemal Görgü:Hunermend

Firat Ceweri:Nivîskarê Swêdî-Kurd

Keya Izol:Endamê Komîteya Rêvebir yê DIAKURDê (Konfederasyona Kurdên Dîasporayê)

Amineh Kakabaveh: Endama berê ya Parlamentoya Swêdê.

Berzan Kockaya:Serokê FKKS (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê)

Özz Nûjen:Hunermend

Bilal G Şadî:Cemaeta/Civaka Zerduştên Kurdistanê

Omar Sheikhmous:Lêkolînerê Pirsên Rojhilata Navîn

Vildan Tanrikulu: Serokê berê yê FKKS (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê)

Îsa Turan:Çalakvanê Mafên Mirovî

Çavkanî:

https://www.expressen.se/debatt/sr-lagg-inte-ner-den–kurdiska-redaktionen/

Têbînî:Wergera bangewaziyê ji Swêdî: Vîldan Saîm Tanrikulu

XELAT/ Dilşa Yûsûf-Swêd

One Comment

  1. Grwat goods frtom you, man. I’ve consider ypur stuff prior to and you’re ust extremely magnificent.
    I reaally like what you hage received here, certainly like what yoou aare stating annd thhe wway bby whbich yoou are sayinbg it.
    Youu are making iit entertaining andd youu stoll take carte oof tto keep iit sensible.

    I cann not wazit to rread much ore from you.
    Thiis is actually a terrific website.

  2. Gracze są pewni niezawodności kasyna VAVADA, które szczyci się licencją Curaçao RN 143168. Ta jurysdykcja zapewnia legalność operatorów gier hazardowych na całym świecie.

  3. Xenical (Orlistat) es el tratamiento ideal para personas
    con obesidad y factores de riesgo. Su fórmula actúa en el sistema digestivo, bloqueando
    grasas y ayudando a alcanzar objetivos de pérdida de peso sin afectar el sistema nervioso central.

  4. 안전성과 혜택을 동시에 잡는 SBT119! 철저한 먹튀검증으로 먹튀사이트를 걸러내고,
    신규 가입 시 가입머니와 다양한 꽁머니
    이벤트를 제공합니다. 카지노 입플, 토토꽁머니,
    카지노 꽁머니로 재미있게 즐기세요.

  5. Achieve your career goals with CVzen.uk. We design standout CVs, optimized resumes,
    and personalized cover letters, combining AI tools with industry expertise, while offering
    interview preparation and career guidance to ensure you impress employers and
    secure your dream job.

  6. Tuleje i matryce z węglika spiekanego zapewniają doskonałą
    trwałość w aplikacjach wymagających odporności na wysokie
    ciśnienie i zużycie. Wykorzystywane w tłocznictwie, formowaniu i przemyśle ciężkim,
    znacząco zwiększają efektywność produkcji.
    Dzięki odporności na deformacje zachowują precyzję działania, co przekłada się na wyższą jakość gotowych
    produktów.

  7. INTI International University Malaysia offers globally recognized programs in business,
    IT, engineering, and health sciences. With strong
    ties to international partners, students benefit
    from industry-focused learning, internships, and credit transfer options to universities in the US,
    UK, and Australia. Its modern campus in Nilai provides an international learning environment with
    diverse student communities.

  8. En Mainjudionline123.com encontrarás una bitácora
    dedicada a Ecuador con relatos vibrantes, crónicas de
    viajes y reflexiones culturales. Un espacio donde
    la identidad ecuatoriana se plasma en palabras, imágenes y memorias compartidas.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button