|
Dîsa berbangekê
ji berbangên
deşta Sirûcê bi
qîrînî dest pê
kir, qîrînî û
qîreqîr, lê ne
wek qîrînên ku
cîran fêrbibûn
bibihîsin, ew ne
hawar bû, ne
qîrîna jenke ji
ber lêxistina
mêrê xwe bû, ne
qîrîna jineke ji
ber anîna
zarokekî bû,
qîrîn qîrîna
şêreke diltiji
li hember dijmin
û neyaran bû.
Jinekê ji jinên
cîrnan ji mêrê
xwe yê razîyî re
got: tu dibihîsî
? erê ez
dibihîsim, keçê
bi xwedê ez di
nava cîyan de
ditirsim , ew
çiqas jineke
fêdeye, te
bihîst ji wan re
çi dibêje ! erê,
xwedê wê
biparêze, xwedê
ma tu heyî! Ev
çi zulme, ew bi
xwere dibêje.
Cîran giş di
cîyên xwede
dirêj kirî û
matmayî û bi
tirs guhdar
dikin, ew cara
yekeme ku qîrîna
jinekê di rûyê
dijminan de
dibihisin, mêrê
tirsîyayî ji
jina xwe re
dibêje: gelo ev
bêbav wê çi bi
srê wê bikin,
heyfa Dîya
Welat*.
Jin lê
vedigerîne : de
rabe tiştekî
bike, keçê ez
wêrim li hember
wan derkevim, ma
tu wan nas nakî.
Qîrînîya Dîya
Welat di guhê
cîranan de ma lê
berê wê dane
Heleba şewitî,
roj derbas dibin
û şêra birîndar
ji xewneke ne
xweş şîyar dibe
û wê betanîya
qrirêj ji ser
xwe davêje.
Xêre Diya Welat,
çi heye ? Kewser*
jê dipirse.
Min di xewnê de
dî ku dijmin
êrîşî Qendîlê
dike û cîyê
şoreşgeran bumbe
dike û gelek
heval şehîd
dikevin.
Na lê, hinge
bala me li ser
hevalane te ev
xewn dît, Kewser
jê re dibêje û
berdewam dike:
eger bikin jî,
tiştek bi
hevalan nayê, ma
tu hevalan nas
nakî ! ma şoreşa
me bi bumbe
baranekê bi dawî dibe.
Belê heval, bi
ya teye, lê
nizanim çima ev
xewn ne xweş bû.
Bêhna pîs û
qirêja betanîya
zindanê hişt ku
Dîya Welat
têkeve xem û
xeyalan û êşên
îşkenceya xwe ji
bîr bike.
Gelo rewş li
derve çawaye,
heval çi dikin,
li ser girtina
me çi dibêjin,
gelo girtina me
deng da, wêneyên
me li her derê
belav bûn, navên
me li ser
rûpelên
rojnameyan û
entirnêtê hatin
weşandin.
Gelo heval çi
dikin, zarokên
min çi dikin,
hevalê min Bavê
Welat çi dike,
dostên min çi
dikin, sedî sed
wan pir bîra min
kirine, ew çi
rojên xweşbûn ku
me bi hev re
derbas kirin.
Bi van xem û
xeyalan, te
digot qey bûye
çerxek ku ew di
zindanêdeye.
Erê, tevî Diya
Welat gelek
çîrokên
girtîgehan ji
hevalan
bihîstibûn, lê
ne wek ku mirov
bi xwe bibîne,
zindan çiqas
pîse, çawa wan
hevalan bi salan
jiyana xwe têde
derbas kirin,
gava digotin: me
viqas sal têde
derbas kirin, me
xweşik nizanibû
bê wate çîye, ew
çiqas leheng û
şêrbûn ku bi
salan di van
zindanên bi
qirêj û gemar de
man.
Gotina hevalekê
hate bîra wê,
heval : zindan
ji şerê li serê
çiyan çetintire,
li serê çiyan tu
azadî û çeka te
di destê tedeye,
yan tu şehîd
dikevî yan jî
dijminê xwe
dikujî, lê
zindan…bi keser
digot….zindan,
tu bê çekî, di
nav destê
dijminên bê
şeref û bê namûs
deyî, erê tu
berxwedanê dikî
, lê dilê te
rihet nabe, eger
mirov li enîya
hev nesekine û
singe xwe nede
hev, lehengî
xwiya nake.
Xem û Xeyalan
Diya Welat di
navbera çiyayê
Qendîl* û kaşê
Miştenûr* de
birin û anîn,
gelo çi bi sere
Qndîl de hatîye,
Qendîl ji mij û
dûmana deşta
Sirûcê* xwiya
nake, kaşê
Miştenûr li ber
çavê Diya Welat
çûk bibû, eger
Miştenûr bilind
biba mine çîyayê
Qndîl bidîta, wê
bi xwe re digot.
Deng derîyê
hesinî Diya
Welat ji kaşê
Miştenûr
vegerande
zindana bi qirêj
û gemar, ax ……zindan,
gelo eze kengî
derkevim û
zanibim bê çi bi
sere Qndîl de
hatîye.
• Diya Welat:
girtîyeke ji
bajarê Kobanê
ye, piştî
xwepêşandana
Kobanê û Qamislo
hate girtin.
• Kewser : ew jî
ji Kobanê ye û
di wê demê de
hatîya girtin.
• Miştenûr :
kaşeke li alîyê
başûrê Kobanê
dikeve.
• Qendil :
çiyake li başûrê
Kurdistan dikeve
• deşta Sirûcê :
deşteke dikeve
navbera herdû
perçeyên bakur û
rojavayê
kurdistanê.
25.12.2007
|