"konevanî'' û ''rêzanî'' û ''ramyarî"
beramber "siyasî"
Çendlayeniya zarawe
Nivîserên zarê kurmancî zaraweyên
(sîyasî, siyasetmend, siyasetmedar,
konevan, û, rêzan û) bo yek têgeyî
beramberî zaraweya (politician –
politics)a Ingilîzî, yan jî hember
(siyasî)ya ’Erebî bikar tênin. Wilo jî
konevanî û rêzanî siyasetmendî û
siyasetmedarî wek navê wate tête
dariştin. Hin nivîserên zarê Soranî
heman wate û têge bi zaraweyên (sîyasî,
siyasetmend, siyasetmedar, ramyar û
ramyarî) bikar tênin. Bi vî awayî em xwe
dixin navbera du cêgeyan de jibilî ku
nivîserên nûhatî wê bikevin nav
sergêjiyeke gewre de li ber vê
tevliheviyê û pirkirina zaraweyan
beramberî yek têgeyî, ku ew jî beramber
zimanê Inglîzî wa tê :
Ev pirbûna bêserî ji wê yekê hatiye ku
her yek ji me dixwazê peyveke kurdî petî
beramberî peyvên biyanî yên nekurdî bênê,
bi mebesta ku peyvên ’Erebî di zimanê
mede kêm bikê, û ev mebest bi xwe tiştekî
pîroz û başe, lê awayê ku em pê radibin
armancê bicih nayênê, lewre ez pêwîst
dibînim ku rewşenbîrên kurd bi alîkariya
partî û hêzên wan yên siyasî dezgehekî
ronakbîrî taybet bi danîna zarawe ava
bikin, yan jî weku van gelemşeyan dê
zêdetir bê û belkî bigihê sînorekî wa
xirab ku Kurd dev ji nivîsîna zimanê xwe
berbidin, jibilî ku zimanê Kurdî di paşerojê
de yê bibê sê-çar ziman.
"kone û kohne"
Di zarê Kurmancî de peyva (kone) yan jî
(kohne/ kuhne) hevalnav (adjective) e.
Ji wî kesî re "kone" dibêjin, ew kesê ku
temenekî pir, ya zanîneke pir, di
tiştekî de, yan di karekî de, yan di
pîşeyekî de hebê, wek em bêjin filankes
di siyasetê de "kone"ye, ango gelek
tiştan di siyasetê de dizanê, nemaze
tepûrîp û xapên wê, û dikarê bi hesanî
xwe ji nav dirrihên wê derbixê. Bi
rastî ew peywendiyên ku naverok û wate
yekser navbera "kone" û "siyasî" drust
bikê nîne, jibilî hin tişt, yan ku
prîskên wate di hin rûwan de didê.
Peyva "kohne" ne dûr e ji peyva "kevin"
ya Kurmancî hatibe, û di Soranî de dibe
"kon", ji ber "kone" yan "kohne" ji kesî
re dibêjin yê ku di karekî de "Kevin"
bûbe, lewre pisporiyek têde wergirtibê.
Ji alîkî dî ve jî Kurd dibêjin: Min xwe
jê ko/kuh kir. Di vê ristê de peyva
"ko/kuh" dijwateya peyva "tûj" e, ango
dûrî wateya peyva "kevin" e. ev bi xwe
jî ber bi aqil de diçê, ku her miletek
cîhan di riya ziman de bi awakî taybetî
dibirre.
Mebest ji rista jorî ku (xwe kokirin)
têde hatiye, her ew jî nêzîkayî li
derbirrîna "xwe têrkirin" dike, yan
têrdîtin e, têrxwarin e, her têrbûneke
ji aliyê kesekî ve di tiştekî de, yan di
karekî de. Ev wate ne dûr e ji wateya
kobûna kêrê, yan kobûna tiştekî ta ku
tûjayî têde nemaye.
Eva han jî bi awakî mecazî bikar tê. Li
hin deveran li şûna (ko) "kuh" dibêjin.
Ev kêr kuh bûye, anygo "ko" bûye. Inca
her kobûn li dûv karhênana dûdirêj tê ta
ku ew tûjbûn ko/kuh dibe. Ne dûr e, ku
di riya mecaz de ew têge û wate di hişê
mirovê kurd de werê avakirin ku kobûn û
xwe ko kirin bibe bingeha drustbûna
peyva kohne ye wek hevalnav bo mirovekî
di karekî her kevin bûbê, yan têde ko
bûbê, ku ev herdû têge jî di herdû peyva
de dibine heval û dikevin coyekê de.
"ramyar" û "ramyarî"
Min di hin belavokên kurdistana Iraqê
de, nemaze yên zarê Soranî peyva
"ramyar" bi wateya ew kesê siyasî, bo
nimûne: Azad mirovekî ramyar e, ango
mirovekî siyasî ye. Wilo jî peyva
"ramyarî" wek (siyaset) jê tê dariştin.
Baş e, "ramyar" wek peyv ji çi hatiye?
Ya dîtir jî, gelo ev peyv bi vê wateyê
rast e yan ne? Li gor zanyariyên min ku
min xwendine peyva "raman" ku bi wateya
mitale û pûnijandin û hêvîkirin tê.
Peyva "man" ya beşê duwa ji "ra-man"
nêzîkayî li wate û têgeyên çûyî dike, û
"man" her kar e, ango eger em wê bixin
ber piroseya gerdankirinê de, wê bibe
"radimêne" ne "diramêne" wek ku hin
nivîser bi nezanî vê peyvê didin ber
gerdanê. İnca peyva "ramyar" bi
servekirina paşgira "-yar" bi dawiya
"ram-" ve, peyv weha dibe "ramyar" ango
ew kesê ku di karekî de yan di tiştekî
de radimêne, ji ber wilo peyva "ramyar"
pirtir nêzîkî (thinker -
مفكر)
e. Piştî me wateya vê peyvê nas kir, di
baweriya min de "ramyar" nabe cihê
peyva "siyasî" bigire. Di raya min de
ramyar pirtir şûna thinker digire, û
ramyarî cihê thought û fikir dikare
bigire. İnca ya baş ew e ku peyvên
"siyasî" û "siyaset" wek xwe bimênin.
siyasî
Peyva (siyasî) di nav hemî Kurdan de
bikar tê, û gotineke wa li ser zimanê
Kurdan sivik e, ne xem e eger em vê
peyvê wek zaraweyek di Kurdî de bikar
bênin, herçende peyveke ‘Erebî ye, ku me
û ’Ereba jiyana xweyî rewşenbîrî bi
hezarê salan pevre bûrandiye, jibîlî ku
ayîna me yek e, û sînorên meyên cografî
jî ketine nav hev de. Bo vê yekê,
tiştekî siruştî ye ku peyvên 'Erebî
bikevin nav Kurdî de, herweha peyvên
Kurdî bikevin nav ‘Erebî de. Bi ser ku
hin ji me vê yeka han wek kêmanî
dibînîn. Di baweriya min de, ev hest bi
kesayetiyeke nesazkar ve bend e. di
alîkî dîtir de hin nivîser wa dibînin ku
peyva "siyasî" peyveke ne Erebî ye, û
weha şîrove dikin ku ev peyv ji du
bêjeyan pêkhatiye: "sî" bi wateya
(shadow) û "yasa" bi wateya (qanûn û
law) ango herdû p0evre dibin (siya/siha
yasa). Di baweriya min de ev şîrovekirin
ne rast e, ji ber ku yasa wek ez dizanim
peyveke zimanê Mexolî ye ku hîç pêwendî
bi zimanê Kurdî nîne. Ji ber vê yekê ez
wê dûrî zimanê Kurdî dibînim.
encam
Li ber roniya şîrovekirina bûrî weha
diyar dibê ku peyvên (rêzan, konevan,
ramyar) û dariştiyên wan nakevin kirasê
zaraweya (siyasî) de. Ji ber wilo ez ya
baş weha dibînim ku peyva (siyasî)
wekçawa em bikartênin, her wilo bimêne.