Demhat Dêrikî: Pirtûka evînê

Li warê xelkê pirtûka evînê
rênexşeya maçê li ser lêvên sorê
hest û dil germ dibin weke tenûrê
hev hemêz dikin difrin li ezmanê.
Pirtûka evînê li cih û warê min
kuştin û darbestin li ser can gula min
destan û lehengî ji dilê wê jînin
bi dawî nabin şîn û hêsirên çav in.
Hêviyê bask şkestiyê me nehat dema firê
xeyal û xewn tarîbûne li ku ma ew roniyê
çi pirtûke çi zagone evîna wê ji birînê
ev evîn çend buhaye nade ji bilî mirinê.

Show More