Ebdulrehman Efîf: Birîva nema dihat bîra me..

Em dixwazin herin Birîvayê, emê li ser lingan herin, em tu trimbêlê nagirin. Ez nizanim belkî ko em bi tirimbêlê çûbana wê çêtir ba, lê me da ser lingan û me berê xwe da Birîva.

Birîva ji Emûdê ne dûr e, çend kîlomitir in. Ma emê çima çûbana Birîva û ma gelo ew cihê ko me dixwest em herênê Birîva bû? Min pirr ew pirs giring nedidît, gerek em biçûna. Hinekî tenê min tê derdixist ko xwihek min li wir bi mêr bû û me ew ji zû de nedîtibû û diva me serek lê xista.

Bi rastî min jî bêriya xwiha xwe kiribû û min dixwest ez wê bibînim. Me dida rê, ez û diya xwe û xwihek min î din, lê rê dirêj dibû û em nedigihan. çima rê wilo dirêj bûye û çima em nagihên, ev heye bêtirî rokê ko me daye ser rê, em hîn newstiyabûn û ko me heftiyekê sax jî hîn wilo berdewam kiriba, em nediwestiyan. Lê me berê xwe daye Birîva ji bo em bigihên û em xwiha xwe bibînin ne ji bo hema em li ser rê bimînin. Em dimeşiyan lê hêdî hêdî tirsek sivik xwe berdida ser dilên me! Ma gelo ev çi ye? Ne em vê riyê nas dikin! Ne ev riya Amûdê- Qamişloyê ye!. Em ne kesin beyanî ne! Ez bixwe li vir mezin bûme, û diya min, ne li Amûdê mezin bûye û çêbûye lê ev heye bêtirî bîst salan ko ew li Amûdê dijî.

Baş e, piştî nêzîkî heftiyekê ji dana me yî ser rê, em gihan gundekî, ew gund bi pirr giha û şînkahî bû, me pirr pez tê de dît û zarokin jî hatin pêşiya me. Zaroka hinekî ji me fedî dikir lê ew li kêleka me radiwastiyan û li me dinerîn,  dixwestin bi me re biştexilin, lê ji wan werê ko em zimanê wan fêm nakin. Erê em bi zimankî diştexilîn û ew bi zimanekî din diştexilîn, lê me zimanê wan fêm dikir û wan ê me na.

Wek ko min got, ew gund fireh bû û pirr gîha lê hebû lê bihna me lê teng dibû. Ez nizanim çima? Me pêşî digot, belkî ev gund Birîva bixwe be, lê ne wilo derket, û ev heye heftiyek sax ko me daye ser rê, lê ko em van tiştan ji bîra bikin jî, gund bixwe bêhna me teng dikir. Gund fireh bû, me nizanîbû çima bêhna me teng dibû! Xelkê gund bi zimankî din diştexilîn lê wan ti tiştekî nebaş ji me re xuya nedikir, erê kes ji wan nehatibû pêşiya me lê zarokên wan didan dû me û fediya xwe revandibûn û kêfa xwe ji me re tanîn.

Lê ka Birîva!?

Ez û diya xwe û xwiha xwe digihan dawiya gund, li wir me nas dikir ko gund ji hemû aliyan dîwarkirî ye. Me nih nas dikir ko çima bêhna me ji pêşî de lê teng û zehmet dibû. Li dawiya gund em hinekî rûdiniştin û hinekî diramiyan. çend zarokên gund jî li dora me bûn, me nas dikir ko me riya xwe şaş kiriye û em pirr dûr hatine û me, hebe tunnebe, Birîva li dawiya xwe hiştiye. Em hinekî xemgîn dibûn lê me ji hev dipirsî û ji wan zarokan bê ka riya rast kîjan e?!

Divê em ji gund derketana û bi dawî de vegeriyan. Em hîn wilo diramiyan, min dît ko keçiket biçûk nêzîkî min bû û pênûsek nû da min û ji min re got: ev pênûs bavê min diyarî te dike!. Ez nizanim bê ka çima bavê wê pênûs diyarî min kiriye, çima ne tiştekî din, min bavê wê keçikê nas nedikir û ne wî jî ez. çima pênûs, çima diyarî?? Min ji keçikê re got, ez sipasiya bavê te dikim û pirr silavan ji min re lê bike û keçik vegeriya malê.

Nêzîka diwazdeh zarokên wî gundî dan dû me û kêleka me. Em rabûn ser xwe û me berê xwe da Birîva. Em hinekî meşiyan, ne gelekî pirr, em ji gund derketin û hinekî bêhna me fireh bû.

Rê bi jor de diçû, giha pirr kesk bû, riya me bêtir riyek çiyayî bû. Aliyê me yê rastê çiya bû, û yê çepê newal bû, çiyayin mezin û dirêj û newalek fireh û dirêj. Bi rastî wê derê pirr xweş bû, çemekî mezin û fireh jî di newalê de diherkî, newal hemû dar û şînkayî û kulîlk bû. Li aliyê çepê hinekî ji me bi dûr,  dîsa çiya hebûn. Rokê ew newal û çiya tije ronahî dikir, bêhnin pirr şêrîn difûriyan û li ser çiyayên aliyê çepî me, kerîkî dirêj ji guran hêdî hêdî dabûn dû hev û carê li me dinerîn. Gur dûrî me bûn, em ji wan neditirsiyan, me hinekî kêf dikir bi dîtina wan. Me dixwest em li cihekî rûnên û ji xwe re li wan binerin. Me piştî hinek din ji dana ser rê, xaniyek dît, xaniyek jor vekirî û bi pencereyekê bi alî çem û newalê û guran de. Ez û diya xwe û xwiha xwe derbasî wî xaniyê biçûk bûn û ew birra zarokan li derve li pêşiya pencerê rûniştin û ji xwe re li dora xwe dinerîn. Ew xuwrista han wilo xweşik bû ko me û zarokan nema dixwest ji wê derê rabin. Me ji aliyê hindir de dinerî û guran hinekî çavên xwe digirtin ji ronahiya rokê. Gihayê wê derê, darên wê derê, rengên xwe diguhertin, her demekê reng dihatin guhertin. Me di pencerê re hertişt didît, me guhertina rengan didît, gurên ko çavên xwe hinekî digirtin, tê bêje qey henek bi me û zarokan dikirn. Rengê giha ji keskbûnê şîn dibû, rengên daran zer dibûn û gaveke din şîn dibûn û dîsa pirtiqalî dibûn. Xweşbûnekê nerim xwe di canê me de bilind dikir ji ber guhertina rengan. Van Gogh dihat bîra min, rengên wî û jiyana wî dihatin bîra min, ez pirr bi xweşî bûm.

Dema rengên giha ji nivkê ve şîn dibûn, zarokan ban min dikirin. Ez ji wê odê derdiketim bi binî de, diçûm cem wan, ji min re digotin, li aliyê rastê binere, li wan daran binere!. Dar sipî dibûn, vêdiketin û dîsa reng diguhertin. Ez û diya xwe û xwiha xwe li wir diman, ew zarok li wir diman. Birîva nema dihat bîra me, wan zarokan bav û diyên xwe ji bîra dikirin.Wek min li guran dinerîn, li wan çiyayan, li giha, li çem, li rengguhertinan dinerîn!.

Show More

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *