EHMEDÊ HUSEYNÎ: NAMEYEK BO SIYASETMEDARÊN WELATÊ MIN..

NAMEYEK BO SIYASETMEDARÊN WELATÊ MIN: Ehmedê Huseynî

Tişta ku hûn dikin, ne siyaset e, ne zanist e, ne felsefe ye, ne lojîk e, ne huner e, ne ol û ne jî êl e,

Tişta ku hûn dikin ne tu tişt e, ji bilî ku şêwazekî lawaz û beravêtî ji şêwazên reşekomedyayê ye.


We ji xwe bawer kiriye ku hûn siyasetê dikin, na qet ne wisa ye, hûn bi sinc û çemk û têgeh û bi hişmeniya mafyozên biçûk û pepûk serkêşiya qedera welatê min dikin ..


Hûn axa welatê min, gund û bajarên welatê min, piço piço, ji nexşeyê davêjin, erka we ya sereke ew e ku hûn welatê min di nav nexşeyan de nehêlin..


Hûn nema derfetê didin bav û dapîrên min ku di gorên xwe de bi aramî sere xwe deynin.

Hûn bi tenê ji xwe hez dikin, lewra bawer bikin ku ne ez û ne jî xelkên Kurdistanê ji we hez dikin..

Hûn ji xwe re bi çarenûsa me dileyizin, hûn ji xwe re, bi kuştina xewna me kêfxweş dibin, ya we her tişt e, xapandin e, koletî ye, nezanî ye, kirîn û firotin e, lê ya we ne siyast e, ya we bi kurtî lîska zarokan e!!

Roj li pey rojê, hûn welatê min şêlûtir dikin,

Roj li pey rojê hûn azadiya min dûrtir dixînin

Roj li pey rojê hûn rêbaz, çeper û kelehên tolhildanê, zikreşiyê, ezezî û kînê di laş û giyanên me de ava dikin..

Hûn di şûna dilsojiyê de gendelî û sextebazan, hûn di şûna hezkirina welêt de sextekar, keysperest û bazirganên xwînê perwerde dikin, hûn di şûna rastiyê de qad û gorepanên xapandin û derewan berfireh dikin.

Hûn taximên xweşik û gerefêtên sor li xwe dikin lê hundirê we vala ye, hûn behsa berjewendiyên neteweya kurd dikin lê hûn derewan dikin û hûn petrola Kurdan, dar û berên Kurdan, zevî û mêweyên Kurdan, zêr û pereyên Kurdan,  xewn û xeyalên Kurdan roj li nîvro didizin.

Hûn nikarin nûneriya êşa netewa min bikin, hûn nikarin nûneriya nasnameya min bikin, hûn nikarin nûneriya komkujiyên bîr, yad û hişê min bikin, hûn nizanin siyasetê bikin, bi tenê hûn dikarin li hespên xelkê siwar bibin da hûn herdem peya bin. .

De carekê ji xwe bipirsin: ka hûn çi bi sere miletê min dikin? Mîna çeteyan we her tişt li xwe parve kiriye, erd û ezman, ax û av, rengên xwezayê, sînorên eşqa min, bi kurtî we em li vê jiyanê kirine mezintirîn pêkenîn!!

Tişta ku hûn dikin her tişt e, lê ne siyaset e,

Ne aleke we ya hevbeş heye

Ne sirûdeke we ya hevbeş heye

Ne zimanekî we yê hevbeş heye

Ne xetên we yên sor ên hevbeş hene

Ne rêbazeke we ya ewlekariya netewî heye

Hûn li pêşberî dijminên xwe, kole, pepûk, reben û naçar in,

lê li hemberî hev çavsor, kindar û gurên har in.

Hûn di hembêzkirina dijminên xwe de pispor in

Lê ewqas e Enfal, ewqas e Helepçe, ewqas e Şingal, ewqas e Sûr, ewqas e Nisêbîn, ewqas e Botan, ewqas e Kerkûk, ewqas e Kobanî, ewqas e Efrîn û ewqas e Serêkanî, hûn fêr nekirin:

JI HEVÛDÛ RE BIBÊJIN MERHEBA!!

Show More