Pirsa “Nivîskarê kurd” IBRAHÎM XELÎL

KOVARA ROJAVA: Hejmara(2)an. Buhara 2019an

Pirsa “Nivîskarê kurd”

IBRAHÎM XELÎL

Bêguman im ku pirsa ziman pirsa neteweyê bi xwe ye ji ber ku ziman yek ji hêmanên sereke yên hebûn û nebûna neteweyê ye û miletê bê zimanê neteweyî ne milet e, lê tenê komek xelkên hevdem û hevcî ye û her û her ew ê peyê miletên zimandar ên li hawîrdorî xwe be.

Ziman, ji alîyê xwe ve, bûnawerekî zindî ye, ne berhema kesekî lê berhema tevaya civakê ye, lewra ew her dimîne milk û samana civakê û nabe çi kes bi serê xwe û ji ber xwe ve rast bike yan xwehr bike, jê bibirre yan lê bar bike…

Hatiye dîtin ku her dem miletên bindest rastî hin alozî û pirsgirêkan tên, serê wan pirsgirêkan jî ew e windakirina nasnameyê û xwenaskirina weke kesekî bê ziman, bê rewişt, bê cil û bergên taybet, bê dîrok û bê ceyografya jî lê tenê weke hevwelatîyekî reben di dewleteke serdest de ku ziman û dîroka xwe lê ferz kiriye.

Pêşî em behsa diyardeya windakirina zimanê dê li cem hin miletên cîhanê bikin :

Tê zanîn ku diyardeya nivîsîna ne bi zimanê dê (yan ne bi zimanê herêma jidayikbûnê) di nav gellek miletan de heye û li cem wan miletan hîn jî ne diyar e ka ew çi navî li wê cureya nivîskaran bikin, nimûne :

– Albert Camus (1913-1960)z, nivîskarê navdar li Cezayirê ji dayik bûye, lê ew weke nivîskarekî fransiz tê hesibandin ji ber ku wî şahberhemên xwe (La peste) û (L’étranger) û (Caligula) bi fransizî nivîsî ye û tu berhemên wî bi zimanê erebî tune ne.

– Puşkîn (1799-1837)z, mîrê helbest û wêjeya rûsî ku rehekî afrîkayî ji bapîran gihaye wî lê wî bi rûsî tenê nivîsî û navê wî li cîhanê weke bavê wêjeya rûsî belav bûye.

– Vladimir Nabokov (1899-1977)z, romannivîsê rûs ê ku neh roman bi zimanê xwe yê dê nivîsîn û piştî ku çû Amerîkayê sala 1940 û heta mirina xwe wî neh romanên din nivîsîn lê bi zimanê ingilîzî ku “Lolita” ji nav wan navdartirîn yek bû.

– Samuel Beckett ê îralandî (bi fransizî nivîsî), Joseph Conrad ê polonî (bi ingilîzî nivîsî), Milan Kundera yê Çek (bi fransizî nivîsî), Cubran X.Cubran ê libnanî (bi ingilîzî nivîsî) û Emîn Malûf ê libnanî (bi fransizî nivîsî) …

Diyar e ku xala hevbeş di navbera jînenîgarîya tevaya van nivîskaran de ew e ku ew bi timamî ji ber koçberî û barkirinê naçarê vê yekê bûne, êdî ev diyardeyeke tekane ye ne ya miletekî ye.

Lê li welatên bakurê Afrîkayê (ku nêzîkî rewşa kurdî ye), navine mezin weke Asya Cebbar, Tahir bin Celûn, Idrîs Elşeraybî û Ebdilletîf Ellu’ebî ku ereb in lê bi sedema ku welatên wan mêtingêrîyên Fransa bûn wan bi fransizî nivîsi.

Lê belê ji nav hemû nivîskarên (biyanînivîs) ez dixwazim hinekî bêhtir behsa jiyana (Ngugi wa athiong’o) navdartirîn nivskarên Kenya ye bikim ji ber ku ew nêzîktirîn nimûne der barê rewşa nivîskarên kurd ên îroroj de ye:

Di destpêka jiyana xwe de û ji ber ku Kenya wê demê mêtingerîyeke Brîtanya bû, Athiong’o naçar bû bi zimanê dagirkerê xwe yê ingilîzî binivîse, lê xebateke mezin di ber bergirî û parastina ziman û zaravayên xwe yên afrîkayî de da û hewl da ku zimanê xwe yê dê (kîkûyû) vejîne û şer di ber wëjekirina wî de bike heta ku hate binçavkirin sala 1977 . Sala 1981, ji zindanê derket û yekemîn romana xwe (Şeytan li ser xaçê) bi zimanê kîkûyû belav kir, wî ev roman di zindanê de li ser kaxezên destavê nivîsîbû. Sala 1986,  lêkolîna xwe ya bi navê (Rizgarkirina mejî) bi zimanê ingilîzî lê vê carê bê naçarî ji ber ku xwest di vê nameya xwe de doza herî giran ku dabû dilê wî bigihîne pirtirîn jimarên xwendevanan li cîhanê.

Nivîskarê hinartî aborîya wêjeyê dişikîne …

Destpêka sedsala bîstem, pirsa milet û netewên serbixwe tev rabû û xelkên wek hev li hev civiyan û bi hev re çarenûsa xwe destnîşan kirin. Di nav re, tirk û ereb û faris dewletên xwe ji avê derxistin û cîyên xwe weke dewletine nûhatî li nav civaka dewletî xweş kirin, artêşên xwe ava kirin û sînorên xwe asê û serrast kirin û zimanên xwe di hindirê xêza sînor de ferz kirin û bi fêrkirin dan.

Tenê mirovê kurd li çar dewletên rojhilata navîn belavbûyî û di bin saya wan dewletan de heta niha jiyaye, fêrî zimanên wan bûye, pirtûkên wan xwendine, dîroka wan ezber kiriye, bergirî di ber sînorên wan de kiriye û xwe wek şirîkê nasnameya wan dîtiye …

Dixwazim der barê “Nivîskarê kurd” de hinekî biaxivim ji ber ku tevlihevîyeke mezin, nemaze van salên dawî, çêbûye. Ne pesnê kesekî bidim û ne jî dev biavêjime kesekî lê tenê bi armanca veçirandina vê gulokê û peydakirina danasîneke rastîn ka gelo nivîskarê kurd kî ye.

Dibe ku taybetîya rewşa kurdî tenê ew be ku erebî, nisbetî kurdî, ne tenê zimanê dagirker e lê zimanê olê ye, ew ola ku dibêje “zimanê xelkên bihiştê erebî ye” lewra wan çaxan tibabeke zanist û wêjevanên ereban bi paşxaneya xwe faris yan kurd yan tirk bûn wek Ibn Sîna, El-xwarizmî, Mehyarê Deylemî, Ibn El-muqeffe, Sêbewêh, Ibn Xelkan lê tevaya dunyayê van kesan weke nivîskarinî ereb nas dike.

Her weha, di dema nû de, berhemên hêja yên Bilind El-heyderî û Selîm Berekat (bi erebî) û yên Yaşar Kemal û Abdullah Öcalan (bi tirkî) û yên Elî Eşref Derwîşyan û Mensûr Yaqûtî (bi farisî) wek nimûne xisareke mezin e li helbest û roman û felsefeya kurdî ji ber ku bi destê kurdan lê bi zimanine biyan hatine nivîsandin.

Ji xwe, ji mafê her kesî ye bi çi zimanî biaxive, bixwîne û binivîse û her weha mafê wî ye jî ew xwe weke nivîskarê çi miletî bide nasîn lê pirs a bê bersiv heta niha ev e: Gelo bi rastî ew kes wek ku xwe dide nasîn an na?

Nivîskarê kurd kî ye? Gelo ew e yê ku:

1- Dê û bav kurd in û zimanê malê kurdî ye lê ne bi kurdî dinivîse?

2- Li devereke kurdî ji dayik bûye lê ne bi kurdî dinivîse?

3- Ne bi kurdî dinivîse lê naveroka berhemên wî der barê rewşa kurdî de ne?

4- Bi kurdî dinivîse lê ew bi xwe ne kurd e?

5- Bi kurdî dinivîse û ew ji dê û bav kurd e?

Bi rastî, ev mijar cîyê dan û standineke berfireh e lê di nêrîna min de, heger pîvan ew be ku nivîskar di berhemên xwe de behsa kurdan dike êdî Ismaîl Beşikçî, Hadî El-elewî, Mehmûd derwîş, James Coleridge, Mark Sayks, Jonathan Randal û bi dehên kurdologan nivîskarinî kurd in, û heger pîvan ew be ku nivîskar ji paşxaneyeke kurd be weke Ehmed Şewqî (mîrê helbesta erebî) û Ebas El-eqqad (mîrê pexşana erebî) û Bilind El-heyderî (yek ji pêşengên helbesta erebî ya nûjen) û Qasim Emîn û M.Kurd Elî yên ku bi zimanê kurdî nebihîstibûn, ji xwe em zilamên xelkê bê heqî dikine yên xwe.

Ziman ne tenê deng û tîp û alavê hevgînîyê ye lê ew, kesane, awayê fikirînê bi xwe destnîşan dike û civatane ew tayê ku libên gerdenîyê bi hev ve dihêle ye.

Der encama vê puxteyê de, dixwazim vî guharî bi guhê xwîneran ve kim: Kurd neteweke bêdewlet e û zimanê kurdî hewcedarê zarokên xwe ye û heger van zarokan berê xwe jê guhert û berê xwe da zimanên serdestan ew ê sal bi sal ber bi kêmanî û nebûnê ve here. Rast e mirovê kurd weke bûner naqele lê ya rasttir ew e ku kurd weke milet dê bibine çîrokeke folklorî …

Show More