Çawa Masî tî dibin?¡! DILNAS BERAZÎ

KOVARA ROJAVA: Hejmara(2)an. Buhara 2019an

Çawa Masî tî dibin?¡!

DILNAS BERAZÎ

Helîm YÛSİV, yek ji romannivîsên kurd ê vê serdemê ye, ew berê bi nivîsîna çîrokan û ev serê çend salan e jî, bi nivîsîna romanan navdar e. Di wêjeya kurdî ya nûjen de, Helîm YÛSİV xwedan cih û zimanekî taybet e, her weha ew di hilbijirtina nav û naverokên pirtûk û romanên xwe de jî, xwedan sernavên balkêş e… Helîm YÛSİV, çawa mêr avis kirin, jin ji qatê jêr birin qatê bilind, mirî ji xew şîyar kirin, sobarto û hwd…di vê romana gava ku masî tî dibin de, ew vê carê jî masyan tî dike.

Bêguman, mijara romanê mijareke gelekî fereh û zindî ye, hema hema rojane li gelek gund û bajarên kurdistanê, ev mijar diqewime. Nivîskar Helîm YÛSİV, di hilbijartina vê mijarê de, gelek babetên mezin û fereh dane ber xwe. Her yek ji van babetan bi serê xwe romanek e. Ew di rêya vê romanê re, dixweze rewşa sîyasî ya welatê me, bi taybet di nava civakê de; ji nakokîyên heyî bigre heya dighêje hevkêşîya partî û komên sîyasî, wekî şiroveyeke derûnî û civakî bide nasîn. Ew tenê li vir jî ranaweste, hîn bêhtir bi masîyê şervan re newal bi newal, çîya bi çîya digere, dikeve nava şer û cengên giran, bi tenê dimîne, tî dimîne, birçî dibe, bi çendîn caran birîndar dibe heya ku parçeyên laşê xwe winda dike. Ya rast, mirinê bi çavên serê xwe dibîne.

Belê, Masî çawa tî bû ?..Masî, ji avê derkeve, wê tî bibe, gewrîya wî ziwa bibe, bihna wî teng bibe û solix wî biçike. Lê, masîyên Helîm YÛSİV, bejî ne. Ew dikanin bê av jî, bijîn. Ya rast, ew e bejavî ne. Ew him di nava avê de û him jî di nava bejayê de, dijîn. Li welatê Masî ev peyîv bibû benîşt û bi roj û şev her kesî ew dicû.

Ev peyva pir mezin ku firokeke barhilgir, bi dizî di nîvê şeveke tarî de wekî leza birûskê, di ser çendîn welat û deryayan re , di ser çendîn bajar û çeman re hilgirtibû û wekî diyarîyeke pir biha ji Genêralê pîr re ji dûr hatibû, mîna komek zêr bi çend qat çermê xezalan hatibû pêçandin, çend mirovên ku temenê wan hîn ji yê Genêralê pîr mezintir bûn û stêrkên li ser milê wan di nava wê şeva qetranî de çirûskên zêrin davêtin hawîr dora xwe, tenê wan mirovan kanîn ji wê firokê daxînin û pêşkêşî Gerênalê pîr bikin. Ji bo Genêralê pîr, ev peyva evqas giran bû, ku ji ayeta enfalê bi watetir û ji şûrê şamê tûjtir bû. Wî texmîn dikir ku ayeta enfalê bixwîne wê çemên vî welatî tev bimiçiqin, kanîyên wê ziwa bibin, eger nebe jî, ew dê mîna Mûsayê pêxember li şûna çoyê pêxemberan şûrê ku berîya pênsed sal ji bajarê Şamê dizîbûn, di nava lat û zinarên vî welatî de lêbide, belkî ji ber şiqînîya dengê şûr, ewrên vî welatî bitirsin, sitewir bimînin û êdî hew baran bi ser masîyan de bibare.

Jixwe mêvanên Genêralê pîr berî ku xatir jê bixwezin, bi dizî, di guhê wî de gotibûn: ji bo ku baran bi ser masîyan de nebare, ji gelê xwe re bibêje ; bila bi şev û roj ayetên enfalê di nava mizgeft û kolanan de , li gund û bajaran bi dengekî bilind bixwînin, hemû dibîstanan hilweşîne, pirtûkan bişewîtine û minarên mizgeftan bilind bike heya ku dengê wan bighê mirîyan û bila ji dûr ve mina kelehan dîyar bin. Eger van hemû jî têra te nekir, em hinek firokan ji te re bişînin ku dikarin bi seywanên dûmanê pêşiya asîman bigrin, belkî çîlkên baranê daqurtînin û ewrên vî welatî ji tirsa dengê firokan re berbavêjin. Genêralê pîr xwe wekî nêçrîavankî didît û bi şev û roj bi masîyan ve mijûl bû. Pirê caran ku masîyên mirî didîtn kenekî serxweş dihate ser levên wî û bi denkekî bilind bangî hevalê xwe dikir û digot: werin bi masîyên mirî re wêneyên xwe bigrin, bila her kes bibîne ez çi nêçîrvanekî jîr im. Lê, carcaran di ber xwe de dikire pin-pin û digot: gelo masîyê bê sitirî hene?.. lê heke sitirî di gewrîya min de bimînin, kî kane jê derxîne?!…

Berî tîtî li vî welatî şîyar bibin, meleyan di nava mizgeftan de, bi fermana Genêralê pîr, bi dengekî bilid nifir li masîyan dikirin, li ber xwedê digerîyan ku ewran ji vî welatî bibe, kanîyan bimiçiqîne, golan ziwa bike, belkî masî ji tînan re bifetisin. Lê , li bajarê mezin, di meydaneke fereh de ku cih nema bû pîra rûqermiçî xwe bighîne ser dika bilind û fermana Genêralê pîr raghîne. Wê vê sibehê satilek mast di serçavê xwe de dabû, qelîştekên rûyê wê dep û doz bibûn, ji her têleke porê wê şerek dibarî, lêvên wê mîna ya dêlegureke devbixwîn ji dûr ve sor dikirin, wekî ku pizotek agir xistibe nav devê xwe. Wê jî, mîna Genêralê pîr, biroj xwen li ser masîyan didîtin, lewma jî, peyva wê ya pêşîn li ser masîyan bû. Bi qasî ku deng jê dihat bang dikir û digot: An wê masî nemînin an wê nemînin… Tenê wê dikkarîbû ew peyva mezin a ku bi firokê re ji dûr ve hatî, aşkere bike. Êdî her kesî wekî banga mela ev peyva dirêj ezber kiribû û li her derê digotin: ji bo masî tî bibin divê av bimiçiqe.

Masîyê ku Helîm YÛSİV qala wî dike, êdî ji bajaran bêzar bûbû. Raman, wekî sindifan li hişên wî digerîyan, evînê, mîna bayekî serxweş xwe li bin çengên wî xistibû û ew hilfirandibû sertara çîyayekî bilind ku her kesî berê gotibû-li gorî efsaneyan- masîyê pêşîn li vir hatibû dinyayê û bejî jîyabû. Ew lı ser girekî mezin rûniştibî ku berî çend hezar sal nav lêhatibûkirin, girê gemîyê ( textê sefînê) ango gemîya Pêxember (Nebî) Nûh li vîr hatibû ser erdê, ji wê rojê û vir ve, bi navê girê gemîyê dihate naskirin. Masî pişta xwe dabû rohilat û serejêr li bajarê Cizîrê, li tirba pêxember Nûh dinêrî. Pêxember Nûh li vir ji gemîyê peyabibû, li vir jîyabû û li vir jî , miribû. Masî , bi çavên tazî sê parçeyên welatê xwe didît. Wî ji xwe re digot; heke efsana pêxember Nûh rast be, hemû masî li vir jidayîk bûne û li dinyayê belav bûne, wê demê ez hatime warê bav û kalê xwe, warê masîyê pêşîn. Li jêr masî girekî biçûk hebû ku ne ji wî girîbûya, wê wî bajarê Cizîrê bi tevahî bidîta. Genêralê pîr destê xwe li ser laşê Ateturk re gerandibû, pozê Atetûrk bi ber destê wî ketîbû, ew poz rakiribû û anîbû bi vî girî ve zeliqandibû, ji wê rojê û vir ve ew gir bi navê pozê Atetûrk dihate nasîn.

Masî bi çend gavan berejêr di ber pozê Atetûrk re daketibû jêr, li ser devê newalekê, li ber himekî mîna diranê Atetûrk tûj sekînîbû. Wî lûfikên berfê rapişta xwe dixistin, hêsrên ku di ber pozê Atetûrk re dihatin jêr carcaran pişta wî şil dikirin. Bêhna ku ji nav dilê wî derdiket wekî dûman agirekî qurmê daran bû, li ser simbêlên wî yê zirav dibû qeşa, heke te destê xwe pêbikira wê mîna şiva qeşarê bişkesta. Dema masî şûtika ku dirêjahîya wê dighîşte nêzikî sîh mitrî li pişta xwe gerand û rahişte nivştê, hevalê wî jê pirsî bû, ev çî ye lo ? .. mebêje ev teberka mala şêx e!..Herçend e masî serê xwe bi na hejandibû, lê kesî jê bawernedikir. êdî ew li xwe mukir hatbibû û gotibû; ev teberka evînê ye, ev nameya Berfînê ye. Hevalê wî jî, gotibû: Li vir Berfîn tenê gulek e, tu dikarî baş bihên bikî û xweş lê binêrî, lênaxwe wê hestîyên te bibin darcigare û xwîna te jî, bibe sorînge li ser enîya hevalên te, yan tu yê çend şevan komek sipî di binçengên xwe de qelew bike.

Ramanan, xwe li hişên masî kiribûn kokal, lê wî timî ji xwe dipirsî ; gelo masî çawa pir dibin?.. masî evîndar nabin ?…lê hevalê wî jê re gotibû: li vir tenê mafê masîyan heye bijîn û bimrin! Wê salê masîyekî evîndar şaş bibû û li me qelibîbû, me ew çend mehan di şikefta pozê Atetûrk de kedî kir û me naylonê soleke lastîkî reş bi ser pişta wî de hiland, ji bo ku hew êdî şaş bibe û qale navên gulan bike. Her ku carekê Masî li jêr xwe li bajarê Cizîrê dinêrî, hema yekser pîra cîrana wî dihate bîra wî, ya ku timî jê re qala çîroka Mem û Zînê, çîroka evîn û merqeda wan a li bajarê Cizîrê dikir, Berfîn dihate bîra wî.

Rojekê ji bo ku Masî tîbûna xwe bişkîne daketibû gundê Hêşet, gundê helbestvanê mezin, Feqê TEYRAN. Komek xort û keçên nûgihayî li ber derî, li dora Masî bûbûn kokal û jê dixwestin, ji wan re stranekê bibêje. Keçikeke rûken î çavzer, ku nû her du sêvên li ser singa wê mîna du kîvkarikên zozanan hilpekîyabûn û kirasê wê hinekî ji textê sînga wê dûr xistibûn, ji Masî strana Ey dîlberê dixwest, lê Masî gotibû ez nizan im û wê gotina Masî qurmiçandibû û gotibû ma Masî viran (derewan) dikin!..ma ne Xelîl xemgîn û Seydxan jî Masî ne, çima ew zanin stranan bibêjin çima tu nizanî, tu viran li me dikî..lê Masî gotibû: tembûra me ne li gel me ye, ka Kasêta (banta) xwe bide min ez e ji we re dagrim û bÎnim û him jî,heke dengê me her tajîyên Genêralê pîr, wê ew bi şev werin solên we bidizin û bi roj jî, werin kincên we bidirîn in. Lê, wê dîsan gotibû: Çima ma Tajî bi Masîyan dikarin?..Meta min wê rojê ji Amedê bi mêvanî hatibû mala me û ji dayîka min re gotibû ku Masî him dikanin di ser avê re bimeşin û him jî, kanin di bin avê re derbas bibin, ji xwe gotibû ku ew razerî dengê hemû cinawiran (jîndaran)jî,dikin…ka bêje min, Masî xurt in an hêstirê Hêşet?!..Masî tenê gotibû: Çima? Wê gotibû: Hêstirê Hêşet nikarin rahêjin çiwalek ard û di vê bireka han re derkevin serê çîyan, lê Masî barek ard didin ser pişta xwe û di vê evrazê re dibezin. Masî serê xwe hejandibû û gotibû:
Ma hêstirê Hêşet li ber me çi ne…em xurt in. Lê dîsan jî, heke welat ava bibe û em sax bin, em ê peykerekî mezin ê hêstirê li navenda Amedê deyînin û wêneyeke wê jî, li ser diravan (pereyan) çêkin.

Piştî şeş mehan Masî îro nanekî çarberê xwaribû û sancî ketibû zikê wî, wekî ku tiştekî pir xerîb xwaribe. Hevalê wî jê re gotibû: tu zanî çima bizin bişkulan dikin? Ew jî wekî me kîhayê kelî (bêxwê) û xavî dixwin, lewma bişkulan dikin!..

Berî stêrk li welatê Nûh hilên, tajîyên Genêralê pîr xîlên xwe di nav hestîyên lingên Masî de çandibûn û xwîna wî dimêtin. Şûtika ku Masî jibo bar li ser pişta hêstirê bişidîne dikire navteng, dema birçî dibû qatekî din dişidand ji bo têr bibe,ji bo ard bipêje dikire êleg, ji bo avê zelal bike dikire parzin, ji birîndaran re darbest girêdida, darpişt pê li pişta xwe dişidand, dikir ben xwe pê beradida binê bÎr û şikeftan, hebinê mala nayîlonî pê girêdida, namûsî bû ji bo kulî û mêşan û destmala xwêdana enîya wî bû, îro jî bibû pemboyê devê birînê, birîna wî pê dihate avsûm kirin. Masî hestîyên herdu lingên xwe li welatê Nûh çandibû, ji bo heke rojekê Nûh ji xewa mirinê şîyar bû ji xwe re bike kopal û li warê rojava, warê ku Berfînê daxek li dilê wî xistibû, vegerîyabû.

Masîyê ku çendîn sal dengê sirûda wî ya sibehê zimezim bi çîyayan dixist û digot: (an kurdistan an neman) hem yekser tajî, seg û gurên Genêralê pîr serxweş ji xew şîyar dikirin û bi wan col û çîyan ve mîna kulîyên pêxwas hildiperikîn, jixwe dema ku ditirsîyan bangîn ji Genêralê pîr re dişandin û ji wî dixwestin ji wan re hemû cureyên teyîr û tilûran ( qertel, başiq ,kund û qirikan) bişîne,lê dema ku Masî êvar bi gulbankekê digot: (bican bi xwîn bi te re ne ey serok) ew dar û berên wan çîyan li tajî û gurên Genêralê pîr, dibûn sam ,û îro li bajarê ku Masî lê jidayîkbibû, rûvîyên deyîştê li dora wî bi şev pê de dikirin zûrezûr û mişkên kor mala Masî kiribûn xirabbajar, nahîştin ku ew bi şev têrxew bibe. Masîyê ku evqas sal tîbûna xwe bi evîna Berfînê û lûfikên berfê şikandibû, dîsan devê zengilan girêdabû, xwe ji rêwitîyeke dûr re amede dikir. Ew êdî bibû evîndarê gurzek ken. Li welatê Masî ji bo ku rovî têr rakevin û mişk bi şev netirsin, êdî ken hatibû qedexekirin. Lewma jî Masî dixwest here welatekî ku karibe bi dengekî bilind têr bikene û kulên dilê xwe biken derman bike.

Masî, li welatekî dûr, li mala Auslander Beg, li kêleka Helîm YûSİV rûniştibû. Wî ji Auslander Beg re qala welatekî ku cugrafîya (erdnîgarî) bi gezan talan dibe, dikir. Qala welaekî ku her tişt lê qedexe bibû, tenê mirin azad bû dikir. Auslender Beg, tenê serê xwe bi gotinên Masî re bi xemgînî dihejand û Helîm YÛSİV, çîrokên Masî werdigerandin ser rûpelên spî û zindî dikirin.

Mala te ava nivîskar Helîm YûSIV ku te çîroka Masîyê tî bi me da nasîn. Heya ku ez çîrokên “Auslander Beg” dixwînim, bixatirê we…

Show More