Uncategorized

RÊNAS JIYAN: Zeman û Zergan

RÊNAS JIYAN: Zeman û Zergan

Gava bi min re, di bêrîkên min de yan jî di cuzdanê min de alavake zêde, wek kaxiz yan jî pereyekî hûr hebe, min dibetilîne; ez wan zûzûka datînim, diavêjim, diçirînim û xwe ji wan xelas dikim. Hebûn jixwe tiştekî giran e îcar di ser de jî tew ev tiştên vala û bêhawe… herî dawî min cuzdan jî danî, û nasnameya xwe jî… ruhê min ji wan çûbû, hundirê wan mişt derew bû, giran bûn û beradayî bûn.

Lê saeta min ne werê ye, giran-sivik, buha-erzan, xweşik-ne weşik ne xem e, ez bêyî saeta xwe kêlîkekê jî nikarim îdare bikim; ji ber ku tiştekî aydî min di hundirê wê de heye: emrê min. Gava ez li demjimêra destê xwe mêze dikim, ez emrê xwe yê bihurî di hundirê wê de dibînim. Saeta min hebûna min dipîve, bîra min qam dike, mirina min a dahatûyê dike sînema û tîne ber çavên min.

Her ku saetek bibihure demjimêr ji min re dibêje:

                – Tu saeteke din nêzîkî mirina xwe bûye, te hay jê hebe.             

*

Ez “rojbûn”a xwe nizanim, hetta ne rojbûn, ez “mehbûn”a xwe, “demsalbûn”a xwe jî nizanim; ji ber wê jî ti carî ne pîrozbûna rojbûna min û ne jî diyariyên rojbûna min çêbûn. Asas, li nav me kurdan çanda diyariyan ne ewqasî xurt e, carna di dawetan de hin “xelat” tên dayîn, lê xelat ji diyariyan cudatir in: Di xelatdayînê de serkeftin û pêşbaziyek heye. Mirovê ku di karekî de hemû pêşbazên din li dû xwe nehêle û bi ser nekeve nikare xelatekê wergire, lê di diyariyan de tu pêşbazî û serkeftin nîn e, hezkirin heye, gava yek ji yekî hez dike jê re diyariyekê dikire û hew. 

Di jiyanê de biqasî ku tê bîra min diyariya min a ewil saetek bû, gava bavê min ji hecê hatibû wek diyarî saetek ji min re anîbû. Ev, demjimêreke dîjîtal bû, min zehf jê hez kiribû û wê çaxê nola niha saet (zeman) ne ewqasî pir û erzan bûn.

Li mektebê, hevalên min ên sinifê bi “saet”an li ber min digeriyan ku wan carekê saeta min têxista destê xwe, lê min ti carî saeta xwe ji destê xwe dernedixist û nedida kesî, lê xwezî min bida û wan jî carekê ji mamoste re bigota bê çend deqe ji tenefusê re mabû. Bi saeta xwe di nav hemû hevalên xwe yên sinifê de ez bi tenê xwediyê zemên bûm, zeman ez bûm.

Di zaroktiyê de zeman tune ye, têgehên zemên “zû” an jî “dereng” tune ne. Zeman têgeheke xwedayî ye û ti kes zû bi zû naxwaze ku wê ji destê xwe berde, wê bi kesên derdora xwe re par bike.

*

Di mîtolojiya kurdan de bi navê “Zervan” xwedayek heye. Zervan, xwedayê hemû zemanan e; hemû xwedayên din û alav û cîhan û gerdûn giş ji vî xwedayî çêbûne. Jixwe gotina “zeman” bi xwe jî ji navê vî xwedayî pêk hatiye. Di demê de gelek Zervanîst hebûne û wan ev xweda mîna xwedayekî mezin hebandiye. Zervan bavê hebûnê ye. Zervan ya jî zeman tune be mirov hebûnê baş hîs nake. Lê tiştekî din heye ku ew jî delîla hebûnê ye; ev, erd yan jî mekan e. Gava mirov “pê li erdê” dike hebûna wî dipeyite û zewqekê jê distîne.

*

Zeman, destpêka dibistana min a navîn bû, mekan Zergan bû. Çemê Zergan pir nêzîkî mekteba me bû. Wê rojê dersa fransî hebû û mamoste yekî zalim bû, min diyaloga fransî ezber nekiribû û ez ji rojên “tehl” elimîbûm ku ji mektebê birevim û bêm ber çemê Zergan. Zergan revokgeha min bû, kevokgeha min bû. Min sola xwe derxistibû û pê li erdê kiribû. Zeman hebû, erd hebû û min di zemên de pêxwas pê li erdê kiribû, ez hebûm.

                Zergan ji bo xwendekarên revok ciyekî pir aram û xweş û talde bû. Zergan gezo bû, gijnîj bû, kevz bû… Zergan ava wî firo bû… Herriya wî goştê biraştî bû… Bi hiriya jinên cilşo her tim şal û şapikekî xweşik li bejna wî bû… Dengê wî Vîvaldî bû… Li qeraxa wî zeviyên nîsk û geniman hebûn, baqil û şolik di nav wan zadan de mûlid bû… Min zehf ji Zergan hez dikir û hez kiribû, ew zilzilîka min bû… Ew beqên min ên biçûçik û çêlik bû… Ew hevalê min, ew şirîkê sûcê revên min ên ji mektebê bû…

*

Zergan zeman bû, li qeraxa wî dilê min rehet nebû û min xwest ku ez têkevim hembêza wî. Min cilê xwe ji xwe kir û bi gavên zeîfokî û bi heyecaneke tazî û bi kêfeke masî ez meşiyam hundirê wî.

Ez mirovekî axê bûm, ne avjenekî jêhatî bûm, min jiyaneke avî tune bû. Min xwe tê dadikir û derdixist, min lingên xwe li avê dixistin û kef bi ser avê dixist li qeraxa ava wî: Xweş bû, pir xweş bû, biqasî avê xweş bû, biqasî ku mirov xwe ji bîr bike û ji qeraxa çem, ji ciyê nizm dûr bikeve xweş bû. Carekê gava ku ez betilîm û min xwest ku ez pê li erdê bikim, av bi ser serê min ket û ez noqî avê bûm. Erd ji bin lingên min şemitî. Ez dixeniqîm. Ma qey cezayê ku mirov saeta xwe neda hevalên xwe, xeniqandin bû?! Ma kîjan dadgehê ji bo rojeke reva ji mektebê, xwendekarek şeniqandibû? Ez di nav avê de diperpitîm, min hewl dida ku ez dîsa xwe bigihînim axê, bêm qeraxê. Ax, Zergan, min berde, min li vî ciyê xalî nexeniqîne, ez pir ji te hez dikim, ma tu nabînî ku min dev ji axa xwe berdaye, ez ji mekteba xwe reviyame û berê berê hatime cem te!?  

Di nav avê de min pir li ber xwe dida, bi dest û lnig û seriyan… Gerek hinekan gazî û hawara min bigihanda çêl-beqan…

Zergan pir çûbû qirika min, ez di hundirê wî de ew dihat diket hundirê min. Êdî qudûmê min hew şixulî, hew bû û min lingên xwe yên ku bûbûn rêsî, mîna ku mirov gundorekî ji ser xaniyekî dehf bide, danîn erda şematokî. Min pê li erdê kiribû û îcar av bi ser serê min neketibû. Pêlêkirin, jiyîn bû. Ev çi bû law?! Balo Zergan jî wek zeman xweş bû û mirov di hundirê wî de dixeniqî.

                Ez li qeraxa çem li ser qilafîskan rûniştim; tazî, qutifî û dev û guh bi avê dagirtî… Ez diricifîm, min navkutk li xwe dixist. Ez û zeman û Zergan bûn, em bûn, ji me pê ve li wir ti kes tune bû. Min li çem dimeyzand, dîsa nola berê bi henûnî diherikî. Zergan jî wek zeman, gava mirov li derve lê dinêrî xweşik û delalî bû, lê di hundirê wî de mirinê xwe ji her kesî vedidizî.

Ez rabûm, min hêdî hêdî cilê xwe li xwe kir. Ji bûyera ku hatibû serê min, hîsên min mîna tizbiyeke qetiyayî, hin hebên wê heta bin ferdên nifqê malê, gindirîbûn û winda bûbûn. Êdî dereng çêbûbû, min zeman meraq kir û li saeta xwe nêrî. Min bi hêrs û keser serê xwe ji ser saetê rakir û bi çavên kelogirî dîsa li Zergan nêrî:

– Zergan, xwezî te ez bixeniqandama lê saeta min nexeniqanda! Hesûdo Zergan, ji ber ku min ji te pirtir ji saetê hez dikir, te ew xeniqand!

Min ji bîr kiribû, ew ji zendê xwe dernexistibû. Jibîrkirin, dixeniqîne.

Saeta min şîn bûbû, di hundirê wê de ewrekî cûnikî çêbûbû û wek meytekî nepixîbû.

Zeman êdî xerab bû, zeman êdî xerab bûbû.

Di rêya malê de bi hêviya ku dîsa rast bibe, min her ji bîstekê carekê dîsa li saeta xwe nêrî, lê belasebeb bû, saet xeniqîbû. Êdî mîna zarokên bêsaet tek çareyeke min hebû ji bo ku ez bibûma xwedî saet; gezkirin. Min ji qehran zendê xwe gez kir, ji şûna diranên min qurseke saetî çêbû, saeta min a nû êdî êş bû.

*

“Mirov di çemekî de ti carî du caran nikare xwe bişo,” çem diherike, zeman diherike, ne çem çemê berê ye û ne jî mirov mirovê berê… Zergan ji ber ku zeman an jî Zervan bû, û ji ber ku çemê Herakleitos tanî bîra min, ji bo min hem çemekî mîtolojîk û hem jî çemekî felsefîk bû.

Heta vê dawiyê jî kengî ez biçûma Qoserê, heta ku ez neçûma ber çemê Zergan, heta ku ez neçûma ber heval û hezkiriyê xwe yê hesûd, dilê min rehet nedibû. Min ji ber wê meselê ew bexşandibû, ji ber ku her hezkirî hinekî ji evîndarê xwe dihesidî. Lê kengî ez derim ser wî, nola saeta xwe ya xeniqî, ez ji bo Zergan jî kelogirî dibim. 

 “Mirov di çemekî de ti carî du caran nikare xwe bişo,” tew di Zergan de qet na; lê ne ji ber tirsa wî ya xeniqandinê, ji ber ku Zergan jî xeniqiye, ji ber wê. Zeman Zergan xeniqandiye û kiriye sergo.

Ku tu ne pîs bûya, te Zergan nedikir kanalîzasyon, zeman, tu pîs î!

Ax çemê min î mirî, ma ez li ser te negirîm wê kî li ser te bigirî?! Belkî bi ava banê hêsirên  min tu dîsa biherikî!

Ji bo ez di zemên de nexeniqim min her tim saeta xwe kir bîrovek û di zendê xwe de ji xwe neqetand. Her gava ez li saeta xwe dinêrim, zeman: Xeniqandina Zergan e.

Show More

Babetên peywendîdar

Close