Uncategorized

FADÎ EL-AKÛM: GER TU KURD BÎ!

FADÎ EL-AKÛM: GER TU KURD BÎ!

 Di vê serdema ku ji aliyên siyasî û leşkerî ve serdemke tirsnak e, pir zor e ku tu mirov bî, ya zortir ku tu ji Rojhilata Navîn bî û ya zortirîn jî ku tu Kurd bî, çinkî wê çaxê tu naçarî bergiriya axê, kevir û mirovan bikî.

Ne wek carên berê ku bi tenê dixwest nasnameya xwe, ziman û çanda xwe biparêze.

Tişta ku li Sûryayê rû da dê di pirtûkên dîrokê de û di belgeyên nepenî û yên ne nepen de werin bi bîrxistin ku Kurdan hebûna xwe û nasnameya xwe ya çewisandî careke din vegerandin, dê dîrok bibêje ku kurdan careke din hevkarî û hevgirtin li nexşeya pêkhateyên Sûryayê vegerandin berevajî pilanên ku jê re dihatin amadekirin.

Ger tu Kurd bî, tu naçar î li pêşberî gumlekên reş û rihên dirêj di çepera pêşîn a şer de bî, da tu miletên ku bawerî dane te biparêzî, da tu miletên ku bawerî dane tiving û gulleyên te biparêzî, ger tu Kurd bî qedera te ye ku tu bi şeref û bi rûmet li dijî komên ku şerf û rûmet firotine, şer bikî.

Ger tu Kurd bî tu naçar î destkeftiyên xwe biparêzî, destkeftiyên ku ne yên te ne lê bêyî cudahî yên hemû pêkhateyan in. Ger tu Kurd bî, tu naçar î li navçeyên rizgarkirî kun û veşargehan ji keroşkên terorê yên veşartî û tirsonek pak bikî.

Ger tu kurd bî tu naçar î ala azadiyê li her cihê tu lê bî bilind bikî, tu naçar î dibistanan bi rê ve bibî, tu naçar î pariyê nên berî ji xwe re ji yên din re peyda bikî, tu naçar î zivistana wan germ bikî û girinijînê li ser rûyên zarokên wan nîgar bikî…

Ger tu Kurd bî tu naçar î rû bi rû li hemberî rexneyên rojane yên kesên revok, kesên ku xwe avêtine himbêza Sultanê nûdem ê Osmaniyan, kesên ku ax û namûsa xwe firotine da ku bibin koleyên Sultanê nûdem, rawestî. Ger tu Kurd bî pêwîst e tu wan rizgar bikî, tu mêjîyên wan yên windayî rizgar bikî.

Ger tu Kurd bî guh nede gotegotên nijadperestan, bêbextiyên vala paş guh bike, em dizanin tu bi wan birîndar dibî, em dizanin ku carinan tu bi wan têyî kuştin çiku rastiyê diguherînin û wêneyên giranbuha û nazik şêrîn dikin.

Ger tu kurd bî, gerek e tu li wî kesê ku duh berê tifinga xwe bi te ve kir û îro xwe radestî te kir, biborî, ew xweş dizane ku tu yê lê biborî û tu dizanî û em hemû dizanin ku ew ê du car û sê caran lê vegere ku karibe. Ger tu kurd bî rewişta te rê nade tu dest bidî mûyekî jê.

Ger tu Kurd bî, tu yê  rahêjî kamera û pênûsa xwe, tu yê zeviyê mayinan û dîwarên êgir li pey xwe bihêlî, da tu wêneyên rastîn yên bûyeran bo cîhanê ragihînî, da tu bêyî derew, sextekarî û bêyî xemilandin, ji xelkê re rastiyê bibêjî.

Ger tu kurd bî, tu şervan î…

Ger tu kurd bî, tu pîroztirîn xweşmêr û siwar î …

Ger tu kurd bî, tu rûyê rasteqîne û zelal ê mirov î…

Lewra pir xweşik e tu Kurd bî…

Û xweska ez jî Kurd bama.

FADÎ EL-AKÛM: GER TU KURD BÎ!

Show More

Babetên peywendîdar

Close