GOTAR

(JI HEJMARA (0)ê YA KOVARA ROJAVA) Rênas Jiyan: SEMPTOMÊN KESAYETA FEODAL Û BINDEST

Ev kesatî anku kesatîya feodal û bindest, nasnameya wî zêde nayê zanîn; tam tu dibêjî dewlemend e, feqîr derdikeve; yan jî dijberî wê, tu dibêjî feqîr e, dewlemend derdikeve; tam tu dibêjî Kurd e- Tirk derdikeve; tam tu dibêjî jin e, mêr derdikeve; tam tu dibêjî wêrek e, newêrek derdikeve; tam tu dibêjî zane ye, nezan derdikeve; tam tu dibêjî heval e, dijmin derdikeve…

*

Ev kesatî pir durû ye; li cem te be, xwe li te tîne û kîjan tiştê ku tu jê hez dikî, dibêje, lê li paş te, li cem yekî din, tu heqaret namîne ku li te nake; lê li ber xwe nakeve, tam dijberî vê yekê bi koleksîyona xwe ya rûyan pir serbilind e. 

*

Kesatîya feodal û bindest ji jidilbûnê dûr e (qet ne jidil e, dûrî jidilbûnê ye), hema bihesibîne ku hemû rewş û mijar jê re ji bo ku kenê wî bînin hene; huner, ol, felsefe, sîyaset, zanyarî, mirin, zayîn, serdestî, bindestî û hemû têgeh û tiştên heyî ji bo wî alavên henekpêkirinê ne; êş, derb, şikestin, têkçûn an jî serkeftinên yekî yan jî miletekî ji bo wî alav û mijarên henekên qehweyan in ku ew bi yekî din re hîrehîrê bike. 

*

Ev kesatî pir ji qerebalixan hez dike, tenêtî ji bo wî mirin e, ji ser erdê yan ji bin erdê derxe, civatekê ji xwe re ava dike; gava ku tenê dimîne ditirse ku pêrgî rewşa xwe ya heqîqî were û bi xwe re rû bi rû bibe.

*

Kesatîya feodal û bindest heta tu bibêjî nemerd û çikûs e; dinya giş jî qir bibe, ew di wereqeyeke xwe de nabihure;, koka mirovahîyê giş biqele jî, ew bi qasî qurîncokekê jî canê xwe naêşîne.

*

Ev kesatî pir qure û pozbilind e û ji kesên weha bi xwe jî hez nake û heta jê tê ji bo hevaltîyê li nefspiçûkan digere, lê dîsa jî li xwe hay nabe; ji xwe ji bo ku ew li ser serê wan payetîyan bike li nefspiçûkan digere. Ji xwe û alavên xwe pê ve tu kesî û tu tiştî nas nake ku xwe û alavên xwe bide ber wan ku xuya bibe bê kî ye û xwedî çi ye. Bi payetîyê anku xwemezinkirinê piçûktîya xwe dinixumîne. A rast ji xwe tu bejn û mezinatî pê re tuneye ku bitewe jî. Heger wî zanîbûya bê mirin çiqasî xurt û ew zeîf e û bê gerdûn çiqasî mezin û ew piçûk e, her weha ku bê Xwedê çiqasî bêdawî û ew bidawî ye, an heke ew xwedî hişmendîyeke mezin bûya, ji xwe wî yê pozbilindî û payetî nekira.

*

Kesatîya feodal û bindest xerîbdost e, hurmet û hezkirina wî ne ji bo

mirovên li dora wî û miletê wî ye, ji bo mirovên xerîb û bîyanî ye, ên wî li ber çavên wî hatine reşkirin, ên xerîb û ne ji wî her tim ji yên wî xweştir û bedewtir in. Kesên xerîb serdestên wî bi bîr dixin, ew wek nêzîkî serdestê xwe bibe nêzîkî her xerîbî dibe, ji ber vê yekê ew ji xerîban hez dike; xerîbdostîya wî lavelav û hêvî ye ku ew xerîb wî ji wê rewşê rizgar bike, hezkirina wî ya ji bo xerîban ne ji kûrahîya dilê wî ye.  

*

Ev kesatî newêrek e; ji ramanê ditirse, ji azadîyê, ji mirinê, jîyanê, ji serdestên xwe, ji dewletê, ji Xwedê, ji bavê xwe ditirse û ji tenêtîyê ditirse.

Ma çawa netirse! Ew tim di nav kerîyan de jîyaye û tu carî li tu têgehan konsantre nebûye;tu carî jîyaneke aydî wî çênebûye, nejîyaye; ew her tim ruhê xwe ji bo pêşerojê vedişêre.

*

Kesatîya feodal û bindest xayin e; serdestan ew fêrî xayintîyê kiriye û gava ku wî bi wan re hevkarî kiriye, serdestan ew xelat kiriye. Li gorî wî madem azadî ne mimkun e, wê çaxê tu sedem tuneye ku xayintîyê neke.

*

Ev kesatî pir hesûd e, tu carî tiştekî wî çênebûye, hemû tiştên wî, biryar û vîndarîya wî jî di nav de giş aydî eşîret û serdestên wî ne; ew bi xwe jî ne aydî xwe, aydî hinekî din e; ji ber vê yekê, gava ku çav li bextewarî û serkeftina mirovekî wek xwe û ji xwe dikeve, pir diheside û yekser dixwaze wê bextewarî û serkeftinê reş û tune bike; madem ê wî tuneye û wê tu carî çênebe jî, wê çaxê bila yê tu kesî tunebe.   

*

Kesatîya feodal û bindest şelaf e; serdestên wî jê mezintir in, ji wî çêtir, baştir, bedewtir, hunermendtir û xurttir in, ew yekî newêrek e û wî bi çavên xwe dîtiye ku serdest çi tînin serê bindestan, bê çawa wan tune dikin û dikujin; ji ber vê yekê, a baş ew e ku ji serdestê xwe re xweş bike û şelafîyê bike û wan û her tiştê wan dahîne ser serê xwe. Ma ne çêtir û bifêdetir e gava ku ew çav li serdestan bikeve û wan mezin bike û gava ku çav li bindestan bikeve wan piçûk bike û piçûk bixe. Ma her tim ne wisa bû ku hinekan di wê civakê de her tim ew piçûk dikir û piçûk dixist, îcar çima ew hinekan piçûk neke û piçûk nexe!

*

Ev kesatî bê bîr e; koka wî hatiye qurmiçandin, dîroka wî hatiye tarîkirin,

hemû alavên ku pê bîra wî çêbibe û kûr bibe ji destên wî hatine stendin. Ma bîr ne hebûn e? Ma ji bo tunekirinê divê mirov berî her tiştî ji tunekirina bîrê dest pê neke? Ma ne ya ku bindestan bindest û serdestan serdest dike bîra ku şiûrekê çêdike?  

*

Kesatîya feodal û bindest nezan e, ma ji quretî û payetîya wî ya ku ew wek bi her tiştî dizane û tev digere xuya nabe bê ew çiqasî yekî nezan e? Ma ji bilî fesadî, tinazî û tiralîya hişî, wî xwe bi çi êşandiye ku nezanîya xwe ji ser xwe rake? Ma serdest ewqas bêhiş in ku zemîn û derfetên zanînê jê re ava bikin û rê li ber azadîya wî vekin? 

*

Ev kesatî dijûnkere, bi awayekî jidil û zanistî zû bi zû nikare li ser mijarekê biaxive, ji ber ku mirovekî hîsî û bêkontrol e, di ser û binê gotina wî de çêrek anku sixêfek heye. Ji ber ku ew nikare xwe bi axaftinê îfade bike, mecbûr dimîne ku xwe bi dijûnan vala bike.

*

Kesatîya feodal û bindest bêhedan e, tu carekê bala xwe didê wa ye bi hewa ketiye difire û careke din wa ye ketiye erdê û ser û guh di nav herî û tozê de bi erdê re dixişike û tu bala xwe didê, rojekê bûye yekî pir baş û roja din tu bala xwe didê, jê xerabtir kes tuneye.

*

Kesatîya feodal û bindest fesad e; ji ber ku nezan e û tu serhevdeyeke wî ya zanînê tuneye; gava ku ew li cem yekî din be jê re qala çîrok û serpêhatîyên yekî ku ew wî dinase dike. Ew sirf bi awayekî neyînî qala yên din dike ji bo ku ew wek leheng xuya bibe. Ger ew qala fesadîya yekî din neke û qala xwe bike hemû gotin û çîrokên wî li ser mêrxasî û lehengîya wî ne; ji bilî fesadîya yekî û çîrokên xwe yên lehengîyê nikare qala tiştekî din bike; ger derd an jî pirsgirêkeke wî hebe rasterast qal nake, ji mirovê hemberî xwe dixwaze ku ew wî hîs bike, ji dîyalog û axiftinê bêtir bi hîsên xwe tev digere.    

*

Ne hunerhez e, ji ber ku ruhê wî zeîf û nizm e û ji ber ku huner xîtabî ruh

û kûrahîyê dike; gava ku pêrgî xebateke hunerî dibe, revî revî jê direve.

*

Çikûs e, qurişekî bi îmana xwe nade; ji ber ku ji mirinê bawer nake û ji ber ku bêbîr e bêyî ku bizane bê ji bo çi dide ser hev, hey kom dike, carinan ji bo ku ji yekî din pênc qurişan bi dest bixe, biqasî qurişekî comerdîyê dike.  

*

Bê bawerî ye, ji tiştekî bawer nake; carinan ji bo ku mirovên dora xwe bixapîne, wek ku bawer dike tev digere, lê di esasê xwe de ji tiştekî bawer nake; a rast newêre bawer bike, ne ji azadîyê, ne ji Xwedê, ne ji mirinê, ne ji serkeftinê, ne ji hevaltîyê, ne ji evîndarîyê, ne ji welatparêzîyê, ne ji hunerê, ne ji xwe û ne jî ji tu kesên dora xwe bawer dike. Mirovê ku kûrahî, fedakarî û wêrekîya wî tunebe, nikare bawer bike.

*

Xeydok e, ji gotin, tevger, bişirîn, rexne, kuxik, nêrîn û gelek tiştên din dikare xwe bixeyidîne. Bêyî ku sedema xeyda xwe bibêje, xwe dixeyidîne. Her tişt jê re “bi-wate” ye li gel ku jîyana wî pir “bê-wate” ye jî.

*

Tiral e; ma ne ji xwe ji ber wê tiralîya wî ya hişî û bedenî bû ku ew bindest mabû; ji xwe heke xebatkar be jî, ev ne ji bo wî, ji bo serdestên wî ye. Herî pir jî tiralê ramanê ye, fikirîn ji bo wî bi qasî mirinê tiştekî dijwar e.

*

Desthilat e, ji ber ku serdestên wî her tim li ser serê wî desthilatî pêk anîye ew jî di hemû têkilîyên xwe de desthilat tev digere. Totalîter e, bi emir û ferman tev digere û tev digerîne. 

*

Saf e, kî çi jê re bibêje, tavilê dikeve serê wî, ji ber ku hişê xwe kêm xebitandiye. Sentez, analîz, muhakeme û muqayese, lêpirsîn û lêkolîn tê de zeîf e; ev jî dibe sedem ku zû qani’ bibe, an jî zû bixape. 

*

Hêrsok e, wek ewr û tavên biharê digirnije û pir zû hêrs dibe, ne ew hêrsa xwe, hêrsa wî wî kontrol dike, piştî hêrsê her tim poşman dibe. 

*

Koledar e, ji kê xurttir be, wan dike koleyên xwe; gava çav li yekî ji xwe xurttir dikeve îcar ew ji wî re koletîyê dike. Hîsa neteweperwerî, welatparêzî û hawîrdorparêzîyê tê de kêm û vemirî ye, ji ber ku welat û dinyayê yên xwe nahesibîne û ji ber ku yekî bexîl e, tu sebeba ku ew ji wan hez bike nîne.

Dilbijok e, dilê xwe dibijîne ziman, raman, tevger, xwarin, lixwekirin, ken, nexweşî, kuxik, qirpik û bawişkên ê ji xwe xurttir, anku serdestê xwe.

*

Bê zeman e, têhega demê jê re nîne, ew ne di berî mîladê de ne jî di piştî mîladê de, ew ne di dema modern de, ne jî di ya klasîk de dijî. Di nav alavan de alava ku ew herî pir jê nefret dike û wê wek tiştekî belasebeb dihesibîne saet e. Her weha salname û dîrok jî zêde bala wî nakişînin. Zû yan jî dereng, îro yan jî do jê re ne girîng e. Hemû dem dema borî, dema nuha û dema bê…, giş jê re wekhev û bêwate ne.

JI HEJMARA (0)ê YA KOVARA ROJAVA

Show More
Close