Uncategorized

Encamnameya şeşemîn a kongireya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

Encamnameya şeşemîn a kongireya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

Li jêr diruşma “Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê” û bi amadebûna jimareke mezin a endamên Cizîr, Kobanî, Efrîn û anadebûna gelek mêvanan, kongira şeşem a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo roja 28-12-2018 li dar ket.

Di vê qûnaxa ku hin hêz û dewlet gefan li gelên Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûryayê dikin û li dijî maf û destkeftîyên siyasî û civakî û rewşenbîrî yên gelên Rojava disekinin û şerê wan hêzên ku aştî parast û şerê terorê kir ev serê heft salên cenga giran dikin, biryara serokê Amerîkayê D. Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûryayê alîkarî da wan hêzên neyar ku çavsorîyên xwe bêhtir bikin û gefa dagirkirina Rojava bidin da ku pilanên xwe yên guhertina demografîk û hilkirina regezî bi cî bînin û dest bi kampanyeke ragihînerî bo bizandina xelkên me yên aştîxwaz bikin.

Em, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK, çi karê siyasî û leşkerî ku bergirîya xak û miletê me bike nemaze ji alîyê Hêzên Sûrya Demokratîk QSD bi behayî dinirxînin, û di heman demê de em xwe weke beşekî ji çi hêza ku herêma me biparêze û bajarên ku artêşa tirk û alîgirên wê yên radîkalên islamî dagir kirine rizgar bike dibînin.

Her wiha em doza yekbûna gotin û rêza kurdî bi leztirîn dem bi rêya lidarxistina kongireke netewî giştî dikin nemaze di vê rewşa dijwar de ku ziyan û metirsîyê gigihîne ne tenê alîyekî siyasî lê dest dirêjî hebûn ûmayîna gelê me dike.

Ji alîyekî din ve, em bi hêvî ne ku çareserîyeke siyasî ji kuştara Sûryayê re ku ev serê heft salan berdewam e bê dîtin, çareserîyeke ku rûmeta mirovan, mercên demokrasî, azadîya derbirrînê û veguhertina desthilatê misoger bike, her wiha mafên hemû pêkhateyan bi wekhevî û dadmendî bi cî bîne.

Bê guman, rewşa siyasî girantirîn bandorê li hemû hûrgilîyên jiyana civakî dike û çi tevlihevîya siyasî tevlihevîyeke aborî û rewşenbîrî peyda dike û her wiha çi hêminîya siyasî hêminîya jîwarî û raperîneke rewşenbîrî pêk tîne.

Di rewşa me ya îroroj de, em dibînin ku pêşdana kerwanê rewşenbîrîya gel erkekî me ye û gerek e em çi bi dest were bidin da ku ev rewşenbîrî bibe weke neynikeke jiyan û omîdên gelê me di vê qûnaxa hestyar de.

Bi dirêjahîya dîrokê, rewşenbîrîya kurdî kete bin gelek zilm û zorê de, zimanê kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê hate qedexekirin lewra ev ziman bi paş ket û tibabek ji afirînerên kurd xwe avêtin himbêza gel û zimanine din. Vê qedexekirina dîrokî hişte ku cîhan ji rewişt û çanda kurdî bêpar bimîne lewra em dibînin ku vejandin û çalakkirina ziman û wêjeya kirdî karekî mirovane ye û dewlemendîya çanda sûrî bi xwe ye berî ku nijadperistîyeke kurdî be.

Her wiha em dibînin ku pirbûna sazîyên rewşenbîrî yên weke hev li herêm me heybereke nerênî ye ked û xebata rewşenbîrî bêber û şerpeze dike lewra em bi xurtî doza yekkirina gotinê û firehkirina biwarên hevkarîyê di navbera hemû dezgeh û sazîyan de dikin da ku her kar bikeve di xizmeta rewşenbîrtîya kurdî de û wê bi rengekî geş û bilind pêşberî cîhanê bike.

Kongira şeşem a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK

Qamşlo 28-12-2018

 

Show More

Babetên peywendîdar

Close