BERHEMHELBEST

Kemal Necim- Evîna pêşîn, helbesta dawî

Dibe ku hûn niha helbesta min a dawî dixwînin,
dibe ya destpêkê be,
Ya rastî ez nema biser destpêk û dawiya helbesta xwe ve dibin.
Carê, hin helbestên min bi çêja meqamê nehawendê bûn,
Hin jê bi rengê bayê, rengê avê û axê diçirisîn,
We diye, çawa carna du evîndarên fedyok, bi dizî awiran diçirisînin,
wiha bûn carê helbestên min, mîna awirên du evîndarên fedyok bûn.
Erê… niha, piştî çend hezar sal, vaye nû têdighêjim ku,
peyv heme wiha bi hêsanî na çirisin,
ne jî evîn heme bi hêsanî dibe çîrok.
Niha piştî çend hezar birîn û mirin û vejînan, vaye nû ji xwe dipirsim, gelo
Destpêkê evîn hebû lê helbest….!?
Destpêkê peyv hebû, lê evîndaran bi awirên çirisî çîrokên xwe dirêsan…!?
Ez destpêkê bi evînê ketim lê bi helbestê!!??
—————–
Carê hin helbestên min, bi çêja sirûdên azadiyê bûn,
bi bêhna xwêdan û tûtina şervanan, mîna aşiqan sermest dibûn,
te digot qey hîn nû îro bi şoreşê ketine,
Carna jî mina birîna şervanekî bi êş bûn, ne ditewirîn nejî sar dibûn
te digot qey hîn nû îro şoreşa wan hilweşiyaye….!!
Lê dereng be jî, ez têgihiştim ku peyv heme wiha bi hêsanî bi şoreşê nakevin
ne jî helbest bi hêsanî dibin sirûdên azadiyê…
Erê… niha piştî ewqas hilweşînan, vaye dîsa vedigerim pirsa xwe ya nuxurî, gelo
Destpêkê şoreş hebû lê helbest!!??
Ez destpêkê bi şoreşê ketim lê bi helbestê!!??
……………..
Ji xwe dibe ku hûn niha helbesta min a dawî dixwînin,
dibe ya destpêkê be….!!!

Show More
Close