|
Ji pêjna
te re, Mustefa Gezgür…
xwezî min bizanîba, ku destên te aneha çi
dibêjin…
Ji sebra destên te re, Leyla can…
tu dizanî,
baran, dê çiqasî basa wan,
ji Mustefa re, bike…
Te çawa bîra „xirreke xafil“ nebir, ku rojekê
çiya jî, li navbera destên min û te, li baranê,
li kulîlkên, ku te ew hînî bejna min kiribûn, û
li tembîkên, ku te li avê kiribûn, biqulibin,
hey malnemîrat?
Te çi ji çiyan re got; heta ku destên min,
hewqasî ji destên te hez kirin?
Te çi qewêtî li sînoran kirin, daku destên min,
şopa destên te winda nekin?
Te çiqas minminîk ji xwîna xwe çinîn, û diyarî
pêjna „çiyayên heval“ kirin, daku hewqasî destên
min, basa keservedan, gulvedan û hesanbûna
destên te bikin?
Te çi ji destên min kir, malava, heta ku hewqasî
bi te re, man?
Te çi di destên min kir, heta ku hewqasî soz, ji
destên te re, dan?
Te çi ji destên min re got, û wisa dûûûr çûyî,
heta ku hewqasî, ez mîna dareke zeytûnan, şipêya,
li devê rêya vegera te, hişîn, mam?
Te çi ji destên min kir, ku te ew bi xwe re
birin û çûyî, Mustefa can?
Te çi ji destên xwe kir?
Te çi ji pirtûka bin zimanê xwe kir?
Te çi ji „destên heval“ li bin ser xwe, ku hîn
digirîn, kir?
Te çi ji şevan, ku di gavên me de, radizan, kir?
Te çi ji „birînên heval“, ku di bextê xayînan
de, werbûn, kir?
Te çi ji destên xwe, yên dawî, ku destên min yên
navbera man û nemanê, bernedan, kir?
Te çi ji azadiyê, ku rêya destên te bû, kir?
Te çi ji navê xwe, ku ez hîn pê şa dibim, kir ?
Te çi ji xwe û van destan kir?
Te çi ji min û wan destan kir, Mustefa can?
Te çawa bîra „gundekî xafil“, nebir, ku „çiya“
jî rojekê, li ser destên me yên „heval“, bibin
şahid û me di „mirina dûr“, werbikin, hey
malnekt?
Te çawa bîra „çiyayekî xafil“ nebir, ku rojekê
ji rojan, me bi tenê, ji bextê mirinê re; me bi
tenê, ji „destên itîrafçî“ re; û me bi tenê, ji
„dîwarên hov“ re, ku „Xwedê navbera wan, nizane,
û pêxemberê wî jî, li paş wan, seyranê dike“,
bihêle, hey malava?
Te çawa bîra „welatê xafil“ nebir, ku rojekê me,
xerîb, di destên xerîban de, ji bîr bike?
Te çawa bîra „xaniyên xafil“ nebir, ku rojekê,
têra destên me, di hev de, neke, hey malnemîrat?
Tê bîra te, wexta ku te destên xwe li me,
yeko-yeko, parve dikirin; wexta ku destên te,
bêriya destpêka birîna min, dikirin; wexta ku
destên te, dilovaaan, bangî destên min, dikirin?
Tê bîra te, wî „xaniyê heval“, ku me soz
dirijandin destên hev
Tê bîra te, wan „hevalên heval“, ku me çiqasî
bêriya hev dikir?
Tê bîra te, wê „xwîna heval“, ku me qewêtiyên
xwe, yên her dawî, li wê „axa heval“, dikirin?
Xanî, nav di me dida;
axê, nav di me dida;
destên te, nav di me didan;
çiyayên, ji dûûûr, nav di me didan;
me, nav di xwe dida...
ne te dît, wan „destên gellac û fitnebaz“, ku
çawa şevê têra destên me nekir?
Ne dît, Mustefa can, ku çawa „destên dost û
heval“ jî, dikarin bibin „qirak“ û „kew“?
Min nizanîbû, ku tu dê destên min, mîna du darên
zeytûnan, bi xwe re bibî, û dûûûr herî, Mustefa
can…
Tu û destên min çûn, û ez bê kes û kûs, ji
qeşmeriya van dîwaran re; ji qeşmeriya van
dergehvan, van şevên dirêj û giran, û van
nîşanên li ser milên „gawir“ re, mam.
Te destên min bi xwe re birin û çûyî, û navê min
„çîp-tazî“, ji „xwendina kewan û kundan“, û ji
xwendina „destên Xwedê- û xwedînenas“ re, tikî
tenê, ma:
Dîwarên hov, li navê min, yê „çîp-tazî“, hatin
hev;
„destên gonê û berê heval“, lê hatin hev;
potînên, ku tenê pêlêkirin û pelxandinê dizanin,
lê hatin hev;
nîşan ji ser milên hov, hatin xwar, û lê hatin
hev,
û navê te, yê sivik û hesan, ji milên min peya
nebû, nehate xwar.
Ew, ji berê şêrîntir, wek „pirzka wextên şêrîn“,
di bin zimanê min de, ma;
ji berê mezintir, ew, pişta navê min, yê her car
û „çîp-tazî“, ma;
û ji berê xweşiktir, ew, hêjayî me „xweşikên
şiyarî-razayî“; yên di navbera wê çûyînê û vê
çûyînê de, ma.
Erê, min nizanîbû, ku xanî jî, hewqasî „heval û
heval“, dikarin bimirin; dikarin xwe bidin
kuştin; û dikarin şehîd werin xwarê.
Ne te dît, Mustefa can, ku wî „xaniyê heval“,
berî şehîd were xwar, bi çend destan, çawa
qewêtiyên xwe, yên şêrîn, li destên me yên dawî,
dikirin?
Ne te dît, ew xanî, çende şêrîn, dimir?
Ne te dît, çende şerîn, me bêriya wî dikir?
Tu li wî aliyê mirinê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê axa sar, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê şevê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê hevaltiyê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê çiyê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê sozê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê hezkirinê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê destên min, û ez jî, li vî alî.
Ma azadî, li wî alî, ku destên min hîn bi te re,
henekan dikin, têra destên te, dike?
Li vî alî, ku ez bêriya destên te dikim, dîwar,
çende navdar in, Mustefa can:
Azadî, dîwar e;
Hevaltî, dîwar e;
hezkirin, dîwar e;
nav, dîwar in;
dest, dîwar in;
pirtûk, dîwar in;
axaftin, dîwar e;
derî û pencere, dîwar in;
welat, dîwar e;
………..
.............
Ma navê te, dîwaran nas dike?
Ma destên te, şevên bê pencere, nas dikin?
Ma dilê te, zîqêna dergehên her sibeh û her êvar,
nas dike?
Tu dizanî, Mustefa can, li vî alî, dîwar çende
mezin û bi nav û deng in?
Xwezî te bizanîba, ku min çende navê te, di bîra
dîwaran de, kola?
Xwezî te bizanîba, ku ez çiqasî êvar, bi navê te
şabûm.
Xwezî te bizanîba , ku navê min, yê bi tenê,
çiqasî şev, li ser destên te, yên dûr, di xew re
çû?
Xwezî te bizanîba, Mustefa can, paş 10 salan
dîwar, zîqêna dergehên çikûs û potînan, hîn ez
dê çiqas dîwarên din, bêriya destên te bikim?
Xwezî, bi destên min, yên aneha, li destên te…
Xwezî, ez werim destên te…
Xwezî, ez bibim destên te.
hoshengbroka@hotmail.com
|