Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

19 July 2007 00:36

 


Xelat Ehmed

 

 

Ji dilê xwe nayên xwar

Xelat Ehmed

Koçerê Ferensî bi hizrê xwe dibêje:

Em digerin, ji çend salan ve
Belkî ji hinga de
Gavên me jimartî bûn.

Em li gula danê geriyan
Û me dît
Di destine ji qumê de.

Em dê tenê hinga
Ji stranên periyan bawer bikin
Wexta derya xwe ji çavên me bikişîne.

Em kaniyan dinixumînin
Da dîsa bikolin
Yên bi xweşî
aştiya rojên hînik didine me.

Em bi zarokên xwe re diaxivin
Li ser ya wê bibe
Ne ser ya bûyî.

Em şevên gumanê û tehliyê dibuhrînin
Di heman demê ku stêrik
omîdên me li esêm dineqişinin.

Koçerê kurd bi dilê xwe dibêje:

Çiyayên bilind xalî nabin,
ji mijê, ji moranê,
keviyên piçûk pala xwe didanê,
qentarê kul û xeman bi rê ket,
lê ê şahiyan li nîvê rê gihanê.

Şevê çiryan dirêj in,
xewa min nayê,
bist û pêwir bilind bûne,
qurix li min hate qayê
xwedê birînên kurilavêjê min kûr in
derman li wan nayê.


Cih bi cih ziman tê guhertin, şêweyê jiyanê hişmendiya ziman bi cih dike. Mirovê kurd her jiyan û bûyerên wê bi dilê xwe dîtiye.
Em dibêjin:
dilê min ma pê ve.
Dilê min çû sêvekê.
Ez ji dil dibêjim.
Dilê min pê hesaye.
Ji dilê xwe bipirse.
Ji tirsan dilê min ket erdê.
Ez bi sed dilan dilketim wî.

heger ev yek bela serê me ye ?
heger na, ji xwe jiyan tenê bi dil jiyan e?

Ji zimanaxêvên zimanekî heya yê din, raman, nerîn, dan û standin bi babetên jiyanê re tên guhertin .
Rola ziman bi xwe di vê yekê de heye ? yan dil û hişê me ziman diguhere?


Sibeha we pirs.




 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1