Di festîvala
rewşenbîrî 1ê de, li Duhokê, di nav wan
navan de, navê Fatma Savcî hebû, ko helbestê
bixwîne. Li wir dema helbesta xwe xwend, ez
bi wan êş û xem- ên, ko wê bi peyvan
xemilandibûn, û şînek û birîneke kûr bi ser
ruyên me de dakir, êşiyam, lê ji hêla din ve,
kêfxweş bûm, ko min ew bêdengiya mirovkuj,
di çarçova peyv û hevokan de, li nik Fatma
bi tevin û hûnandineke bedew guhdar kir. Ji
wê rojê ve, min nivîs û helbestên wê
dişpoandin.
Di anonsekê de, di malpereke ji wan malperên
Internêtê de, min xwend, ko pirtûka Fatma
Savcî, ya bi navê Gulên Qasid, hatiye
weşandin, min jî pêkol û bizavên xwe kirin,
ko ez pirtûkê bi dest xwe ve bînim, bo seyr
bikim, ka vê xanimê, çi bi gulên xwe yên
qasid re rêkirine!, Gelo çima qasidên wê, bi
tenikayiya gulê, ew barên giran, ji kul,
derd, kovan, xem, êş, zindan, şehîdbûn dost
û hevalan, zinar, çiya, newal û geliyên
birîndar, li wan kiriye. Gelo gunehê wan
gulên yên li benda perîk û perwanan in, ko
wan serpêhatiyên Fatma bibînin:
„Çilmisîn, xeyalên çend nifşan di kefa
destên me de../ 23„
Pirtûka Fatma Savcî, ya bi navê Gulên Qasid,
di sala 2006an de, ji hêla weşanxaneya
Avesta hatiye çapkirin. Ev pirtûk 111 rûpel
in, ji destên navîn. Fatma helbestên xwe di
vê berhevokê de, li ser sê beşan de,
belavkiriye.
Beşê yêkê:
Gulên Qasid, ko navîşana pirtûkê ye, Dergûşa
ji dara wîzê/ Guldanka jana/ Mêrgeşîna çavan/
Çelmisîn/ Şevên dilketî/ Şêmuka qesrên kevir/
Xeyalên ji tîna Qelişîn/ Stranên Hevrîşimî/
Xewn bi ser zarokan de digirin/ Av û agir.
Beşê 2an:
Weşiyek tirî/ Mirad dixemilandin/ Dilên li
bîna Bihokan pêçayî/ Li benda nofê Qulinga
mam/ Êzdiyeke bi şemil/ Kê dizîn stêr/ Ji
nav bexçeyê heyvê/ Nefertîtiya Misrê/
Negrîcan/ Hêkên neqişandî/ Karxezal
dibuhurin/ Stêr weşiyan/ keçika portatîf
bircan li ber xwe bigrim/ moriyên kehrîbar/
tenêbûn spîsar bû/ Çavên zer ên koçerekî/
tenekî nîvkuştî/Sûka qaçaxçiyan.
Beşê 3an:
Cêwî/ Dilop/ Rêwiyo/ Ken/ Şîpên bêrîkirinê/
silava evînê/ dara xweziya/ min dizî emrê
xwe/ Ezîzêm/ Bê dostanî koçberiyek e/ Çawa
bihewisînim/ Germahiya kenekî xwe dikuje/
Lahîta lêdikim/ Di Xelaya evînan de/ tu yê
bêyî/ Rozêrîn kelogirî dibûn/ Gihîştin/
Guldexwînek digrî/ Ji dêvla çirayekê vemirîm/
Nere/ bîna te ji axê dihat/ bîranînên te.
Her ji destpêkê ve, ko navê pirtûka wê ye,
em dikarin bibêjin, ku Fatma dixwazê
nameyekê, mesajekê, bo ezîzekî/ê bihinere,
ew ezîzê ko bi dûrbûna wî/wê pir êşiya ye û
li vir jî hesteweriya wê diyar dibe. Dibe ew
bi xwe jî sedemeke derûnî be, ko belkî bi
bêzanebûneke kûr, lê bi hestekî ji cihê
nediyar, berhevoka xwe, kiriye 3 beş.
Eger em li her beşekî temaşe bikim, dê
bibînin, ko beşa yekê, nazdarî, bêrîkirin,
xemgînî, dilşikestin, werarbûn, çelmisîn,
têkel dibin, boş û gerim dibin, dibin pêl,
dibin remiyên êgir.
Fatma bi buyerên bi êş, û yên ji wê re bûne
serpêhatî, me dispêre qasidên xwe mîna ew
dibêje: „Ev efsaneyên ciwan,/beza hespên
rehwan/û şikestina baskê qulinga ye/
Ne ji berbiskên serfiraziyan/yan ji bejna
zimanekî azad/ ji dar û zimanê bindestiyê
hatine birîn“ R. 11.
Fatima dest bi bîranîna cih û deverên
buyeran dike û wan bi xem tîne bîra xwe û
xwêner. Cih û deverên wê jî çiya/ kolanên
xwînê/ guldanka janan/ zindan/ çav û mijanek
mîna biyaveke êşê/ çol/ Çarçira( Mihabad)/
çemê Dêrsîmê/ sinor/Midyad/ Sîpanê/ payizoka
dil û gelek deverên din, ko netenê hestewer
in, belkî pir ji wan jîwar û xeyla têkel in.
„ Çavên me çira ne/ ji bo desthilatdaran,/
ew hez dikin wan vemirînin yek bi yek/ li
meydanên Mahabadan..“ R. 35
Demên ko Fatma bi kar tîne, pir payîz tê de
hene, her weha zivistanên ko lehî û tofanan
bi xwe re tînin hene, şevên tarî û tama wan
mîna zilindarê hene. havînên ku dixwaze
carnan dilê xwe pê xweş bike, mîna çelmisîna
qasidên wê, xwe di nav bîrahatin û
bêrîkirinê de, dixendiqênin.
„û payîzên/ ku ji herdû çavên me weşiyane/
ser bi ser,/ bi evînên xwe yên dilmayî /
cardî diguherînin..“ R. 20
Wêneyên Helbestvana me, belkî rêkên
rizgariyê ji wan xeman in, sivik û bêkomplêx,
mîna dengê Evdalê zeynikê û xatirxwestina
hevalên wê yê li wan çiyayan xatir bi fîzîkî
ji xwestin.
„ Hez dikim tiliyên min/ li ser rûyê te
bigerin / û şeraba dilxweşiyê vexwin em/ ji
çavên hev“ R. 82.
Fatma li dergehê pir babetan da ye, lê
babetên wê, hemen hemen di bîranîn, û
bêrîkirinan de, xwe bi çarçef dikin. ji wan
mijaran, mirin, evîn, bêhêvîtî, êş, zaroktî,
welat û rewşa welêt, omîd, xwezî, jiyana di
zindanê de. „Qeydkirî ne li bîra wan/ çîroka
evînên nîvkuştî/ û kenê cemirî/ li nav pêlên
giriyê wan..
Xwestekên xwe yên qedexe/ li ser rûyê jiyanê/
bi darên gûhîjan ve / dixemilînin..“ R. 20
Di vê pirtûkê de, Fatma bi şêweyekî dramatîk
û bi zimanekî rewan û sivik, hemî êş û
azariyên xwe yên nayên gotin jî, li ber me
rêz dike û me vedixwêne wê qadê, ko em jî û
ne kesek ji me jî dişê“ Me kir û nekir/
nikarî kenekî xêz bikin / li rûyê xwe yê
evînê“ R.21.
Fatma, di pirtûkê de, dest pê dike û êş,
zaroktî, bêhêvîtî, bîranên nexweş/ jiyana bi
keser/çilmisîn, mirin, ta rûpelê 26an rêz
dike. Di gel wê jî bêhêviya wê ne sermedî ye,
her di rûpelê 26an de, çirûskeke biçûk ji
hêviyê li ba wê çêdibe dema dibêje“ Lê nizam
kîjan heyamê/ em di sînga xwe de jibîrkiri?/
Çukû temenê me/ hîna ji eşqa ber êvaran
Ji hevaltiya şevên dilketî pêk tê“. Ji wir û
pêde, Fatma di navbera omîd û bêhêvîtî û
bîranînên xweş û nexweş de, geşt û seyranan
dike.
Dixwazim bibêjim, ko carnan, Fatma bêhna xwe
bi hevokên dirêj vedide, ta ko ji qewarê
helbestê derdikeve û dibe bersiv, ji pirsên
nepenî, yên dilê wê himbêz dikim, wate têhna
xwe bi wan hevokên dirêj û bi wê vebêjiyê
dişkîne: „Peristgehek bawermendiyê ye,/her
bejn û balek/ji dêvla hecê,/tenê dilê hev
tewaf dikin/mîna xwişkeke dilovan himbêz
dikin/hemî bira/li hemî dergeha/ji bo
xwediyê dilê xwe/ îbadetê dikin/ bi zimanê
hemî olan..“ R.33
Di hin caran de zimanê wêneyan dilê qîr û
bangewaziyên Fatma têr nakin, lewra bi
zimanekî sade, ko digehê zimanekî li ber
dergehê nehelbestî qîr û hawarên xwe dirêse:
Were zarok/ em dîsa biçênin/ darên biyan/ li
ber kaniya çavên xezalan.“ R.94.
Ji bo ez serê we bi xwendinê re gêj nekim û
we xwênerên hêja vexwênim pirtûka helbestan
ya Fatma Savcî, ya bi navê Gulên Qasid, ji
weşana Avesta 2006 Stenbol, ez dê bi pirsekê
ji pirsên Fatma vê nivîsê, hem ji wê û hem
jî ji we, bi dawî bînim:
Dixwazim bizanim,
kîjan demsal
dê kulîkan vekin
li birînên te?
tengezarmarini_41@hotmail.com